图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,155
图片 105,821
书籍 19,710
相关文件 98,681
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Eta Kel “yaxiyek” li dijî formasyona civakî û rêberê serhildanek li dijî desthilata Paşayetî- beşa 1em
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eta Kel “yaxiyek” li dijî formasyona civakî

Eta Kel “yaxiyek” li dijî formasyona civakî
Eta Kel “yaxiyek” li dijî formasyona civakî û rêberê serhildanek li dijî desthilata Paşayetî- beşa 1em
Diyako Şasiwar

Eta Kel û serdema pirsgirêga axa û reiyetî:
Eta Kel yan Seyîd #Eta Kel# , yek ji çirîskên di nav dîroka devkî ya Kurd de ye. Ew kesayetiye li sala 1897an li gundê Qelate Reşge yê ser bi Sinê ji dayîk bûye. Sala 1937an jî hatiye kuştin û li girê Seywan ê bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Seyîd Eta Kel kurê Seyîd Seidedîn ji seyîdên gundê Qelate Reşken e. Ev gunde li 60 kîlometreya bajarê Sinê hilkeftî ye. Çawa ye ku di wê navçeyê û wê serdemê de kesaytiyek wekî Eta Kel hildikefe ku navûbangên wî ji sînorên gund, bajar û navçeya wî derbas dibe? Eva pirseke bi cih e û pêwîst e bê bersivdan. Diyar e wekî hemû tevgerên wê serdemê, tevger yan serhildana Eta Kel tevgerek e ji aliyê kesên bindest ve li dijî serdest e. Çimkî destpêkê serhildana Eta Kel rûyeke siyasî nebû û wekî ku em ê di berdewamiyê de behs bikin, em dikarin bêjin ji ber sîstem û pêkhateya civaka wê demê û ew formasyona civakî di Kurdistan û seranserê Îranê de serdest bûye, serdemek ku Eta Kel tê de jiyan kiriye, serdemek bûye ku sîstema axa û reiyet li Kurdistanê adetî bûye. Di wê sîstemê de jî civak bi ser du beşên serdest û bindest de hatibû parvekirin.
Serdest wate axa, xan û derebeg û kesên xwedan zevî û bindest jî ew werzêr, kedkar û cotyar in ku li ser zeviyên xanan kar dikin. Di dawiyê de ewa kesên serdest, axa, xan yan begleriyên navçeyên ne ku diyarî dikin ew berhema ku werzêr yan kedkar berhem anîne, beşa wan çiqas bide. Tev dîrokên navçeyî behsa wê serdemê dikin û nemaze nûtirîn pirtûka “Dr. Emîrê Hesenpûr” yê mamosteyê zanîngeha “Otawaya Kandayê” ku li ser serhildana werzêrên Çoma Mecîdxan û her bi vê navê nivîsiye, wê rastiyê derdixe ku xwedan zevî yan axa heta çi astekê zilm ji wan kesan kirine ku li ser zeviyên wan kar kirine.
Eta Kel (çekdarê aliyê çepê) û hevalê wî
Xwediyê zeviyan ji xeynî wê ku hinek sîstemên sepandî yên adetiyên aborî bi ser xelkê de disepandin, bo mînak sîstema deh û du wate ji her tiştekî ku werzêr berhem anîbû ji deh beşan heşt beş yê axayan bû û du beş jî yê werzêran bû. Sîstema din ku paşgira “ane” pê ve bû bi rê ve dibirin. Ew yeka jî tev beşê jiyanê li xwe digirt. Bo mînak “firûcane, tepalane” û hwd, yanî hemû ew beşên ku xelkê berhem dianîn pişkek ber axayan dikevt bê wê ku axa ti beş yan sermayeyek di afirandina wê beşê de kiribe. Bi vî rengî “Eta Kel” li gundê xwe di çarçoveya ew sîstema axa û reiyetê de wek hemû werzêrên dinê mijûlê berhemanîn û karê bûye. Lê ew zeviyên ku li ser dixebitî, axayê navçeyê yê bi navê “Xuserw Xan” dixwast dagîr bike. Eta Kel ji ber ku her di zarotiyê de bavê xwe ji dest dabû û serpereştê malbata xwe bû û dibûya debara malbata xwe dabîn bikiriba, di hember wê daxwaza Xusrew Xan de radiweste û serê xwe natewîne.
Di hember de Xusrew Xan jî wek hemû axayên dinê yên ku xwe xwediyê mal û milkên hemû werzêran dihesibandin, di xwe de şiyan didît ku ne tenê milkê wî, lê hemû mal û milkên Eta Kel wek kesek ku reiyet e dagîr bike. Piştî wê yekê dest bi ser milkê Eta Kel de digire, destpêkê Eta Kel wekî nîşandana bertekê li hember serdestekî li gundê xwe êrîşî ser mala Xusrew Xan dike û hesp û beşek ji darayiya Xuserw Xan dagîr dike. Vê carê ji bo ku xwe ji berteka Xan rizgar bike, penaha xwe bo aliyê axayê bi desthilat ê Sinê “Hecî Muitemed” dibe, lê di vê sîstemê de qata xan an axa di dabeşkariya civakî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de piştevanê hevdu bûn. Ji ber ku ew wekî torek desthilatdar bi hev re dixebitin. Wan li seranserê Kurdistanê wek toreke desthilatdar piştgiriya hev dikirin. Her lewma, ew her zû pê hesiya ku penahbirin bo aliyê xanekî mezintir ku bi xanê berê re girêdayî ye, yek din ji xisarên civaka wê serdemê ya Kurdewarî ye û ti destkeftek wî nabe. Ew neçar ma ku ber bi Merîwanê ve biçe û penaha xwe bo aliyê “Mehmûd Xanî Kanî Sanan” bibe, ku zilamekî bi desthilat û yek ji wan efserên ku bi şêweyekî şanazî pile jê re hatibû danê û li herêmê destçûyî bû.
Mehmûd Xanê Kanî Sanan
Mehmûd Xanê Kanî Sananî hem ji bo ku wî ji toleya Xusrew Xan û destûpêwendiyên wî biparêze û hem jî destê wî gîr be bi sîstemekê ve û bikaribe jiyana wî ya rojane bi rê ve bibe, karekî nû pêşkêşî Eta Kel dike. Mahmûd Xan ku pê hesiyabû Eta Kel çekdarekî jêhatî û zîrek e, wî wekî serokê binkeya leşkerî ya gundê “Sêwer” dest nîşan dike ku hereketa xelkê di navçeyê de kontrol bike. Lê piştî demekê ew tora desthilatdarî ya ku wî di pêkhatina axa û reiyetê de rêk xistibû, şûna pêyê Eta Kel hildigire û li pey kar û kiryarên wî dike.
Xusrew Xan bi rêya Hecî Muitemd ve ku berê Eta Kel penaha xwe bo biribû, çend kesan dişîne cem Mehmûd Xanê Kanî Sananî ku penah dabû Eta Kel. Di hevpeyvîna bi Mahmûd Xanê Kanî Sananî re ku dibe, axavtinên wan hev nagirin û sivikatiyê bi wî kesayetiyê dikin. Eta Kel wek serokê binkeya keşkerî van sivikatiyane dibîne û li hember wan bê deng namîne.
Çimkî wekî kesekî ku Mehmûd Xanê Kanî Sanayî penah dabûyê û piştevanî jê kiribû, başiyên wî ber çav digire û di hember wan sivikatiyan de bêdeng nabe û êrîşî ser şandiyên Hecî Muitemd dike û bi wî şandiyê re jî efserekî hikûmetî hebû û herdukan dikuje. Bi vî rengî destpêka dewrek din ji jiyana Eta Kel tê destpêkirin. Wate eger heta wê demê Eta Kelê ciwan ê dijberê sîstema axa û reiyet û xanê navçeya xwe serhilda bû, piştî wê yekê ji wê sîstemê tê derê û mijûlê erkek dinê ku çekdar û fermanberê binkeya leşkerî bûye, bi rê ve dibe. Niha xwe di hember yasaya hikûmeta navendî de dibîne ku ew jî her di berjewendiya dewlet û xan û begzadeyan de ye, serî hildide û serhildana çekdarane ya xwe dest pê dike.
Ev gotarê dom heye…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览94
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 02-03-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 07-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):03-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览94
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,155
图片 105,821
书籍 19,710
相关文件 98,681
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!