图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,771
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Simkoyê Şikak; Daxwaza serxwebûn û redkirina rêveberiya herêmî – beşa 1em
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak
#Simkoyê Şikak# ; Daxwaza serxwebûn û redkirina rêveberiya herêmî – beşa 1em
Diyako Şasiwar

Hevdîtina Seyîd Teha Nehrî û Simkoyê Şikak digel Edmondsê Îngilîsî
Li gorî çavkaniyên nivîskî yên serdema serhildana “Smayîl Axayê Simko” (Simkoyê Şikak), yek ji wan ku (pirtûka Kurd, Tirk û Ereb a “Cecil G. Edmonds”), Simkoyê Şikak piştî wê ku serhildan û şoreşekê li Rojhilatê Kurdistanê dest pê bike, di dawiya Cotmeha 1923an de çûye Başûrê Kurdistanê û li gundê “Deyre” li bakurê bajarê Hewlêrê bi cih dibe. “Edmonds” ku bi xwe Îngilîz û siyasetmedar bûye, Smayîl Axayê Simko wek kesekî bi sam û serokê eşîra Şikakan dide naskirin. Herwiha behsa wê yekê dike ku wî li Rojhilatê Kurdistanê ji navçeya Kotol heta sînorê Banê desthilatdarî kiriye.
Edmonds di pirtûka xwe de behsa hevdîtina bi Seyîd Teha Nehrî re û danûstandinek digel Simko dike. Nerîna Edmonds li ser Seyîd Teha û Smayîl Axayê Simko balkêş û hûrbînane û heta em dikarin bibêjin wekî ku oryentalîst jê re dibêjin dîtingehek koloniyalîstî ye. Ew bi çavek kiryarder û hundur û rû û bîra wan wesf kiriye û ji bo xwîner aniye ber behsê.
Hevdîtina Seyîd Teha û Edmonds
Ew wesfa ku Edmons li ser bejna Seyîd Teha dike, ev ne hêjayê siyasetmedarekî ye. Bi şêweyekî behsa Seyîd Teha dike ku bîr û nerîna siyasiya wî li cem wî girîng nebe û zêdetir girîngî daye bejna wî. Her lewma dinivîse: “Seyîd Teha mirovekî qelew û çar mil bûye. Giraniya wî 120 kîlo dibû, cil û bergên Kurdî yên ji Bakurê Kurdistanê li xwe kiribûn, şalek li xwe kiribû ku navrana wî daketibû. Şalek rê rê bû. Kerikek avêtibû ser milê xwe. Kumek danîbû serê xwe ku zêdetir ji kumê serparêzan (kumên leşkerî) diçû. Ji dawiya kumê wî re hin rîşik daketibû. Seyîd Teha zilamek bi hiş û guhdar û qelew bû. Ew mandûnenas bû û wekî gule avêjekî bi şiyan jî hatiye naskirin”.
Seyîd Teha Nehrî
Ewa ku Edmonds li ser Seyîd Teha dibêje, dibe ku ji xweneran re gelek girîng nebe, lê ya ku ji xweneran re girîng e ew e ku Îngilîzan ji Kurdan çi dixwestin û di hember de Seyîd Teha wekî rêberek siyasî çi daxwaziyek hebûye. Pêka nivîsîna Edmons derdikeve ku Îngilîzî ji dest Şêx Mehmûd nerazî ne. Ji ber ku Şêx Mehmûd alîkariya kemalîstan kiriye. Lê Seyîd Teha pêşwaziya Îngilîzan dike û li ser wê baweriyê ye ku derxistina Tirkan ji Başûrê Kurdistanê karekî hêsan e, ji ber ku hejmara Tirkên ku li Ranye, Rewandiz û Zêbarê ne ji 250 kesî derbas nabin. Ew li ser wê baweriyê bûye ku bi hêza xwe û bi alîkariya eşîra Herkiyan dikarin hêzên Tirkan ji Başûrê Kurdistanê derbixin û rizamendiya Îngilîzan bi dest bixin.
G. Edmonds
Ewa ku Edmonds behsa wê dike nîşanderê wê yekê ye ku Seyîd Teha li hember ew pêşniyara bi Îngilîzan daye, daxwaza mafê Kurd yan serxwebûna Kurdistanê nekiriye, belkî berpiraseyatiya bajar û bajarokên wek “Rewandiz, Akirê û Amêdî” jê xwastiye û li ser wê bawerê bûye ku çawa Silêmanî di bin desthilata Şêx Mehmûd de ye, divê ew navçeyên wek Rewandiz, Akirî û Amêdî bi wî re bêne spartin. Ewa ew tişte ye ku Edmonds li hevdîtina bi Şêx Teha re veguhastiye nav pirtûkê û ewa ku çiqas rast û çiqas ji rastiyê dûr e, ji ber nebûna çavkaniyên dinê em nikarin li ser bipeyvin. Lê belê em texmîn dikin ku Edmonds bi xwe ji desthilatdaran bûye û paşê mijareke berevajî pêşkêşî kiriye û daxwazên mezintir û cudatir ji xwastên Seyîd Teha ji rêberên din ên Kurdan re vegotiye, em texmîn dikin ku wî tevahiya hevdîtinê bi rast vegotiye û Seyîd Teha daxwaza desthilatdariyê ji navçeyeke teng a li Başûrê Kurdistanê kiriye.
Dîdara Simkoyê Şikak û Edmonds
Lê tevî hebûna Seyîd Teha li Başûr, wekî hate behskirin di sala 1923an de, Simkoyê Şikak jî çûye Başûrê Kurdistanê û ji ber hebûna Îngilîzan li Hewlêrê, neçûye Hewlêrê. Ji ber ku Simko ti baweriyek bi wan nekiriye. Ji wê yekê tirsiyaye ku sîxurên dijminên wî bi taybetî yên Îranê jê sûd werbigirin. Lewma jî pir bi hişyarane tevgeriya ye û neçûye Hewlêrê. Belkî ew li Behrikê, ku ya eşîra Gerdiya ne, maye. Her bi heman awayê ku Edmonds behsa Şêx Teha dike, di destpêkê de behsa Smayîl Axayê Simko dike û behsa şêweya cil û berg û resm û adetê Simko û hevalên wî dike.
Edmonds dibêje ku Simko, birayê wî Ehmed Axa û çend kesên bi temen digel 120 kes ji alîgir û çekdarên xwe li wir bûne. Ew behsa wê yekê dike ku cil û bergên axayan ji yên leşkerên wan cudatir bûne. Axayan kincên wek hev li xwe kirine. Marka cil û bergên wan ji fasoniyaya Îngilîzî bûne. Rengê cil û bergên wan xakî bûne, çekmeyên dirêj di pêyê wan de bûne û kumên xwe danîne serê xwe, şaşik girêdane û şûtik jî pişta xwe alandine.
Her ew şêwe wesfe li ser tev hûrdekariyên cilûbergên wan behs dike. Lê bejna Simko li cem wî gelek balkêş dibe. Lewma dibêje:
Mirovekî nazik û bi destekî piçûk bûye. Ew pir dişibiya Ewropiyan. Wî simbêleke tijî û gewir hebûye ku dikaribû rûyê her efserekî Îngilîz bixemilîne. Keneke dilşewat hebûye. Mirovekî şermoke bûye. Diranên wî yên hûr di bin kenê wî de xuya dibûn û reftarên wî hinekî dişibiyan bi yên Seyîd Teha. Li gorî danasîna Edmonds, derdikeve ku ew tîp û bejne li cem wî balkêş bûye û rêkûpêkiya Smayîl Axa û siwar û piyadeyên wî bi girîngî zaniye. Yanî wî di wesfa bejnê de zêdetir girîngî daye bi Smayîl Axa heta Seyîd Teha. Ka em bizanin ew girîngiye di vegotina civînê de jî xuya dike an na? Ango, ew du mijarên riwalet û bîr, bandorê li ser şêweya vegotina siyasetmedar û nivîskar Edmonds kirine yan na.
Ewa ku Edmons li ser hevdîtina Simko dibêje, cudahiyek berçav di awayê famkirina Smayîl Axa û Seyîd Teha de nîşan dide. Simko destpêkê dixwaze ji Îngilîzan re îspat bike ku ji wî neqewimî ye. Yanî wekî kesekî bêçare bi wan re napeyive. Lewma ew pêşî behsa rewşa xwe û pêwendiya xwe ya bi dewleta Pehlewî re dike. Dibêje eger mebest pirsgirêka bi hikûmeta Pehlewî re be, min pirsgirêkek wisa bi wan re nîne, ji ber ku bi qasî wan li Kurdan xistiye, min jî li wan xistiye. Lewma eger pêwîst bike ez ê dîsa li dijî wan şer bikim û hebûna min a li vir li Başûrê Kurdistanê nayê wateya koçberî û bêpenahî. Ez li pey daxwaziyên netewa xwe ketime û ez dixwazim bi hevkariya hikûmetên bihêz, ku yek ji wan Îngilîz e jî bi dest bînim. Herwiha behsa nerazîbûna xwe li hember reftarên Îngilîzan jî tîne ziman.
Dom heye…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览133
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-03-2024
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 15-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-03-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览133
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,771
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!