图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,197
图片 105,701
书籍 19,686
相关文件 98,577
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Îşareyek bi hikûmeta Kurdî ya “Rewadî”
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îşareyek bi hikûmeta Kurdî ya “Rewadî”

Îşareyek bi hikûmeta Kurdî ya “Rewadî”
Îşareyek bi hikûmeta Kurdî ya “Rewadî”
Roj Qadirî

Hikûmeta #Rewadî# di sedsalên navîn de yekemîn desthilata Kurdan ya nîveserbixwe bû ku li herêma Azerbaycanê serî hilda û bi ser beşeke axa Kurdistanê de hikûmet kir. Rewadî eşîreyek ji eşîra Kurdên “Hezbanî” bûn. Navê hikûmetê jî, ji navê serokê eşîrê û damezrînerê wê “Mihemed Rewadî” ve hatibû hildan. Eva jî diyardeyeke asayî bûye ku navê desthilatekê bi navê eşîreyekê ve bê hildan, çimkî di dîrokê de, piraniya desthilatan bi navên eşîr, tayfe, malbat û melbendan hatine binavkirin. Paytexta hikûmeta Rewadî bajarê Tewrêzê bû û navendên wê yên herî girîng jî “Meraxe, Erdebîl, Miyanc, Urmiye, Xoye, Selmas, Seraw, Merend, Bajirwan û Sîsir bûn”.
Hikûmeta Rewadî di vê dema dîrokî de wek yekemîn xwebirêveberiya Kurdan kete nav navan. Derketina wê ji ber lawazbûna xelîfeta Ebasiyan, têkçûna aborî û birêvebirina dewleta xelîfetê bû, tevî dûrbûna herêmê ji paytexta xelîfetê ku bajarê Bexdayê bû.
“Mihemedê kurê Husênê Rewadî” damezrîner û yekemîn fermanrewayê hikûmeta Rewadî bû. Navbirî di sala 893an de li bajarê Tewrêzê û derdorê desthilatdariyeke xwecihî ava kir û bi saya şeş endamên malbata xwe heta sala 1070an fermanrewayiya beşeke girîng a herêma Azerbaycanê û beşeke Kurdistanê kir. Di vê heyamê de, tevî asayîkirina pêwendiyên xwe bi xelîfeta Ebasiyan re, têkiliyên wan bi hikûmetên Salarî li rojhilatê Azerbaycanê, Hezbanî li navçeya Hewlêrê û Şedadî li Aranê di nav aloziyan de bû. Wate ji bilî wê ku mîrnişînên Kurdan di wê qonaxê de yekgirtî bin da ku li hember dijminên xwe bisekînin, lê neyar û berbelav bûn. Ev bû sedema hatina Xezeyan wekî eşîreyeke Tirkan ji Asiyaya Navîn ku di sedsala 12an a Zayînê de derketine holê û êrîşî sînorên xelîfeta Ebasiyan kirin, û li wir jî êrîşê ser bajarê Nexedê kirin û dagîr kirin û mizgefta mezin a bajar şewitandin û hejmareke zêde ji Kurdên Rewadî û Hezbanî kuştin û metirsî bo hikûmetê çê kirin.
Vê hikûmetê di heyama desthilatdariya xwe de di çendîn waran de rol lîst û bandor li ser serdema xwe çê kir. Di warê sîstema siyasî û îdarî de desthilatdarî li ser bingeha bav bo kur bû. Di demekê de eger fermanrewayê Rewadî xwedî kur nebûya, dê desthilatdarî bo birayê xwe veguhastiba. Nasnavê “Emîr” jî nasnavê fermanrewayên Rewadî bû, ku di rastî de nasnavek siyasî, îdarî û leşkerî bû. Her çende çavkaniyên dîrokî îşare pê nekirine, lê wê naçe ku ev hikûmete xwediyê pileya wezîran nebûbe, çimkî eger rayedar û xwediyên mal û milkên vê hikûmetê name û belgeyên fermî bi zêr mohr kiribin û girîngî bi post û şandinê dabin da ku karên wan yên rojane derbas bin, nabe kesayetiyek bi nav û pileya wezîr an aliyê kêm şêwirmend nebûbe.
Di warê hêza leşkerî de jî îşare bi wê yekê hatiye kirin ku dema Ebul Hîcewê Rewadî di sala 987an de êrîşî Ebî Delf ê fermanrewayê Kultinê kiriye ku xwediyê 100 hezar leşker bûye, bi ser de serkeftî bûye. Ev jî asta hêza desthilatdar û girîngiya hêza leşkerî nîşan dide.
Di warê aborî de, çandinî bingeheke aborî ya girîng bû ku rola xwe di bihêzkirina pêgeha aborî ya hikûmetê de lîstiye, ji ber ku deverên di bin destê wê hikûmetê de li warê berhemên çandinî, dexl û êmîş dewlemend bûye. Bi taybetî bajarên Tewrêz, Erdebîl û Meraxe ji bajarên herî dewlemend ên hikûmetê bûn. Herwisa ew bajarane bi tevnvaniyê jî dihatine naskirin. Bajarên Urmiye, Selmas û Xoyê jî ji bo hikûmetê bingeheke aborî ya baş hebûn. Bazirganiya di navbera bajarên hikûmetê de û pêwendiyên bazirganî yên Tewrêz û Urmiyê bi derveyê herêmê û hikûmetê re giraniyeke zêdetir da bingeha hikûmetê.
Herwiha di warê avedankirinê de jî rol hebû û bajarên xwe bi keleh û dîwarên xurt qahîm kiribûn da ku li hember êrîşên dagîrkeran xweragir bin. Di vî warî de Urmiye bi keleha Zêrîn ango keleha altûnî naskirî bû. Bajarên Selmas, Meraxe û Erdebîl jî, bi dîwarên bilind û bihêz hatibûne dorpêçkirin. Herwiha wê hikûmetê gelek mizgeft û dibistan jî ava kiribûn.
Ji aliyeke dinê ve gotarên xutbeyên Înê ku erkê olî û kevneşopiyeke kevnar a wê demê bû, ji aliyê fermanrewayan ve girîngiyeke taybet pê dihate danê. Di xutbeyên Înê de piştî navên xelîfeyên Ebasiyan navên fermanrewayên Rewadî dihatine xwendin. Dema ku “Toxgrol Begê Selçûqî” di sala 1054an de bajarê Tewrêzê dagîr kir, navê fermanrewaya Rewadî di xutbeyên Înê de li destpêkê piştî navê Sultanê Selçûqiyan dihat, lê ew yeka gelek pê neçû û dawî bi wê desthilatdariyê jî hat.
çavkanî:
- Mîrnişînên Kurdî yên serdema Ebasiyan, çapxaneya Çarçira ya Silêmaniyê, 2018an
- Çardeyek ji Dîroka Kurd, P. Dr. Keywan Azad Enwer, Silêmanî, 2021an
Tevgera çandî ya Kurd di sedsala bîstem de – beşa yekem
Kembera Erebî û Berxwedana Cimoyê EL Hemik
Destpêka destpêkirina dîroka Kurdistantewerê – Beşa 3yem
“Wilegewir” keleheke serdema Medan
Çîroka Duwazdeh Siwarên Merîwanê ji dîtingehek dinê ve
Avarebûn ji çiya û deştên Kurdistanê ve heta welatê Azerbaycanê (Kurdbûn)
Destpêka destpêkirina dîroka Kurdistantewerê – Beşa 2yem
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览84
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 11-03-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 02-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):13-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览84
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 11-03-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,197
图片 105,701
书籍 19,686
相关文件 98,577
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!