图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,059
图片 105,803
书籍 19,706
相关文件 98,667
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xulepîze û serhildaneke bi gur û bê encam
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xulepîze û serhildaneke bi gur û bê encam

Xulepîze û serhildaneke bi gur û bê encam
Xulepîze û serhildaneke bi gur û bê encam
Dr. Azad Mukrî

Xulepîze û rabûn di hember neberanberiya cîvakî û siyasî de, yek ji wan mijarane ye ku di sedsala derbasbûyî de hemû Kurdek Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bihîstiye û behsa wan hatiye kirin. “Mehmûd”ê kurê “Pîroze Xatûn”, naskirî bi “Xule Pîze” yek ji wan kesane ye ku di dîroka Kurd de, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê navek naskirî ye. Ew nave zêdetir bîranîna biwêrî, serhildan li dijî zilim, yaxîgerî û li dijî ne aramiyê ye. Dîroka rastîn û kiryarên Xulepîze wek dîroka nivîskî kêmtir dikeve berçavê xelkê. Ewa ku çavkaniyên navçeyî derdixin eva ye ku:
Xulepîze di esl de xelkê gundê Çemiyale bûye. Sala 1945an serokê binkeya leşkerî ya gundê Weliyaw yê bi navê “Mihemedemînî Banî Şar” digel hinek polîsên Ereb bi mebesta girtina wî û şandina bo serbaziya bi zorê, berê xwe didine gundê Çemiyale. Wê demê malbat Xulepîze li qirax Çemiyale dijiyan. Piştî wê ku gelek malên gund vedikolin, ji bo girtina birayê Xulepîze berê xwe didine mala wan.
Lê di wê demê de hem Tahir li mal nabe, hem Xulepîze bi dijwarî nexweş e û di mal de ketiye. Piştî wê ku Mihemedemîn Banî Şarî bi zorê diçe mala Xule, dayîka Xule daxwazê ji wan dike ku vegerin, çimkî Tahir li mal nîne. Lê ew dixwazin bi zorê li cihî wî Xule bi xwe re bibin. Mehmûd jî ku bi nexweşî haya wî ji şer û pirsgirêka dayîka xwe û serbazan heye, dibîne ku diya wî Quranê ber bi aliyê wan ve dibe û ji bo wan sund dixwe ku piştî vegerîna wan Tahir bi xwe diçe xwe radestî polîsan dike, bi mercekê ku dev ji Mehmûd yan Xuleyê kurê wî berdin.
Ew hem bêrêziyê bi Quranê dikin û hem diya wî bi palekê dixine erdê û ewa dibe sedema wê ku Xule her di oda xwe de bi nesaxiya xwe ve bi çekekê ku di mal de hebûne li hember serbazan derkeve. Serokê binekeya leşkerî yê bi navê Mihemedemîn Banî Şarî bikuje û di nav serbazên dinê de derbas be. Lê xelkê gund agehdar dike ku piştî hatina birayê wî bişînine bo çiyayê Hucre Feqêyanê. Di vî şer û pevçûnê de Xule serokê binkeya leşkerî û 11 serbazan dikuje. Piştî wê ku Tahirê birayê wî berê xwe dide Xulepîze, hinek ji xelkê gund jî ku di bin zilm û zordariya hêzên hikûmetî de bêzar bûn bi Xulepîze re dikevin û bi vî rengî Xule birayê xwe û çendîn kes ji xelkê bêzarbûyî yên wê naveçyê li dora hev kom dike. Ji bo wan sund dixwe ku heta dawî dilopa xwîna xwe li dijî zordariyê şer bike û zilmê li kesî neke û malê kesê nexwe, hevkariya xelkê hejar û lêqewimî bike. Diyar e piştî wê ku xelkê Xule nas kir kesanek zêde li pey ketin. Naskirînê wan pêk hatine ji “Ezîz Tûtkanî” yê birayê “Şerîf Tûtkanî” ku di şerê Siyagwêz de tê kuştin. Ferec Rengîneyî piştî kuştina Tahir Pîze li Silêmaniyê tê kuştin. Heme Daşî ku xelkê Barîke bûye tê darvekirin. Mela Ketan xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûye, ew jî bi hereketa Xulepîze re dikeve. Mecîd Ewel, Rehîmê Mela Fetah naskirî bi Rehe Lal, Salih Koyî, Fetha Tûtkanî, Mihemedemîn Tûtkanî, Ehmed Tîmarî, Hesen Taqe ku di şerê Qizilce de tê kuştin, Rehe Şîre di şerê Wêne û Daruxan de tê kuştin û Ebekewlar, Mece Gurge û gelekên dinê. Piraniya wan yan hevdem digel Xulepîze yan piştî wî têne kuştin.
Lê piştî wê ku Xulepîze wê binkeyê û endamên wê binkeya leşkerî dikuje, di sala 1948an de hakimê Helebce digel leşkereke gelek zêde bo serkuta Xulepîze berê xwe didine çiyayên Çemyale. Şerekî naberanber demjimêr 5ê sibêdehê dest pê dike. Di vî şerî de Xulepîze û hevalên wî 125 kes ji hêzên hakimê Helebceyê birîndar dikin û 50 kes ji wan dikujin û bi vî rengî hemaseyeke girîng dafirînin. Piştî wê yekê navûbanga wê girûpa serhildayî tavhiya Başûrê Kurdistanê li xwe digire û heta nav û navûbanga wan digihîje Rojhilatê Kurdistanê jî. Beşek ji birîndarên wan ji rêya Bane bo #Seqiz# ê ve vediguhazînin û yek ji wan Tahir Pîze ye ku dibine Seqizê û tê dermankirin û paşê vediguhazînin bo Armirde û Seyrabendê. Ew şer û pirsgirêkane berdewam in. Carek din di 1948an de leşkerek mezin ji Kerkûkê ve bo aliyê Silêmaniyê tê. Hezra serbazên wan hene. Herwisa di vî şerî de ji bo cara yekem Xulepîze hewl dide ji xeynî wan heval û hevçeperên xwe ji hêzên eşîreyî sûd werbigire û hêdê hêdî tevgera xwe mezin bike.
Her lewma Xulepîze nameyekê bo eşîreya “Hemewend” dinivîse û daxwaza hevkariyê ji wan dike. Ew eşîrene bersiva wî didin û bi can û mal di xizmeta wî de dibin û bi vî rengî şerekî dijwar di navbera Quşûnê Kerkûkê ku ji rêya Silêmaniyê ve hatibûn û hevalên Xulepîze û eşîreya Hemewend de rû dide. Di vî şerî de 260 kes ji hêzên Mîrî têne kuştin, 380 kes jî têne birîndarkirin û herwisa 60 kes ji eşîreya Hemewend û 8 kes ji hevçeperên Xulepîze têne şehîdkirin. Bi vî rengî şer roj li pey rojê berfireh dibe.
Hêdî hêdî şerê Xulepîze bi hêzên dewletî re di rojname û radyoyên cîhanê de wek radyoya Almanê, Parîs û Rûsyayê tê belavkirin û ew yeka zêdetir dewleta Iraqê azar dide. Lewma dewleta Iraqê hewl dide bi şandina nûnerên xwe bi Xulepîze re rûbinên û danûstandinê pêk bînin. Lê encama danûstandinan bi wî rengî nîne ku Xulepîze û hevalên wî çavnihêrî dikirin. Çimkî ew dixwazin Xulepîze û hevçeperên wî xwe teslîmê wan bikin û biçine Bexdayê nîştecih bin. Karûkasibiyê bo wan dabîn bikin. Wate ti daxwazeke wan ya civakî qebûl nakin. Lewma Xulepîze her di wê civînê de radibe û dibêje em bi çavê girtî ber bi qurbangehê ve naçin û em ê şerê xwe berdewam bikin. Piştî wê ku ew danûstandinane nagihîjine encamê, Melik Feysel hêzeke zêde di Payîza wê salê de dişîne û ew hêze ji 3 hezar çekdarên rejîma Melik Feysel pêk hatiye û ji çiyayên Çiwartaw ve êrîşî ser hêzên Xulepîze dikin û di şerekî de ku li sala 1951an di navbera hêzên Xulepîze û hêzên dewletê de qewimî, Xulepîze tê kuştin û piştî kuşina wî, ew şoreşe tê temirandin û xelkê Silêmaniyê di merasimeke mezin de Xulepîze û hevalên wî bi axê dispêrin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览115
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-03-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 08-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):18-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览115
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.139 KB 18-03-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,059
图片 105,803
书籍 19,706
相关文件 98,667
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!