图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çarenivîsa Şêx Mehmûd piştî şerê Pêncuwên ê sala 1927an
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çarenivîsa Şêx Mehmûd piştî şerê Pêncuwên ê sala 1927an

Çarenivîsa Şêx Mehmûd piştî şerê Pêncuwên ê sala 1927an
Çarenivîsa Şêx Mehmûd piştî şerê Pêncuwên ê sala 1927an
Enwer Kerîm Seîd

Di navbera çerê cîhanê yê yekem û duyem û hilweşîna împratoriya Osmanî de, biryar bû Kurd di bin serokatiya #Şêx Mehmûd# ê Hefîd de bibine xwedî dewleteke serbixwe. Piraniya eşîretên Kurdistanê jî pê re peyman girêdan û piştgiriya xwe jê re diyarî kirin û bi mal û hêza xwe ve alîkariya wî kirin û di encamê de alaya hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê hate bilindkirin û ew wek melikê Kurdistanê hate destnîşankirin. Lê belê bi pîlanên hakimên leşkerî yên Îngilîzê û hevalbendên wan yên li dijî dewleta Kurdî û destwerdanên wan di sala 1919an de, şer tûşê Melik Mehmûd kirin û li “Berde Qehriman” bi birîndar hate girtin û di destpêkê de cezayê îdamê bi ser de hate sepandin û paşê jî bi deh sal cezayê girtîgehê hate guhertin. Lê agirê şoreşê gurtir bû û serbestberdana Şêx Mehmûd bû daxwazeke giştî, lewra neçar man ku cezayê wî yê deh sal girtîgehê hilweşînin û di 30/9/1922 de Şêx vedigeriya Kurdistanê û carek din wekî Melik desthilat bi dest ve girt. Dîsa ji aliyê Îngilîzan ve astengî bo hatine pêş û bi dehan pirsgirêk bo çê kirin û bêhûrmetî li desthilatdariya wî û kesayetên derdora wî kirin. Şêx neçar ma ku li hember Îngilîzan derkeve û dîsa şer di navbera hêzên Kurd û du Ertêşên hevpar ên Brîtaniya û Iraqê de ku du hêzên hevpar bûn derket.
Hêzên Îngîlîz û Iraqî bi bertîl, pîlan, çek û zorê gelek rojnamevan, rewşenbîr, serokeşîre û kesên nêzîkî Şêx Mehmûd jê dûr xistin û pê re şer firotin. Spaha Îngilîz û hikûmeta Iraqê bi bombe û balafir û çekên giran ve hêzên Malik Mehmûd roj li pey rojê têk birin û sînorên desthilata wî teng kirin û neçar man ku ber bi Pêncuwênê û sînorên Merîwan û Banê ve paşekêşeyê bikin. Hêz, navend û hinek berpirsên derdora malbata Şêx li Pêncuwên û sînorê Merîwanê bi cih bûn û di sala 1925an de biryar hate dan ku Şêx û malbata wî derbasî Başmaxê bibin.
Hêzek ji Merîwanê çû piştgiriya hêza Şêx û derbeyeke giran li hêzên Îngiliz û Iraqî yên ku hatibûn Pêncuwênê dagîr bikin, xistin. Di belgeyeke Brîtaniyayê de ku wek rapor hatiye amadekirin, bi vî rengî behsa êrîşa wê hêza li Merîwanê dike: “Di Îlona 1926an de Şêx Mehmûd Hefîd ji Kurdên Îranê hêzek pêk anî bi taybetî ji “Gelbaxî, Rezew, Tîleko” û li herêma Merîwanê kom bûn û bi wê hêzê ve navçeya Pencuwên girtin.
Di sala 1926an de li “Nalparêz û Sê Buwaran” di navbera ertêşa Brîtaniya û hêzên Malik Mehmûd de şerekî giran rû da û top û balafir û bombên dijmin givaşek zêde bo hêzên Kurdî anîn, lê berevaniya lehengane ya hêzên spaha Kurdan pêşiya dijmin girt. Kurdan şerê man û nemanê dikirin û hejmareke mezin ji leşkerên Brîtanî hatine kuştin û birîndarkirin, heta balafirek Brîtanî ku çeperên şer bombebaran kiribû, neçar mabû ku li devera di bin kontrola hêzên Şêx Mehmûd de dakeve, balafirvan ku du kes bûn dikevine destê Kurdan û dibine bo baregeha serkirdayetiya şoreşê ku wê demê li gundê “Silejêr” ê Merîwanê bû.
Îngilîz di belgenameyan de behsa wî şerî û bi dîlgirtina balafirên xwe dikin. Fermandên Îngîlîz û Mîrî daxwaz kirin ku balafirvanên bi dîl hatinî girtin bibînin. Wan kesek bi navê “Dr. Şuwa” bo dîtina balafirvanan diyarî kir û li sala 1926an gihîşte gundê “Wilejêr”. Dr Şuwa balafirvanên bi dîl hatinî girtin dît, ku rewşa wan baş bû û cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn. Piştî ku ji tendirustiya wan piştrast bû, çû cem Şêx Mehmûd û hin nêrînên xwe bi hev re guhertin.
Dema ku hêzên Melik Mehmûd li sînorê Merîwanê asê bibûn, di navbera Mehmûd Xanê Kanî Sanan û Mehmûd Xanê Dizlî de pevçûn derketibûn. Wê demê nakokiya di navbera her du serokên eşîran de ku hêzên sereke yên ertêşa Melik Mehmûd bûn, derbeke giran li şoreş û têkoşîna Kurdan xistin. Di rewşeke wiha dijwar de, hikûmetên Îran, Brîtaniya û Iraqê biryar dan ku bi hev re êrîşî ser Pêncuwên û Merîwanê bikin û zextê li hêzên Kurdan bikin.
Mehmûd Xanê Kanî Sanan
Di raporeke li jêr navûnîşana: “Raporek li ser operasyonên têkildarê dagîrkirina Pêncuwênê ji 18ê Nîsanê heta 7ê Gulana 1927an”, ku di arşîva nîştimanî ya Brîtaniyayê de hatiye parastin, behsa wî şerî dike. Li gorî wê raporê ku ji aliyê zanîngeha Soran ve bo ser Kurdî hatiye wergêrankirin û di sala 2019an de hatiye weşandin, di navbera Kurdan û hêzên dagîrker de şerekî giran rû daye û hêzên dagîrker rastî derbeyên giran hatine. Di raporê de hatiye nivîsîn, hêzên Brîtaniya û Iraqî planeke leşkerî ya berfireh ji bo girtina Pêncuwênê amade kirine, ku tê de 2 yekîneyên leşkerî yên bihêz, topxaneyeke mezin, hêzên asmanî û balafirên şer ên Iraq û Brîtaniyayê beşdar bûne. Di raporê de behsa girîngiya balafirên şer û çekên giran hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku eger top, reşaş û bombeyên balafirên şer nebûyana, girtina Pêncuwênê û têkbirina Kurdan zehmet bû.
Piştî girtina Pêncuwênê, Şêx Mehmûd çend salan li gund û çiyayên aliyê Îranê û sînorê Merîwanê dimîne.
Dema ku hêzên piştevaniya Şêx Mehmûd hatine dûrxistin, hêzên leşkerî yên Îranê ragihandin ku ew li ser wê yekê rijd in ku li 14ê Gulana 1931an ji çiyayê “Sûrên” Şêx derxînin ku navçeyeke sînorî ya Merîwanê ye. Di heman demê de li aliyê Iraqê jî hêzên çekdar ên wî welatî û Brîtaniyayê xwe ji bo êrîşeke hevdem amade dikirin da ku eger Şêx derbasî sînor bû êrîşî ser bikin. Ew amadebaşiya dijminan û nakokiyên navbera hêzên Kurdî, Şêxê nemir xiste nav tengasiyan û neçar kirin ku dest bavêje bi danûstandina bi Îngilîzan re.
Di 13ê Gulana 1931ê de û di wê rewş û tengasiyê de û berî ku du hêz ji herdu aliyên sînor ve êrîşî ser wî bikin, Şêx Mehmûd neçar dimîne ku tevgera xwe rawestîne û her wê şevê derbasî axa Iraqê bibe. Piştî hevdîtinên bi “Kapitan Vîvan Holt” re, ku “Sir Francis Humphreys” Nûnerê Bilind ê Îngilîstanê bi navê xwe şandibû, Şêx xwe teslîm kir.
Barzincî, Meirûf, Umer, (2000). Mehmûd Xanê Dizlî, Şoreşgêrê Rojhilatê Kurdistan, çapa duyem, Silêmanî, Nivîsîngeha Azad bo Çapemenî. (Rûpela 117)
Xwace, Ehmed (2016). “Çim Dî”, amadekirina Sadiq Salih, Silêmanî, binkeya Jîn. (Rûpela 308)
3. -----(2019) Wergêran ji Îngilîzî ve: Rewend Sebah Ehmed, “rapora dagîrkirina Pêncuwênê ji 18ê Nîsanê heta 7ê Gulana 1927an” Zanîngeha Soran, Tehran. (Rûpela 127)
Barzincî, Meirûf, Umer, (2000). Mehmûd Xanê Dizlî, Şoreşgêrê Rojhilatê Kurdistan, çapa duyem, Silêmanî, Nivîsîngeha Azad bo Çapemenî. (Rûpela 124)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览76
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-03-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 20-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):18-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览76
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.175 KB 18-03-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!