图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,301
图片 105,002
书籍 19,456
相关文件 97,734
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîrnişîniya Merdasiyan li navçeya Diyarbekirê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîrnişîniya Merdasiyan li navçeya Diyarbekirê

Mîrnişîniya Merdasiyan li navçeya Diyarbekirê
Mîrnişîniya Merdasiyan li navçeya Diyarbekirê
Leyla Zemanî

Mîrnişîna “Merdasî” yan “Mîrdesî” di dîroka Kurd de gelek naskirî ye û xwendevarên dîrokê gelek navên “Ekîl, Palû û Çermûk” bihîstine. Bi taybetî di #şerefname# ya #Şerefxanê Bedlîsî# de bi hûrî behsa wan hetiye kirin. Di behsa hakimên Diyarbekirê de bi beşek dîroka bi navê Ekîl, Palû û Çermûl re rû bi rû dibin. Destpêkê pêwîst e em bizanin Merdasî kê bûne? Merdasî navê eşîreyek ji Kurdên Diyarbekirê ye ku nîştecihê navçeya Ekîl in.
Di destpêka sedsala 17an a Koçî de, mîrnişînek li navçeya Ekîlê hate damezrandin ku her bi navê eşîretekê ku li wir dijiyan, bi mîrnişîna Merdasî hate navûbangkirin. Şeref Xanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya Şerefnameyê de dibêje: Avakerê wê mîrnişîniyê rîşeya wan vedigere ser Ebasiyan. Ew piştre tên û li navçeya Kurdistanê bi cih dibin. Hem ji aliyê olî û hem jî, ji aliyê aborî û civakî ve di nava xelkê de xwedî bandor bûn û li Diyarbekirê bala beşek ji xelkê bo aliyê xwe radikêşin. Merdasî di destpêkê de bi navê rêbertiya olî, şêxatî, îrşad û perwerdehiya olî ve dest bi kar bûn. Lê piştî ku di nav xelkê de bandorek mezin peyda dikin, dikevine bîra damezrandina mîratî û fermanrewayiyekê li navçeya Ekîl û herwisa hevrê û yekgirtîkirina eşîret û tayfeyên wê navçeyê ku dibe yek ji xeyalên wan ên sereke û bi vî awayî ew dikarin hem ji rêya bandora olî, hem ji rêya aborî û civakiya xwe ve destûpêwendiyek baş ji eşîre û tayifeyên navçeya Diyarekirê bo aliyê xwe rabikêşin û bi vî rengî mîrnişîniyek mezin ava bikin.
Eşkere ye ku mîrnişîna Merdasî hem di warê demê de gelek dewam aniye û hem gelek kes tê de hakimdarî kirine. Di sê şaxe de mîrên Ekîl, Palû û Çermûkî desthilatdarî kirine. Ew sê şaxane ji Merdasiyan bîst û yek emîr hebûne û mîratî bi ser van herêman de kirine. Wate jimara emîrên wan gelek zêde bûye.
Şeref Xanê Bedlîsî
Yekemîn mîr û kesayetiyê navdar yê malbata Merdasî, kesayetiyek bûye bi navê “Pîr Mensûr”ê kurê “Husên” ku di destpêkê de pileya şêxatî hebûye û Şerefxan di şerfnamê de behsa keşf, kiramet û berevanî û zanyariyên wî dike. Pîr Mensûr destpêkê li herêmê perestgeheke mezin ji bo rênimîniya xelkê ava dike û xelkê wê herêmê hatin û çûna wî dikin. Bi vî awayî gelek peyrew û hogiran li dora xwe kom dike û bi vî awayî karê xwe pêş dixe. Piştî Pîr Mensûr, kurê wî yê bi navê Pîr Mûsa kete şûna wî û derkete ser textê şêxatiyê. Pîr Mûsa jî li gundê Pîranê xaneqayeke mezin ava dike. Gundê Pîranê jî navenda kelehê û şûna desthilatdariya Ekîl bûye. Piştî Pîr Mûsa, kurê wî wate “Pîr Bedir”, erk û karûbarên rênimîniya olî ya xelkê kêşaye stûyê xwe û karûbarên xaneqa û perestgeha xwe bi rê ve dibe. Pîr Bedir di warê siyasî de ji yên beriya xwe wate Pîr Mûsa û Pîr Mensûr bêtir têgihîştî û hişyartir bûye.
Her lewma ew rêberiya olî kire pîlekanek ji bo bidestvegirtina pileya siyasî yan bi watayek dinê wî karî ji ol, xaneqa, perestgeh û şêxayetî wek pîlekanekê bo derbaskirina karûbarên siyasî û birêveberayetiya dinyayî sûd werbigire. Her lewma di nav şûnketiyên xwe de dema ku dît ku hemû amade ne destûrên wî bi rê ve bibin û ji bilî cîbicîkirina karûbarên xaneqa û perestgehê, erkên civakî jî bi stû bigirin, hewaya mîratiyê kete serê wî û gelek leşker, siwar û çekdar li dora xwe kom kir û cara yekem keleha Ekîl li naçeya Pîran dagîr kir. Bi vî rengî wî bi awayekî fermî desthilatdariya Ekîlê ragihand. Piştî demekê yek ji sultanên Selçûqî hêzeke mezin û zêde ber bi keleha Ekîlê û bi mebesta jinavbirina desthilata Kurdên Ekîlê xiste hereketê. Di wê demê de Pîr Bedir li wir desthilatdar bû. Li hemberî êrîşa berfireh a Selçûqiyan, Pîr Bedir neçar ma ku wê derê bicih bihêle û berê xwe bide Miyafarqînê.
Her ew êrîşa Selcûqiyan, Şeref Xan wiha behs dike: “Dema ku Pîr Bedir ji ber zilma sultanên Selçûqiyan reviya û çû Miyafarqînê û penaha xwe bo Mîr Hisamedîn ê hakimê wir bir û heyamekê li wir xwe veşart û rojên xwe derbas kirin da ku Sultan Elib Erselanê Selcûqî, Mîr Erteq ku ji aliyê xwe ve kiribû waliyê Mêrdîn û Amedê bo rûbirûbûna bi Kurdan re û bo şerkirin li dijî Mîr Bedir ber bi Miyafarqînê dişîne. Bi kurtî Emîr Erteq ji bo dagîrkirina keleha Miyafarqînê hate erkdarkirin û erkê xwe bi cih anî. Dordora kelehê girt û rûniştiyên kelehê xistine tengasiyê. Qeza û qedera esmanî wisa bû ku tîrê leşkerê Emîr Erteq li kezeba Emîr Hisamedîn yê serokê kelehê bikeve û ew mîrê mezin ew cîhane bi cih hêla û êdî piştgirên wî nekarîn li hember dijmin rawestin û roj bi roj bêhêz û lawaztir dibûn. Heya ku wisa jê hat şevekê Emîr Erteq êrîşî ser kelehê kir û ew girt û her kesê ku di kelehê de bû kuşt û nehêşt kesek sax bimîne. Di wî şerî de Pîr Bedir şerbeta şehadetê vexwar û êdî kesek ji mîrên Ekîlê bi zîndî neman, ji bilî zarokek ku di zikê jina Pîr Bedir de bû. Lewma jî eşîra Merdasî bi şev û roj li benda jina ducanî sekinîn ku zaroka wê bê dinê û herwisa jî bû. Xwediyê mezin ji xezîneya xeyb ve gewherek bi nirx daye malbata Merdasî.”
Wate bi kurtî ewa ku Şerefxan besh dike ewa ye ku di sala 1073ê Koçî de, Pîr Bedir ku tê kuştin, kes ji malbata Merdasî namîne. Tenê hêviya ku hene zarokek e ku di zikê jina ducanî de ye. Dema ku ew zarok ji dayîk dibe navê wî dikin “Bulduq”. Ew kurê mîr dema ku mezin dibe ji ber zîrekiya dayîka wî û ew perwerdehiya ku kiribû û herwisa ji ber hevkariya eşîreta Merdasî, li ser karûbarê hikûmetê tê rahênandin û cihê bavê xwe digire û dibe hakimê Ekîlê û heyameke zêde bi hêz ve fermanrewayiya wê navçeyê dike. Piştî mîr Bulduq, kurê wî wate Îbrahîm cihê wî digire. Îbrahîm pêka wê ku Şerefame li ser nivîsiye, dest avêtiye bi avedankirina welat û geşedana wekhevxwazî û xizmetkirin bi reiyet û hikûmetek qahîm û bi hêz ava kir. Ew hikûmete ji aliyê xelkê ve gelek bi başî dihate piştevanîkirin. Lê mirinê derfet neda û ew jî her di temenek kêm de koça dawî kir. Piştî mîr Îbrahîm, mîr Mihemedê kurê wî tê ser desthilatê û mîr Mihemedê Merdasî jî wekî bavê xwe temenê wî kurt dibe û di temenek kurt de dimire. Mîr Mihemed sê kur hebûn yên bi navên “Îsa, Teymûrtaş û Husên”. Ew sê kurane jî wekî mîratê ser wê desthilatê rûniştin û di navbera xwe de par vekirin. Wate yek ji wan dibe hakimê Ekîlê, yek dibe hakimê Palûyê, yek din jî dibe hakimê Çermûk yan Çermikê. Bi vî rengî Merdasiyan di sê beşên cuda de dest davêjin bi mîratiyê û dibine xwediyê bîst û yek mîran.
Wekî me got Merdasiyan bi ser sê bavan de têne parvekirin û her yek ji wan dibine hakimê navçeyekê.
Şaxa yekem dibine fermanrewayên navçeya Ekîlê. Mîrên navçeya Ekîlê heft kes bûn ku pêk hatine ji: Emîr Îsa Ekîl, Emîr Dewlet yê şahê Ekîl, Emîr Îsayê Sanî an jî Duyem, Emîr Mihemed Begê Ekîl, Emîr Qasim Begê Ekîl, Emîr Murad Begê Ekîl û Emîr Ceifer Begê Ekîl.
Şaxa duyemîn a mîrên Merdasî yên mîrên herêma Palûyê li navçeya Diyarbekirê bûn ku heft emîrên wan hebûne. Ev mîrane ev in: Emîr Teymûrtaşî Palû, Emîr Hemzeyê Palû, Emîr Husên Begê Palû, Emîr Cemşîd Begê Palû, Emîr Husênê Xanê Palû, Emîr Hesen Begê Palû, Emîr Ehmed Begê Palû.
Şaxa sêyem a mîrên Merdasiyan, fermanrewayên Çermûk in li navçeya bakurê Diyarbekirê ku heşt emîrên wan hebûne. Ev mîr ev in: Emîr Husêns Çermûk, Emîr Seyfedînê Çermûk, Emîr Yûsfê Çermûk, Emîr Walabeykî Çermûk, Emîr Elî Beykê Çermûk, Emîr Esfendiyariyê Çermûk, Emîr Bayêndorê Çermûk û Emîr Mihemed Çermûk.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览98
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-03-2024
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 25-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):18-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览98
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.132 KB 18-03-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,301
图片 105,002
书籍 19,456
相关文件 97,734
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!