图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,510
图片 105,107
书籍 19,510
相关文件 97,771
Video 1,412
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Wilegewir” keleheke serdema Medan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

“Wilegewir” keleheke serdema Medan

“Wilegewir” keleheke serdema Medan
“Wilegewir” keleheke serdema Medan
Pêşewa Kurdistanî

Li başûrê gola Zirêbara Merîwanê, di navbera gundên “Nê û Kanî Sanan” de kelehek û şûnwarek heye ku îşare ne bi nerîna lêkolerên şûnwarnasî ku dibêjin li başûrê Zirêbarê keleheke kevnar a serdema Medan hebûye. Ev #şûnwar# e ku jê re “Kune Dêw” an jî “Wilegewir” tê gotin, li ber zincîre çiyekî hilkeftî ye û li deşta Merîwanê dinêre.
“Kune Dêw” yan keleha “Wilegewir” di sala 2003an de ji aliyê girûpeke şûnwarnasiyê ya zanîngeha Hemedanê û îdareya şûnwarnasî ya parêzgeha Sinê ve hatiye kolandin. Li ser girê kelehê hin kozik û bermahiyên mîmarî yên kelehsaziyê hatine dîtin û li gorî kozik û şûnwarên hatinî dîtin yên dinê, “Wilegewir” ji aliyê wê girûpê ve wekî şûnwareke çaxa Hesin, hezarsala yekem a berî Zayînê û serdema Eşkaniyan bi fermî hatiye tomarkirin. Serdema Hesin ji sala 1500 a beriya Zayînê ve dest pê dike û heta dawiya desthilata Hexamenişînan wate di sala 550ê beriya Zayînê de bi dawî dibe. Tevî wê ku ev kelehe tomara netewî hatiye kirin, lê hin kesan bi awayekî neyasayî ew kolandine û bi kolandina neyasayî dîmenê kelehê têd dane.
Dîroka ku şûnwarnasan ji bo kelehê destnîşan kirine, wate hezarsala yekem a beriya Zayînê, vedigere bo serdema desthilata Zamwayî, Manî, Med û heta Eşkaniyan. Ew girûpa ku ew kelehe lêkolîn kiriye, pisporiya wan taybet e bo serdema Eşkaniyan û renge her ewa jî bûbe sedemê wê ku ew dîroke bo hatiye diyarîkirin; Ji ber ku ev dever ji ber niştecihbûna mirovan ji wê demê pir kevntir e û ger wan di qatên jêrîn ên kelehê de axa kûr lêkolîn kiribana, dê dîrokek kevntir eşkere biba. Dema mirov ji bilindahiyê ve li Wilegewirê dinêre, bilindahî û nizm nîşan dide ku di binê çiya de kelehe tepiya ye ku ji ber derbasbûna demê, derz û bandora sirûştê, reng û şeklê navçeyê li xwe girtiye û dar û giya li derdorê kelehê şîn bûne. Daristana li ser kelehê zêde mezin e û wek tê zanîn darên berû yek ji wan daran e ku pir zehmetî bilind dibe û geşe dike. Ewa ku ew kelehe tepiya ye, bûye beşek ji sirûşta derdorê û daristanek mezin jê şîn bûye û kevnariya wê şûnwarê nîşan dide.
Girê Wilegewir 1,411 metre ji asta deryayê bilind e û xelkê gundên derdorê jê re “Kune Dêw” jî dibêjin. Rûber û pantayiya sînorê keleha Wilegewir bi qasî yek û nîv hiktar dibe. Li aliyê başûrê kelehê kunek tê de ye ku di navtenga çiya de ye û mîna deriyekî hilweşiyayî ye ku bi firehiya 85 santî metreyan e. Ew kune wekî zinar bi taşekevirên mezin hem li ser ban û hem jêr pê hatiye perdepoşkirin û mirov dikare tê de hatin û çûnê bike. Ew kesên ku berê çûne nav wê kunê, xwe gihandine salonekê ku bi kevirên 20/2 metre bilind û 80 santîmetre firehî hatiye dîwarçin û veşartin. Tê gotin ku ev kune heta aliyê din ê gundê Kanî Sanan dirêj bûye, ku kaniyeke mezin li wir e û renge ava kelehê ji wê kaniyê hatibe dabînkirin. Dibe ku ev kelehe rêyeke veşartî ya keleha Wilegewir bûbe ji bo derbasbûn ji destê dijmin, herwisa belkî di dema dorpêç, alozî û şer de av û pêdiviyên kelehê ji wir ve anîbin. Kal û pîr dibêjin ku carekê çend siwar bi hev re bi şikeftê re derbas bûne. Pêwîst e em wê yekê jî bizanin ku kûrahiya di navbera Wilegewir û Kanî Sanan de 5\1 kîlometre dibe. Kesên kal û pîr li ser kelehê bircek dîtine û dibêjin ku bo pasevanî û çavdêriyê pênc û şeş bircekên wê hebûne.
Wilegewir peyveke hevedudanî ye û ji du beşan pêk hatiye, beşa yekem wate “Wil” peyveke Hewramî ye ku tê wateya “Dexme” û “kun” û beşa duyem jî “gewir” e ku heman (gibir) e ku di helbest û wêjeya Farsî de pir hatiye bikaranîn. Di piraniya ferheng û peyvdanan de peyva “gewir” bi wateya Zerdeştî hatiye û ev peyve di zimanê Kurdî de jî wek “gawir” jî hatiye bikaranîn. Di piraniya deqên edebî yên Îranê de jî gewir û gawir bi wateya “mox, agirperest û tersa” yan “Abidê Îsayî” hatiye ku li cihê “kafir, murhîd û xwedenenas” hatiye bikaranîn. Ev nave gelek kevin nîne û vedigere bo piştî hatina Îslamê bo navçeyê, ku hemû şûnwarên kevnar ên beriya Îslamê bi yên gawir, mecûsî yan agirperest zanîne. Wilegewir jî bi dexme û kun û şikeftek zanîne ku ya kafir û gewir û agirperestan bûye û lewam ew nave xistine ser.
Wekî ku me xwendiye, hezarsala yekem a beriya Zayînê dîrokek bû ku lêkolînerên şûnwarnasî yên zanîngeha Hemedanê bo keleha Wilegewirê diyarî kiribûn; Her wekî em dizanin ku ew dîroke taybet e bi serdema êrîşên Asûriyan û desthilatdariya Medan li Merîwanê û zincîre çiyayên Zagrosê ku xwediyê sedan kelehan bûne. Li vir hewce ye bê gotin ku her li navçeya Merîwanê bi dehan şûnwar û kelehên kevnar hene dibe ku piraniya wan yên wê serdemê bin an jî belkî yên serdemên kevnar û berê bin, ku 25 keleh her di sala 2002an de ji aliyê navendên şûnwarnasî ve hatine peydakirin û wek şûnwarên kevnar hatine tomarkirin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览72
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 26-03-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 03-03-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 26-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):26-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览72
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.132 KB 26-03-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,510
图片 105,107
书籍 19,510
相关文件 97,771
Video 1,412
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!