图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,765
图片 105,942
书籍 19,364
相关文件 97,463
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
SEDEMÊ KUŞTINA ŞEREF XANÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şerefxanê Bidlîsî

Şerefxanê Bidlîsî
SEDEMÊ KUŞTINA ŞEREF XANÎ
#Mûrad Ciwan#

‘Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’
M. Dehqan û V. Genc ên ku bi xurdekarîyeka rêkûpêk li ser tarîx û awayê mirina (kuştina) Şeref Xanî rawestiyane (b. nivîsa berî vê; “Kuştina Mîr Şeref Xanê Bedlîsî”), li ser sedemên kuştina wî, belge neanîne, bi esehî nizanin ku Şeref Xan çima hatiye kuştin.
Lê balkêş e, li ser sedemê kuştina wî, gelek texmîn û spekulasyon anîne pêş ku dikare rê li ber xwendevanan wenda bike û bibe sedemê hin qenaet û tohmetên şaş yên tarîxî.
Li gel hin teoriyan, hê rasttir spekulasyonan, ew zêdetir girîngiyê didin ku Şeref Xan muhtemelen bûbû dilsozê safewiyan û hevkarê, heta serokê Celaliyên Anadoluyê yên ku wê demê li gelek deran serî hildabûn.
Lêkoler, Ahmed Paşa jî wek dijminê Celaliyan nîşan didin. Ev spekulasyona wan, digihê wê dereceyê ku bêyî tu îşaret hebin, ew Xelef Begê birayê Şeref Xan, ji bo kuştina birayê xwe bi hevkariya li gel osmaniyan gumanbar dikin.
Bi a wan, yek ji delîlên hevkariya Şeref Xan a li gel Celaliyan dikare ew be ku du nusxe destxetên Şerefnameya wî li ba Husên Canpolatê mîrê Kilîsê hebûne. Ew, Husên Paşa dikin hevkarê Qereyaziciyê Celalî û Şerefnameyê dikin delîlê hevkariya bi Celaliyan re.
A rast, Husên Paşayê ku bi Qereyazicî re hevkarî kiriye ne Husên Canpolat, lê Husên Paşayê beglerbegiyê Qeremanê ye. Qereyazicî li Urfayê ji bo xwe xelas bike, vî Husên Paşayî teslîmê osmaniyan dike, ew wî dibin li Stenbolê bi awayekî sosret îdam dikin.
Rastiya din, Mîr Husên Canpolat ,wekî mîrên din ên kurd tevî eskerên xwe berê hatibû alî Serhedê ji bo sefera Osmaniyan a ser Îranê. Wî cara pêşîn Çaxalazade Sînan Paşa jî di sefereka wiha de naskir, ew bûn dost û di paşerojê de qedera wan di buyerên balkêş de giha hev, ta ku sadrazam û serdar Sînan Paşa bû qatilê Husên Canpolat. Şeref Xan jî tevî van seferan dibû. Mîrên kurdan li wê derê digihîştin hev, wan hevdu baştir nasdikir. Nasîna Şeref Xan û Husên Paşa ew qas nêzîktir e.
‘Celalî’ ne têgehek e ku navê tevgerên pêkvebestî yên bi armancên mişterek û di bin hiyerarşiyekê de ava bûbin. Li ba osmaniyan ‘celalî’ bi maneya ‘îsyankar’, ji tevgerên gelek cuda, yên dewrên cuda, herêmên cuda, armancên cuda re dihat gotin. Husên Canpolat bi xwe serî hilnedaye, heta ew bi fermana paytextê li hember celaliyan derketiye seferê jî. Yê serî hildaye piştî kuştina Husên Canpolat Paşa li Wanê, biraziyê wî û wekîlê wî yê mîrekiya Kilîsê û mîrêmîranê Helebê Alî Beg e. Lêkolerên biyanî vê serîhildanê wek ya Celaliyan qebûl nakin. Ew serîhildaneka mîrê kurdan e ku heta armancên cudabûna ji dewleta osmanî, avakirina dewleteka serbixwe çuye.
Wek di nivîsa destpêka vê zincîreyê de diyarkirî, ne mîrê kurdan bûne celalî an serokên celaliyan, ne jî serîhildanên wan di nav axa mîrekiyên kurdan de rû dane. Esas, celalî û mîrên kurdan ne lihev bûn. Heta Şah Abbas, xweş pêşwazî li wan 13 hezar celaliyên ku di dewra Kuyucu Murat Paşa de têk çûn, reviyan û pena birin Îranê kir û dawiyê ew şandin Kurdistana nav Îranê da li hemberî kurdan şer bikin.
Ahmed Paşa ne merivê xas ê Padîşah, siyasetmeşînê paytextê û dijminê Celaliyan bû, bi eks, ew hem li Wanê, hem jî pişt re li Sêwasê bi yekîneyên xwe yên eskerî (mîrîmîran birlikleri) diçû talanên xelkên nav eyaletên ku ew lê bû, yan jî merivên xwe yên eşqiya bi behaneya bac û xeracê dişandin ser wan, xelk dikuştin, zindan dikirin, dişelandin.
Êrîş, kuştin û talanên ser mîrê Bedlîsê îhtîmaleka mezin ne dewama siyaseta Sultan bû. Gava Ahmed Paşa tê naskirin, fehm dibe ku Xelef Xan çima siyaseta dostaniyê li gel Sultan û ya neyartiyê li gel Ahmed Paşa meşand, zilma wî, ezabekî miweqet ê ser Bedlîsiyan dît, nameyeka hawar û gilîyan verêkir paytextê, xwest Sultan xelkê Bedlîsê ji zilma wî xelas bike:
Nevê wî, Alacaatlu Ahmed Paşa ye. Bi taybetî di dema begêbegantiya Sêwasê de li derûdora Gerger-Adiyamanê û Arapgîra Meletiyê (ku ev der jî li ser Sêwasê bûn) kuştin, girtin û talanên nedîtî kirine. Di vê bareyê de gilînameyên Taret Efendîyê qadiyê Arapgîrê ku ji Sultan re şandine naskirî ne. Wî ji Padîşah dixwest da ew xelkê ji bin zilma Alacaatlu rizgar bike. Ahmed Paşa li Sêwasê hevkarî jî bi Qereyazicî re kiriye.
Îskender Begê Munşî yê Tirkmanî, di Alemarayê Abbasî de, karên xerab ên Ahmed Paşa yên dema Wanê tîne ser zimên, dinivîse ku wî eşqiyayên xwe şandine pêşiya karwanekî bazirganên Şah Abbas, ew kuştine û talan kirine. Ji xwe gilînameya Xelef Xan a ji bo Sultan bi gelek awayî zilm û talangeriya Alacaatlu radixe ber çavan.
Nameya Xelef Xan û fermanên Sultan ên tehqîqatê, şandina nunerekî xwe yê pilebilind, wê qenaetê xurttir dikin ku kuştina Şeref Xan ji fermana paytaxtê, bi taybetî ji ya Sultan bêtir, bi eşqiyatiya Alacaatlu Ahmed Paşa encam daye. Ev, nayê wê maneyê ku li Anadoluyê û li paytextê hevkarên wî tunebûn. Paşayên wiha serîhilder wê demê ne kêm bûn. Mustafa Paşayê xelefê Alacaatlu jî hin îşaretên ber bi vir de dane.
Kuştina Şeref Xan yek ji wan buyerên gelek dijwar ên nîşana hevrikiyên navbera paşayên osmanî ên ji paytextê tayînkirî û mîrên Kurdistanê ên xwedan mîrekiyên irsî ye.
Rûdan nehatiye zelalkirin, gelek aliyên wê yên tarî hene. Lazim e xebateka cidî di arşîvên osmanî de bê kirin û buyer bê zelalkirin. Di arşîvan de, li ser buyerê gelek belgeyên ronahînedîtî hene.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览88
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 26-03-2024
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 31-07-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 26-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):26-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览88
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,765
图片 105,942
书籍 19,364
相关文件 97,463
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!