图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,750
图片 105,220
书籍 19,552
相关文件 97,915
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan

Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan
Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan
#Mûrad Ciwan#

Derûdora entelektuel a kurdan kêm-zêde hay ji hunermenda mala Bedirxaniyan; Leyla Bedirxana balerîn buye, lê ji naskiriyên malbata Babanzadeyên mîrên Silêmaniyê yên ku sirgûnî Stenbolê bûbûn hema hema tuneye.
Ji Babanan, du jinên di nav tirkan de naskirî hene ku kêmnasên civaka kurda ne. Du xwişkên ku li Stenbolê ji dayik bûn, li wê derê jiyan û li wê derê malavayî li dinyayê kirin:
Dîclehan Babana aktrîs a navdara sînemaya Tirkiyeyê û Neslîhan Kisaküreka hevjîna şairê tirk ê navdar Necîp Fazil Kisakürek; ustadê entelektuelên tirkên dîndar.
Di nivîsa vê hefteyê de ez ê bi kurtî behsa Dîclehan Babanê û di ya bê de jî ya Neslîhan Kisakürekê bikim, bi hêviya ku nesla gênc berfirehtir li ser wan û Babanzadeyên Stenbolê yên din rawestin.
Mezinên xanedaniya Babanan, piştî hilweşiyana mîrekiyê sirgûnî Stenbolê bûn. Li vê derê heta nuha jî gelek kesan ji malbatê di jiyana siyasî, dîplomasî, zanistî, sermiyangêrî, kulturî û hunerî ya Tirkiyeyê de cihên xwe girtin, rolên aktîf leyistin.
Yek ji wan jî malbata Mistefa Zîhnî Paşayê Baban e ku di dewleta Osmanî de walîtîyên Helebê, Selanîkê û Bursayê kirin, bû wezîrê Maliyeyê, yê Bazirganiyê û Çandiniyê. Piştî îlana Meşrûtiyeta II’yê bû endamê Meclisa Ayanan û Serokê Şuraya Dewletê.
Çar kurên Mistefa Zihnî Paşa hebûn; Ahmed Naîm, Îsmaîl Heqqî, Husên Şukrî û Suleyman Hîkmet.
Ahmed Naîm di wezaretên derve û perwerdeyê de postên bilind wergirtin, bû mamosteyê zankoya Stenbolê, dersên felsefê, mantiqê, derûniyê û exlaqê dan, bû rektore Daru’l Funûnê. Rojnamevanî û sernivîsarî kir. Zanayekî îslamê yê navdar bû, Hedîsên Buxarî wergerand ser tirkî, muqedîmeyeka 500 rûpel jê re nivîsî. Wî eserên felsefî yên ji zimanên ewropî jî guhertin ser tirkî.
Kurê din; Îsmaîl Heqqî Babanzade, bû profesorê hiqûqa destûrê. Di rojnameya meşhûr Tanînê de nivîskarî kir.
Husên Şukrî Baban di salên berî şerê cîhanê de di Rojî Kurd’ê de nivîsî, piştre bû sernivîserê rojnameya tirkî Tercumanê, bû profesore îqtîsadê, dekantiya Fakulteya Îqtîsadê a Zankoya Stenbolê kir.
Suleyman Hîkmet Baban nivîskarî kir, di meclisa yekê a Tirkiyeyê de mebûsê Silêmaniyê bû. Kitêba bi navê Li Swêdê Tevgerên Kooperatîfan wergêra ser tirkî. Bavê yek ji kesayetiyên naskirî yên Tirkiyeyê Mustafa Cîhad Baban e ku wek rojnamevan, siyasetmedar û wezîr heta van deh salên dawiyê navûdeng da. Cihad Baban di 1984an de mir. Gelek kesên Babanan hê jî di civaka Tirkiyeyê de rolên berbiçav dilîzin.
Dîclehan Baban di 3ê gulana 1934(1932?)an de li Stenbolê, taxa Aksarayê hat dinyayê. Ji malbata kurdên Baban e. Keça yek ji waliyên kevn ên Tirkiyeyê Recaî Nuzhet Baban e. Walî Recaî, kurê Yehya Nuzhet Paşayê Baban e ku ew jî kurê Alî Begê kurê Xalid Paşa ye.
Li gor agahiyên bîranînên Qedrî Cemîl Paşa di arîfeya Şerê Cîhanê ê Yekê de, gava ew ji bo xwendinê çû Ewropayê, wî têkilî bi gencên kurd re danîn ku yek ji wan jî Recaî Nuzhet Baban bû. Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa, Şemseddîn Cemîl Paşa, Babanzade Recaî Nuzhet, Selîm Sabitê Dersimî û gencên din ên li Swîsreyê, li Lozanê bi hev re şubeyeka komeleya gêncên kurd Hêvî (Hevî Cemîyetî şubesi) danî.
Keça walî Recaî Nuzhet Dîclehan Baban, ji sala dawîn a Lîseya Keçan a Çamlicayê (Çamlıca Kız Lisesi) veqetiya, ji Konservatuara Şarederiya Stenbolê beşê muzîkê mezûn bû. Di salên 1950î de li Radyoya Stenbolê şerqî (stran) gotin.
Cara pêşîn di 1959an de, di fîlmê ‘Şofêr Nebahat’ de dest bi lîstikvaniya sînemayê kir. Di zêdetir ji sedê filman de rol girtin. Li rex sînemayê bi tiyatroyê jî mijûl bû. Li Tiyatroya Tevhid Bilge û Opraya Piçûk a Aksarayê derket ser sahneyê.
Di sînemayê de bi giştî rolên jinên ‘vamp’, ‘jina zerî ya dilreş’, ‘dêmarî’, ‘jinika dexs a rêlibergira rola jinika derece yekê’ girt.
Rola jina xerab a derece duyê bû marke jê re û ew di civaka temaşevanên sînemayê de her bi wê dilreşiya xwe meşhûr bû. Piştî 40-50 salan hîn jî gava behsa Dîclehan Babanê tê kirin qaraktera jina dilreş û bêyom a di sînemayê de tê bibîranîn. Ew qas rêz li rola xwe digirt û serkeftî bû.
Rexnegirên sînemayê rûmeteka mezin dane Dîclehan Babanê ku wê ‘rola vampiyê’ jî wergêraye ser sipehîtiya esaleta kultura burjuwaziyê. Dihat gotin ew esas li ciyekî şaş hatiye dinyayê, ji dêlva Yeşîlçama herwarteng, diviya ew li Hollywodê ji dayikê bibûya.
Yeşîlçam, ji bo hunermendeka wek Dîclehan Babanê dihat wateya bêxwedîtiyê, belengazîyê û birçîbûnê, ku sefalet bi xwe re dianî.
Meşhûr e ku sefaleta Yeşîlçamê ya meriv radikêşe ber bi întîharê, yan jî bi kanserê dikuje.
Dîclehan Babanê sê caran teşebusa întîharê kir, lê ew hat xelaskirin. Teşebuseka wê ya întîharê di salvegera wê rojê de bû ku bavê wê miribû.
Dawiya dawîn ew di 3yê çileya pêşîn (desember) a 1978an de li Stenbolê bi kanserê mir.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览24
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 26-03-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 03-07-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 历史
城市: Istanbul
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 26-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览24
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,750
图片 105,220
书籍 19,552
相关文件 97,915
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!