图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,800
图片 105,898
书籍 19,376
相关文件 97,467
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ II
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ II
#Mûrad Ciwan#

Hefteya çûyî, bi behsa zelalkirina alîyê destûrî yê referandûmê dawîya nivîsê hatibû, niha ez ê mihawele bikim ronahîyê bidim ser alîyê duyem: konjuktura siyasî.
***
Kartêkirtirîn alîyê referandûmê, yê siyasî yê konjuktura heyî ye. Hêza desthilatdar, her awayê rê û dirban bi kar tîne da karibe guhertinên destûrê bi rêjeyeke bilind bide qebûlkirin. Hevkarî li gel baskê MHPê ê navendê kiriye. Rewşa neasayî, ra û bizavên redkirina referandûmê tengav kirine. Berpirsên îdarî û ewleyî desthilat kirine zext ji bo rêlibergirtina çalakîyên mixalif. Medya bi piranî ketiye bin destê desthilatê û fişara wê; akademîsyen, nivîskar û rojnamevan bi tuhmetên terorê hatine girtin. Derfetên nasandina kilûkêmasîyên û xerabîyên guhertinên nuh, kêm bûne. Di serî de li Kurdistanê, li hemû deveran û hema hema di nav hemû çîn û tebeqeyan de girtinên bi girseyî berdewam in. Bêterefî û serbixweyîya dadwerîyê nemaye. Li Kurdistanê ji ber şerekî dijwar ê narewa, xelk talan bûne, bê war mane. Sindoqên referandumê, dê di rewşeke gelek tengav a nedemokratîk de bên danîn.
Ji alîye din ve, baskên erê-nayê yên rikeberîya li ser referandûmê, gelek tevlihev in; ne ku li alîyekî azadîxwaz, demokrasîxwaz û pêşkeftinxwaz, li yê din mihafezekar û dijberên azadî û demokrasîyê hatine hemberî hev. Li her du alîyan jî, ji hêzên maqûl bigire heta yên gelek qirêj kom bûne: Li ba erêxwazan AKP, baskê navendî yê MHPê û HUDA-PAR hene. Bera naxwazan tevlihevtir e; CHP bi nasyonalîstên xwe yên rast û çep ên kemalîst, ergenekonî, wesayetgêr-ulusalcî-Perinçekî, Fethullahîyên têkçûyîyên derbeyê û HDP/KCK’yî rêz bûne. Baskê mixalefeta MHP’ê ku xurt e û Partîya Seadetê jî di vê bereyê de ne. BBP parçe buye li ser herdu aliyan. Ne dûr e ku beşek ji AKPê jî biçe ba bera “na”yê. ‘Na’ bereke ewqas têkilhev û berfireh e ku cih li îhtîmala erêkirina guhertinên destûrê asê dike. Eger nayeke piranî derkeve dê nebe surprîz.
Desthilata AKPê ji dawîya sala 2010an bi vir ve, gav bi gav ji reforman poşman bû. Wê, piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an, hin suîqasdên gumandar û îlankirinên xweserîyên hin bajarên kurdan ên provakatîf ên bi fermana KCKê kirin bahane, prosesa aştîyê û çareserîya pirsgirêka kurd rawestand, rêya şerê kavilkirina warên kurdan ya bêserûber hilbijart . Piştî teşebusa darbeya 15ê Temûza 2016an, rewşa neasayî îlan kir, gelek kes ji kar hatin avêtin, bi deh hezaran sermiyandar, nivîskar, akademîsyen û karmendên dûrî teror û derbeyê jî hatin girtin, rikeberîyeke gelekî no ya bêbeş ji xweşbînîyê ketiye nav civakê. Mexdûrî û bedbînî tesîrê li referandumê dike, nahêle qonaxa destûrê li ser raya xwe biçe. Nefret û hêrsa kutleyî ya ji desthilatê, dibe bingehê tercîhkirina dengdanê. Bêperwayîya rikeberîya siyasî, ter û hişk tevlîhev kirine, jar û bêguneh jî bi kutleyî ketine berê. Meriv fahm dike çima ew ne rasyonel, bi hêrs û hest tevbigerin, ne ji ber naveroka destûrê, lê ji ber konjukturê bêjin “na”.
Tevî tarîstanîya rewşa konjukturî, rastî ew e ku di tarîxa Cumhûrîyeta Tirkiyeyê de, bi zêdeyîya karên nîvçehiştî û lêpoşmanbûyî jî mestirîn reform di dewra hukûmetên AKPê de bûn. Reformên warên aborîyê û avakirina jêrxana Tirkiyeyê nayên înkarkirin. De fakto be jî hebûna kurdan qebûl bûye, medyaya kurdî tevî dijwariyan jî weşanan dike. Kiz be jî îmkana fêrbûna zimanê kurdî heye, li zankoyan beşên kurdî hene -her çendê ew nuha tûşî tengavkirinan dibin. Partîyên kurdan bi navên kurd û Kurdistanê ava bûne, xebatên xwe, rêgirîyên rewşa neasayî hebin jî, bi alayên xwe yên Kurdistanê dewam dikin. Bifikirin ku ew serbestîya hukûmeta Tirkan daye partî û medyayên kurdan, li Rojava hukûmeta xweserîyê ya bin baskê PYD/YPGê nedaye. Buro û nûçenêrên medyaya Kurdistana başûr ji metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê weşanan dikin; ev serbestî ne li Îranê, ne jî li Suriyeyê heye.
Reformên piştî 15ê Temûzê ên di warên eskerî de ku hêzên bejayî, hewayî, deryayî û cendirmeyan bi wezaretên cuda ve hatin girêdan; akademî û fêrgehên eskerî ku hatin hilweşandin û sivîlkirin, pişt li wesayetê û niyetên derbeyeke eskerî şikandine. Divê tevî taristana konjuktura nuha em van reformên girîng bibînin.
Loma, di konjuktura nuha de, armanca azadîxwazan, bi taybetî jî ya kurdan divê ne ew be ku desthilata AKPê hilweşe, di şûna wê de CHP bi palpiştî û hevkarîya wesayetgêr-ergenekonî awrasyayî û derbexwazan bi ser keve. Ya li berjewendîyên kurdan ew e ku AKP û Erdogan dawî bînin li hevkarîya li gel MHPê, wesyetgêrên esker-burokrat yên piştî tasfiyekirina Fethulahîyan dezgeyên dewletê dagirtî û siyaseta kurdkuj, vegerin ser berdewamkirina reforman û çareserîya pirsgirêka kurd li Bakur û hevkarîya li gel Kurdên Başûr û Rojhilat.
***
Dawîya nivîsê, hefteya bê…
Ji heftenameya BASNEWS hej. 11
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览65
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 15-03-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):28-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览65
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,800
图片 105,898
书籍 19,376
相关文件 97,467
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!