图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,345
图片
  107,146
书籍
  19,915
相关文件
  100,423
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,409
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,838
هەورامی 
65,821
عربي 
29,182
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,894
English 
7,308
Türkçe 
3,588
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,133
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,265
MP4 
2,384
IMG 
195,749
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Orhan Yakût - Rustem Arpêt
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rustem Arpêt - Orhan Yakût

Rustem Arpêt - Orhan Yakût
Nav û Paşnav: Orhan Yakût
Nasnav: Rustem Arpêt
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Fadîle – Vahdullah
Cih û dîroka şehadetê: 18-12-2023’yan / Metîna

Hevrêyê me Rustem li navçeya Westan a Wanê di nava malbateke welatparêz û dilsozê çand û kevneşopiya Kurdî de ji dayik bû. Hevrêyê me Rustem bi exlaqê civakî yê ji malbata xwe wergirtî, mezin bû û di tevahiya jiyana xwe de girêdayî vê çand û exlaqê jiyan kir. Hevrêyê me Rustem ji nîva salên 90’î û vir ve bi hatin û çûyîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya gundê wan partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me di van salan de ji komên gerîla û sekna jiyana gerîlayên di van koman de bandor dibe û li hemberî gerîla dibe xwedî sempatiyeke mezin. Di heman salan de xwişka wî ya mezin hevrêya me Bihar tevlî nava refên gerîla dibe. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Rustem bi hemû heyîna xwe bibe dilsozê gerîla. Êdî ji bo hevrêyê me Rustem gerîla bû armanceke pîroz û divê xwe bigihînê. Hingî ku sal derbas bûn hezkirina hevrêyê me Rustem a ji gerîla re mezin bû. Jiyan û têkoşîna gerîla kir rojeva esas a jiyana xwe. Mîna her Kurdekî ku li Kurdistanê dijî, bû şahidê rastiya dijmin. Hevrêyê me Rustem pir zû siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li hemberî gelê me dimeşîne, fêm kir. Lewma fikirî ku dibistanên Tirk tiştekî nadin wî û dibistan di nîviyê de hişt. Ji temenê xwe yê biçûk vir ve ji bo ku tevlêkariyê li debara malbata xwe bike, li metropolên Tirkiyeyê dest bi xebatê kir. Hevrêyê me li vir hîn baştir fêm kir ku mirovên bi zihniyeta dewleta Tirk mezin bûne, çawa li gelê Kurd dinêrin. Lê ti carî hevrêyê me li hemberî zext û êşkenceyên dijmin serî netewand û hemû zextên dijmin kir sedem ku hîn zêdetir têbikoşe. Xwişka wî ya mezin hevrêya me Bihar di sala 2011’an de li herêma Amedê şehîd dibe, vê yekê pir bandor li hevrêyê me Rustem kir. Bi salan xeyal dikir ku xwişka xwe ya mezin bibîne. Şehadeta xwişka wî ya di şerê li dijî dijmin de, hêrsa hevrêyê me Rustem li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk di sala 2014’an de li Rojava û Şengalê li dijî gelê me pêk anî û di heman demê de şehîdbûna hevrêyên me û gelê me, ji bo hevrêyên me Rustem bû sedema tevlîbûnê. Hevrêyê me Rustem bi lêhêrbûnên xwe yên kûr berê xwe da çiyayên Kurdistanê, çeka xwişka xwe ya mezin hevrêya me Bihar rakir û têkoşîna wê dewr girt.

Hevrêyê me Rustem ku li herêma Feraşînê tevlî nava refên gerîla bû, ji vir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li herêma Metînayê perwerdeya xwe ya destpêkê dît û bi perwerdeya ku dîtî, hemû agahiyên berfireh ên têkildarî jiyana çiya û gerîla di demeke kurt de fêr bû. Hevrêyê me Rustem ji ber ku rû bi rûyê xwezayê mezin bû di fêrbûna jiyana çiya de zehmetî nekişand. Bû xwedî tevlîbûneke bi coş û kelecan. Di heman demê de hevrêyê me ji bo ku hevrêyên wî jî fêrî jiyana gerîla bibin ked da û hîna ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê û vir ve bi tevlîbûna xwe ya bi înîsiyatîf bal kişand. Hevrêyê me Rustem di pêvajoya perwerdeyê de hêmanên giştî yên tarzê şer ên gerîla û felsefeya Rêbertî fêr bû. Ji bo ku tiştên fêr bûyî di jiyanê de pêk bîne, timî ked da. Di vî warî de bû xwedî kedeke girîng. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê qedand, dîsa tevlî pratîka li herêma Metînayê bû. Hevrêyê me demek dirêj li vir ma. Hevrêyê me Rustem li Metînayê di nava xebatên ku bawerî û sekna bîrdozî jê re pêwîst de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya di vê pêvajoyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Rustem her roja ku derbas dibe xwe pêş xist û xwest tevlî şer bibe. Di nava xebatên krîtîk ên ku partiya me PKK’ê girîngî didayê de cih girt. Bi saya zanebûn, meraq û bîrdoziya xwe di van xebatan de bû xwedî tevlîbûneke serketî. Li gelek herêmên cuda wezîfe meşand.

Dewleta Tirk a qirker ji sala 2021’an û vir ve bi armanca tasfiyekirinê êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Hevrêyê me ji bo ku li dijî van êrîşan bibe bersiv derbasî herêma Metînayê bû û li vir tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin, bû. Hevrêyê me Rustem bi asta pisporiyê ya ku di taktîkên gerîla yên dema nû de bi dest xistî, bi taktîkên cur be cur kir ku derbeyên giran li dijmin bên xistin û bi van çalakiyan barê hevrêyên xwe yên di tunelên şer de şer dikin sivik kir. Hevrêyê me piştî çalakiyên xwe yên serketî derbasî tunelên şer ên li Girê Ortê bû û tevlîbûna xwe ya çalak li vir domand. Hevrêyê me Rustem di ferqê de bû ku şer wê bi amadekariyên ji berê ve hatine kirin bê serxistin û ji pêşxistina tunelan heta gelek xebatên binesaziyê di her kêliya jiyanê de cih girt û ked da. Hevrêyê me bi tarzê xwe yê tevlîbûnê bawerî da hevrêyên xwe û dema ku êrîşên dijmin destpê kir, tevlîbûneke hîn bi coştir û bi moral pêk anî. Di pêvajoyên ku êrîşên dijmin herî zêde de, bi moralê xwe hevrêyên xwe motîve kir û car din nîşanî dijmin da ku mîlîtanên Apoyî ji têkoşînê gav paşde naavêjin. Hevrêyê me Rustem weke şopdarê mîrateya berxwedanê ya ku bi şerê fedayî ya di tunelên şer de hatî afirandin, têkoşîna xwe her roja derbas bûyî mezintir kir û tevî her cure rêbazên qirêj ên dijmin ti carî ji sekna xwe tawîz neda. Dewleta Tirk a qirker tevî ku hemû teknîka xwe bi kar anî nekarî îradeya hevrêyê me Rustem û hevrêyên pê re bişikîne û bi rêbaza xwe ya nemerdane bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi dijwarî bombe li tunelên şer ên hevrêyên me barand. Hevrêyê me Rustem di bombebaran û teqînên çêbûne de, heta nefesa xwe ya dawî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û bi lehengî şehîd bû. Hevrêyê me Rustem bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade û bi hemû taybetmendiyên xwe yên mîlîtaniya Apoyî, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bîranîna wî wê timî di têkoşîna me de bê jiyandin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览66
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 30-03-2024
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南库尔德斯坦
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 30-03-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on31-03-2024
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):30-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览66
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.16 KB 30-03-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,345
图片
  107,146
书籍
  19,915
相关文件
  100,423
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,409
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,838
هەورامی 
65,821
عربي 
29,182
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,894
English 
7,308
Türkçe 
3,588
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,133
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,265
MP4 
2,384
IMG 
195,749
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 诗人 传记 - 人键 - 作家 传记 - 人键 - 小说作家 传记 - 人键 - 政治活动家

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!