图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,044
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
BEYRAQ, ALA, XÎRETKÊŞÎ Û BÊXÎRETÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
BEYRAQ, ALA, XÎRETKÊŞÎ Û BÊXÎRETÎ
#Mûrad Ciwan#

Ev du-sê roj in, tirkan bi generalên xwe, televizyon, rojname, serokpartî, siyasetmedar û burokratên xwe yên çi rast û çi çep, dest bi hezeyaneka mezin kirine, bûye borrebora wan, girêz ji devê wan diherike, xeberan dibêjin, tehdîdan diweşînin, xaleyanekê radikin, êrîşan dibin ser mal, can û karên kurdan, heqaretan li wan dikin, dev davêjin heysiyet, namûs û şerefa dê û bavên kurd.
Sedem jî xwedêgravî ew e ku di dema yek ji wan pîrozbahîyên Newrozê de li Mersînê du zarokan (14 û 16 salî) hewl dan ku beyraqa tirkan bişewitînin. Ew jî hê ne diyar e kê ew zarok pîj kirin, kî li pey vê provakasyonê ye. Heta tê îddîa kirin ku faşîstên tirk ji bo rapelikandina şovenîzm û propagandaya êrîşkarî ya li hemberê kurdan ev kar dane kirin.
Gava meriv li hezeyan û xaleyana tirkan dinêre ji aliyekî de meriv dibîne ku miletekî çi xwedan îdareyeka bêbext a rîyakar a manuplatîv e. Ev dewlet û ev ordî ji bo bigihîje mexseda xwe dikare her awe xerabî û bêbextîyê bike. Ji alîyê din jî meriv dibîne ku îdareyeka ew qas di ecz û tengasiyê de maye ku dikare bi bêşermî hêviyê ji êrîşa ser du zarokên piçûk jî bike. Behsa bêşerefkirina beyraqa tirkan, xayintiya li hember dewleta tirk, êrîşa perçekirin û rakirina Tirkiyê tê kirin… Hemû jî ji du zarokên 14 û 16 salî.
Erê ew li Tirkiyê bi vî awayî xaleyaneka şovenî û nijadperestî ya dijînsaniyetî berpa dikin, lê li derveyî Tirkiyê, li ber çavê miletên dinyayê dikevin rewşeka pêkanîna tîrajîkomîk. Li tu derê dinyayê ji bo ku du zarokan ne ku alayek şewitandiye, gava sûc û xeta, heta qetlîamên mezin jî kirine bi vî awayî nehatine gunehbarkirin, bi vî awayî nebûne armancên êrîşên dirindane, hela hela dê û bavên wan yan jî miletên ku ew jê hatine nebûne mixatabên piçûkxistin û tehdîdan. Tirkan paranoyayeka mezin li dar xistine ku li hundur xeterek ji bo kurdan peyda kiriye lê li seranserî dinyayê jî bûne cihê pêkenîn û yarîpêkirinê.
Helbet borreborr û devgirêzî ne ji ber ku du zarokan hewla şewitandina beyreqa tirkan daye. Ev bahane ye. Sedemê esasî ew serkeftina vê dawîyê ya Kurdistana Îraqê ye ya ku piştî hilbijartinan û guftûgoyên ji bo avakirina hukumeteka merkezî li Îraqê bi dest xistin. Sedemekî din jî ew e ku bi saya bayê serkeftinên Kurdistana Îraqê ê ku li keştiyên bizava perçên Kurdistanê yên din daye, kurd bi moralekî bilind, bi serbilindiyeka bêhempa newrozan pîroz dikin. Ya ku ji serokwezîr heta bi bekçiyê dewleta tirk hêç dike ew qelebalixa bi sed hezaran a Newroza Diyarbekirê ye. Li wê derê beyreqa tirkan hêl nedibû. Erê hin potik û temeziyên zerik û şînik li ba dibûn, lê di nîveka sedhezaran de alayeka kesk û sor û zer û sipîyê gewher a tikîtenya, lê bilind ber bi asmanan de hêl dibû. Ew ala, taca zêrîn û şerefa herî mezin a wê qelebalixê û me hemû kurdan bû. Ew alaya kurdan bû. Ev bû ku tirkan ew qas tije kîn û nefret kir da leystika du zarokan bikin îlana herbekê li hember miletekî.
Em tirkan nas dikin, em dizanin ew çend birik û xêrnexwaz in. Şerê wan bêminetî ye, ew dijmin in. Heke mesele ne şewitandina beyraqê bûya wan ê tiştekî din derxistaya. Lê ya herî tîrajîk ew bêxîretî ye ku hin kurdên xwedêgiravî berpirsiyar û rêberên partî û rêxistinên kurdan dikin. Orhan Doxan û hinên wek wî beyanan didin, îdia dikin ku beyraqa tirkan a kurdan e jî. Ev yek ji wan heqaretên herî mezin e li milletê kurd, li şehîdên Kurdistanê. Orhan Doxan û yên wek wî rêya bêxîretiyê dane ber xwe, biryara xwe dane ku li ber deriyê dewleta tirk xizmetê bikin. Lê kurdên bixîret ên piçekî hay ji kurdbûna xwe heye, divê ji pey lîstika Orhan Doxan û yên wek wî vegerin, bes rê bidin ku ew ew qas bi şerefa kurdan bilîzin. Gelî kurdên bixîret, bes bi şerefa xwe û a milletê kurd bidin lîstin.
Ev ên wiha nikarin kurd, hela hela kurdperwer bin. Kurd ne ew qas bêxîret in. Heke nikaribin bi dijminê xwe jî karin şeref û xîreta xwe ji binpêkirinê bistirînin.
Xîretkêşên kurdan ên ku bi saya wan têkoşîna milletê kurd hatiye vê qonaxa îro jî ne kêm in: A ji we re peyvên yek ji van xîretkêşên ku em pê ser bilind in: Mesûd Barzanî, beyana wî ya li ser beyraqa Îraqê û alaya kurdan:
“Ew alaya niha li gora me ne alaya Îraqê ye, ya rejimekî dîktatorî ye, alaya rejimekî ye ku Helebçe kîmyabaran kiriye, li jêr sîya vê layê 8 hezar barzanî, 20 hezar feylî hatine bêserûşûn kirine, 4 500 gund hatine wêran kirin û 182 hezar kes hatine enfal kirin, ji bilî wêya ku li başûrê Îraqê hatiye kirin. Ez fahm nakim ku niha hin xelk çawa şerm nakin û vê alayê hil didin. Li ba min gelek ferq nake, ku wê alayê hildidin bira rismê Seddam jî li kêlekê bilind bikin, gelek baştir e.
Ev alaya ku îro li Kurdistanê li ba dibe “alaya neteweyê kurd e. Reng e gelek kes dibên qey ev alaye tenê di dema Komara Kurdistanê de li katê Seblaxê hatiye durust kirin, ev ala ya cenga cîhanê ya yekem e, rêxistina Xoybûnê ku durust bû wan ev ala ji bo Kurdistanê hilbijart. Ala bûye remzeka pîroz a muqeddes, hemû şoreşên din ên Kurdistanê ên sedsala buhurî li jêr vê alayê bûn.”
Li du beşên Kurdistanê, du bûyerên li ser alayê û du beyanên cuda!
Xîretkêşî û bêxîretî di rojên wiha de diyar dibin. Li alîyekî têkoşîna xîretkêşan di dîroka Kurdistanê de bi herfên zêrîn tê nivîsîn, li alîyê din, umrê navdariya bêxîretan ji umrê wan ê rastîn jî kurttir e.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览62
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 11-11-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览62
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,044
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!