图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Seqiz: Gewhera dîrokî ya Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Seqiz: Gewhera dîrokî ya Kurdistanê

Seqiz: Gewhera dîrokî ya Kurdistanê
Seqiz: Gewhera dîrokî ya Kurdistanê
Aso Esedî

Bajarê #Seqiz# ê yek ji bajarên dîrokî yên Kurdistan û cîhanê ye ku li Rojhilatê Kurdistana mezin hilkeftî ye, ev bajarê kevnar berê landika dîrok û çandê bû û bi derbasbûna serdemê ew du alî zêdetir xwe di dilê bajar de nîşan dan. Bi awayekî ku di îro de nasnavê “Gewhera Dîrokî ya Kurdistanê”, bû bi nîşaneya vî bajarî.
Seqizê çar deverên sereke bi navên Navend, Zêwiye, Îmam û Serşîw hene, ku bi wan bi xwe jî, çend navçe û gundên piçûktir hene.
Li gorî serjimêriya dawî ya sala 2021ê, hejmara rûniştiyên bajarê Seqizê nêzî 182 hezar kes e û tev rûniştiyên wê deverê digihîjine nêzî 237 hezar kes ku bi zaravayê soranî diaxivin û îslama sune ola wan e.
Hilkefta Seqizê li ser çend gir û bilindahiyan û nêzîkbûna bi çiyayên Zagrosê û bilindahiya 1476 metre ji asta deryayê, bûye sedem ku avûhewaya wê ya sar û çiyayî, zivistana sar û qerisîn hebe û di havînê de jî şevên wê hênik bin.
Çemê ku di nava bajar de diherike, bajar kiriye du beş û dîmeneke taybet û xweş daye bajêr û ew çem jî, ji çiyayên Wezene yên li rêzeçiyayên Zagrosê çavkaniyê digire.
Dîroka bajarê Seqizê vedigere bo 3,500 sal berî niha, her çend hin lêkoler û şûnwarnas wê dîrokê bo 7,000 sal berî niha dirêj dikin, lê heya niha li gorî ew şûnwarên ku li Seqizê û deverên cuda hatine dîtin, dîroka zêdetir ji 3,000 salî ya vî bajarî hatiye piştrastkirin.
Ev dîroka dirêj û bi nirx ya Seqizê ku îro rojê di çarçoveya şûnwar, keleh, avahî û taxên kevnar de maye, hevdem bi sirûşt û dîmenên bedew ên herêmê re, bala geştyaran û şûnwarnasan ji çar aliyên cîhanê rakêşaye.
Diyar e ji ber dîrokbûna vî bajarî, piraniya cihên geştiyarî yên vî bajarî, şûnwarên kevnar û dîrokî ne, ji wan kela Zêwiye, şikefta Kereftû, mizgefta Du Minare, mizgefta Şêx Mezher, mizgefta Turcan, mizgefta Şêx Hesen Mewlana, hemama Hacî Salih û karwanseraya Ajewançî, giringtirîn şûnwar û cihên dîrokî yên Seqizê ne.
Li van cihan û bi dehan cih û navçeyên din ên Seqizê, komek xezîne, şûnwar, kelûpelên dîrokî yên wek zêr, zîv, bronz, kozik û hwd hatine dîtin ku li mozexaneyên navdar ên cîhanê hatine komkirin û li ber çavên geştyaran in.
Wek ji navê Seqizê jî diyar dibe, ev bajar paytexta Sekakan bûye ku ji wan re Sekz an jî Sakzî hatiye gotin û bi sedan sal e ku paytexta wê eşîrê, herwisa paşê paytexta Med û berê jî Maniyan bûye.
Di serdema Maniyan de navê bajar bi Îzîrta û piştî wan jî Îskît bûye, ku piştre ji aliyê Sekakan ve hatiye guhertin û êdî piştî wan guherîneke wisa bi ser de nehatiye.
Diyar e sedema wê ew bûye ku Sekakan piştî ku Hovexiştre, şahê herî mezin ê Medan, bû desthilatdar tevlî wê desthilatdariyê bûne û dev ji şerkirina bi wan re berdane.
Derbarê vê de, Roman Gershman, dîroknas û şûnwarnasê navdar ê fransî-ukraynî dibêje: Sekakan beşek ji Kurdistanê kirine paytexta xwe, ku di niha de yek ji temendirêjtirîn bajarên cîhanê ye û dîroka wê jî sê hezar salî ye.
Piştî hatina Îslamê û têkçûna împaratoriya Sasaniyan û çêbûna desthilata axayan li Kurdistanê, Klol Beg yê xanê herî navdar ê Erdelanan, di sala 620an a Koçî de Seqiz xiste bin kontrola xwe û bajar kete bin desthilatdariya Erdelanan, herçiqas paşê Seqiz gelek kêm di bin desthilatdariya Erdelaniyan de ma. Paşê ji ber sînorbûna wê navçeyê di navbera împaratoriya Osmanî û Îranê de, her carê ji aliyê yek ji her du hikûmetan ve dihate birêvebirin. Di serdema Qacaran de jî, Nasredîn Şahê Qacar ​​desthilatdariya Erdelanan li Seqizê bi dawî anî, lê piştre hinek ji xanên Erdelanan desthilatdariya Seqiz û herêmên wê dikirin.
Di dîroka hevdem de jî, xelkê bajarê Seqizê bi berdewamî li nava xebat û şoreşên gelê kurd li Kurdistanê cih girtine û heta gelek qurbanî jî dane. Herwiha bajarê Seqizê li şoreşa mezin a Simkoyê Şikak û xebata rizgarîxwazî ya sala 1979an a li dijî desthilatdariya Paşayetî û herwiha xebata li dijî Komara Îslamî ya Îranê di heyama 40 salên borî de, roleke berçav hebûne.
Her wisa di wê dawiyê de jî, şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ya sala 2022an ku yek ji mezintirîn şoreşên di asta Îranê de bû, ji Seqizê hate destpêkirin û tevahiya Îranê li xwe girt û berteka hemû cîhanê li pey xwe anî.
Ji ber vê sedemê yek ji nûtirîn nasnavên Seqizê, bajarê “Jin, Jiyan, Azadî” ye ku çûye cem nasnavên din ên vî bajarî yên wekî “Bajarê Dîrokî yê Kurdistanê, Bajarê Gulanê, Bajarê Îrfan û Wêjeyê, Bajarê Guleştan û Paytexta Şanoya Kurdî” û hwd.
Dibe ku ev hesta şoreşgerî ya vî bajarî wisa kiribe ku desthilatdarên Komara Îslamî jî mîna rejîma Paşayetî gelek girîngiyê bi geşepêdana vî bajarî nedin û yek ji dîrokîtirîn bajarên cîhanê xwediyê mozexaneyekê jî nebe da ku dahat, şûnwar û kelûpelên çend hezar salî yên vî bajarî bibine xemla mozexaneya Tehran û welatên cîhanê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览59
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
挂钩项目: 2
日期与活动
考古的地方
小组: 文章
Publication date: 30-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
城市: Saqiz
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览59
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.145 KB 07-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!