图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,682
图片 105,501
书籍 19,445
相关文件 97,473
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hewramana Text: Belgeya şaristaniyetê li Kurdistan û mîrata çandî bo cîhanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hewramana Text: Belgeya şaristaniyetê li Kurdistan û mîrata çandî bo cîhan...

Hewramana Text: Belgeya şaristaniyetê li Kurdistan û mîrata çandî bo cîhan...
Hewramana Text: Belgeya şaristaniyetê li Kurdistan û mîrata çandî bo cîhanê
Hewram Ehmedî

Hewraman tenê navê bajarekî yan herêmeke Rojhilatê Kurdistanê nîne. Di rastî de #Hewraman# navendeke çandî ye ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatiye dabeşkirin. Hewramana Herêma Kurdistanê girêdayî parêzgeha Helebceyê ye û Hewramana Rojhilatê jî bi ser çar navçeyan de hatiye dabeşkirin: Hewramana Text, Lehon, Jawero û Şamiyan.
Ev her çar navçe li du parêzgehên Sine û Kirmaşanê hilkeftî ne. Navçeya Hewramana Text berevajiyê navê xwe, navçeyeke çiyayî ye û li gor gotina xelkê navçeyê, serdemekê bajarekî mezin û navendeke taybet bûye, her lewma jê re dibêjin Text yan jî navenda desthilata navçeya Hewramê. Ev beşa Hewramanê ji rojava ve bi Hewramana Herêma Kurdistanê, ji bakur ve bi bajarê Sewlava, ji başûr bi parêzgeha Kirmaşan û bajarê Paweyê ve hevsînor e. Ev navçe xwedana bajarekî bi navê Hewramana Text e û çend gund hene ku ev in: Kemala, Serpîr, Bilber, Jîwar, Naw û Nuwên.
Piraniya çavkaniyên zimanzanî, zaraveyê Hewramanê bi Goranî didine zanîn ku bixwe ser bi tayek ji zimanê kurdî wate Zaza-Goranî ye. Navê Hewramana Text di belgenameyên dewleta Îranê de wek “Uraman” hatiye tomarkirin. Lê xelkê xwecihî û bi giştî Kurdistan bi Hewremanê nas dikin. Navê sexte ê “Uramanê” ku di zimanê kurdî de ti wateyekê nade, divê wek beşek ji projeya kultûriyên dewlet-netewa Îranî bo bi îrankirina kultûra kurdî û beşek ji proseya kolonyalîzma zimanî-çandiya wê dewletê bê hesibandin. Derbarê navê rastîn ê Hewramanê de, yek ji texmînên herî zêde ew e ku peyva Hewraman ji du beşên Hewra bi wateya Ehûra û Man bi wateya mal, cih û zevî pêk hatiye û Hewraman bi wateya “axa Ehûra” û “cihê Ehûramezda” tê. Hin çavkanî dibêjin zarave yan zimanê Hewramî gelek ji zimanê nivîskiya pirtûka Avêstayê diçe. Ev rastî vê texmînê li ser wateya rastîn a navê wê xurt dike, ji ber ku Hor di Avêstayê de bi wataya roj û Hewraman jî bi wateya cihê rojê hatiye.
Li gorî lêkolînên dîrokî û şûnwarnasan, niştecihbûna li vê navçeyê vedigere serdema beriya dîrokê. Kevntirîn şûnwarên nîştecihbûna mirovan di pîvanên erdî û kolandinên derdora gundên Hecîj, Naw û Esperêz de hatine dîtin û hin ji wan pêwendiya wan bi çaxa kevn ve heye û pêka gotina şûnwarnasan, temenê wan zêdetirî 40 hezar sal heta nêzî 12 hezar salan e. Keresteyên hatinî peydakirin pêk hatine ji keresteyên kevirî yên mirovên şikeftnişîn ên destpêkî, hestiyên ajelên hatinî nêçîrkirin û bermayiyên hilkirina agir. Herwisa vedîtina dokumenta Hewramanê, hebûna desthilata Asûrî, Med, Hexamenişînî û Yûnanî piştrast kiriye.
Ji aliyê çêkirina xaniyan ve Hewramana Text û bi taybetî bajarê Hewramanê xwedî gelek taybetmendiyan e. Avahîsaziya Hewramanê bi temamî digel rewşa çiyayîbûna vê têkel bûye û bikaranîna kevir, pencereyên darîn ên tiraşî û şêweya pîlekanîbûna xaniyan, taybetiyeke sêhrayî ji bo vê navendê afirandiye. Yek ji mînakên herî balkêş ên vê şêwaza çêkirina xaniyan li bajarê Hewramanê, “mizgefta Hewramanê” ye ku yek ji mizgeftên degmen ên Kurdistanê tê dîtin. Ev mizgeft bi alîkariya rûniştiyên navçeyê hatiye nûjenkirin û ji bo avedankirina wê, ji kevir bo çêkirinê, ji dara gûzê bo derî û pencereyan wate (keresteyên xwecihî yên navçeyê) hatine bikaranîn.
Yek ji sereketirîn û binavûbangtirîn hilkeftên li Hewramanê, cejna “Pîrşaliyar” e ku salane du caran di naverasta biharê û naverasta zivistanê de li Hewramana Text bi rê ve diçe. Ev rêûresm pêk hatiye ji qurbanîkirina ajelan, lêxistina defê, curek ji dîlana derwêşane, xwarina taybetî ya Heloşîne û xwendina helbest û duayan. Salane hejmareke zêde ji derwêşan û şopînerên Pîrşaliyarê ji bo bilindragirtina nav û terîqeta wî, serdana gora wî li Hewramanê dikin. Di van salên dawîn de, rêûresmên Pîrşaliyarê navûbangê cîhanî jî der kiriye û tevî rehenda wê ya olî, niha beşek ji geştiyariyên ferhengî yên vê navçeyê pêk tîne.
Hebûna mîratên wiha kevnar ên çandî û olî, wisa kiriye ku Hewraman bi giştî bibe beşek ji dîmena çandî ya (cultural landscape) cîhanê û di sala 2020an de wekî mîrata cîhanî ya UNESCOyê hate tomarkirin. Pêka pênaseya komîteya mîratî ya cîhanî, dîmena çandî wan cihan li xwe digire ku nûneratiya karê hevbeş ê mirov û sirûştê dikin û nîşan didin ku çawa şêwazên çandî yên niştecihên navçeyekê, bandorê li erdnîgariya taybetî ya wê navçeyê dike. Pêka wê yekê, dibe bê gotin ku Hewraman bi giştî û navçeya Hewramana Text bi taybetî, belgeyek bihêz a hebûna şaristaniyeteke dîrokî li Kurdistanê û mîratek çandî ya pir bi nirx û buha bo cîhanê ye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览127
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 30-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览127
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.163 KB 07-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,682
图片 105,501
书籍 19,445
相关文件 97,473
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!