图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,500
图片 105,730
书籍 19,696
相关文件 98,585
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji dîroka kurdan berxwedêrekî: Reşîdê Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji dîroka kurdan berxwedêrekî: Reşîdê Kurd

Ji dîroka kurdan berxwedêrekî: Reşîdê Kurd
Ji dîroka kurdan berxwedêrekî: #Reşîdê Kurd#
Nivîsandin û Amadekirin: CEMİL OGUZ

Di sedsala 20’î de helbet gelek berxwedêrên kurd hene, lê yên ku li Rojava xebat kirine, bi nivîs, helbest, çîrok û xebatên ziman derketine pêş. Yek ji wan jî Reşîdê Kurd e. Wî di sala 1968’an de ji vê dinyayê xatir xwestiye. Tam bû 50 sal. Û di vê 50 saliya koçkirina wî de em carek din wî bibîr bînin; berê xwe bidin jiyan û berhemên wî.
Rewşenbîrên li rojavayê Kurdistanê mane bi karê edebî re, nivîsê re eleqedar bûne. Û piraniya wan jî li ser fikra modern sekinîne. Dîsa piraniya wan li ser fikra sosyalîzmê, li ser wê xetê çûn û hatine. Osman Sebrî, Cegerxwîn hinên ji wan in. Cegerxwîn yek ji yên herî zêde dihat nasîn bû ku li ser sosyalîzmê, çepgiriyê gelek helbestên wî hene. Yek ji wan jî Reşîdê Kurd e. Wî jî li ser sosyalîzmê helbest lê kirine. Ew bexwedêrekî kurd bû. Berî em ji vir mînakan bidin, em hinek qala jiyana wî bikin.
$Ji Rewşatê heta Rojava$
Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê yê bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve tê dinê. Xwendina xwe li gundê Dêrikê, Mêrdînê û salek jî li dibistana Konyaya Tirkiyeyê dixwîne.
Reşîdê Kurd di destpêka salên 1930’yî de tê girtin, di wê ciwaniya xwe de zordariyê hîs dike. Ji zindanê direve, piştî demek dîsa tê girtin, lê ew dîsa direve. Ji ber zor û zordariyan mecbûr dimîne ku berê xwe bide Binxetê.
Dema sînor derbas dike û diçe gundên Amûdê sal 1940 e. Demek li gundan dimîne, paşê li Amûdê bi cih dibe. Em van gotinan ji Perwîna Reşîdê Kurd (Ji pirtûka “Karwan”) neqil bikin: “Piştî derketina wî ji Kurdistana Bakur, jina wî Xatûnê zarokekî tîne. Di wê navê de rojekê cendirme êrîşî ser malê dikin û bi lingan û pihînan lê didin. Çarşefê ji ser wê davêjin û dibêjin ‘Ka Reşîd li ku ye?’. Ew tê nagihîje çi jê dipirsin. Bi daran li destê wê dixin, dest heta demekê dirêj pûç dibe. Ji ber saw û tirsê şîrê berê wê jî diçikê û piştî du heyvan zarok ji nêzan dimire. Çend meh naborin bavê Reşîdê Kurd, pê re jî diya wî jî her du dimirin.”
Reşîdê Kurd di sala 1946’an de bi dizî vedigere Bakur û berê jina xwe jî dide Rojava. Êdî her du li Rojava ne, lê jiyan li wan giran e, debar zehmet e, bi ser de jî zordariya dewletê. Sala 1949’an rejima Sûriyê wî digire, piştî şeş mehan derdikeve, lê dîsa jê re rehetî nîn e.
Ji ber vê zehmetiyan demek berê xwe dide Iraqê. Sal 1958 e. Li wê derê serî li penaberiyê dide, lê hikumet hem vê qebûl nake hem jî wî digire û teslîmê hikumeta Sûriyeyê dike. Hikumet li Qamişlo wî dixe zindanê û îşkenceyan lê dike. Dema direve Lubnanê, lê li wir jî nikare bi cih bibe û mecbûrî vedigere Sûriyeyê. Bi kurtahî ji ber welatparêzî û xebatên wî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriye û Iraqê, ne jî li Lubnanê jê re cih û wareke aram heye.
Reşîdê Kurd wekî kurdekî welatparêz li ser kurdî disekine, pirtûka Rêzimana Zimanê Kurmancî amade dike ku ev pirtûka wî li Çapxaneya Kerem li Şama Sûriyeyê tê çapkirin. Di salên 1960’an de ji bo çapkirina vê pirtûka xwe diçe Rewanê jî, lê sedem çi ye nayê zanîn, li wir encamek bi dest naxe.
$Helbestên girtîgehê$
Ji ber xebatên wî yên welatparêziyê, rejima Sûriyeyê Reşîdê Kurd digire û davêje hepsê. Ew li vir jî ranaweste û dest bi nivîsandinê dike. Helbestên wî li vir xwe didin der. Ew helbestên xwe yên wekî “Bersiv”, “Oktober”, “Sor im”, “Rêya Azadan”, “Roja Me”, “Kerwan” û “Zindan” di zindanê de dinivîse.
Reşîdê Kurd welatparêzekî jîr bû û fikra wî li ser sosyalîzmê bû. Loma jî li ser sosyalîzmê “Oktobir” dinivîse û wisa rêz dike;
“Em şagirtên Oktobir
Serpêhatî û bîrbir
Danaçîvin, nayên xwar,
Pêş dîktator, pêş xwînxwar
*
Ala Marks û Lenîn
Bilindtir kin hîn û hîn
Nakin tu car sernixûn
Ta di me de heye xûn”
$‘(Kerwan)a Reşîdê Kurd$
Reşîdê Kurd li gel xebata xwe ya siyasî ya gera gund bi gundan, di warê nivîsê de jî ranewestiya ye. Nivîsên wî di Hawarê de, Roja Nû de derketine. Dîsa ji bo Riya Teze nivîs şandine ku hin hatine weşandin, hin nehatine weşandin. Ji bilî rêzimana kurmancî, xebata wî ku kes hay jê çênebûye jî hebûye. Ev xebat di sala 1985’an de bi xêra Osman Sebrî hatiye dîtin. Û îsal ev xebat bi navê “Kerwan” wekî pirtûk ji Weşanxaneya Lîs derket. Nivîsa li ser Reşîdê Kurd ku keça wî Perwîna Reşîdê Kurd nivîsandiye jî di vê pirtûkê heye. Li aliyek ve di nivîsandina vê nivîsê de min sûde ji vê pirtûkê girt, li aliyê din bi xwendina nivîs, helbest û çîrokên di nav pirtûkê de careke din ez çûm sedsala 20’î, min hestên wê demê bi tehma nivîsên Reşîdê Kurd nas kir. “Kerwan”a Reşîdê Kurd êdî yek ji klasîkên kurdî ye, şopên sedsala 20’an zindî digire.
Reşîdê Kurd di sala 1949’an de bi nexweşiya kezebê dikeve û ev nexweşî her pêre dimîne. Di sala 1967’an de ji bo dermankirinê diçe Romanyayê lê êdî dereng e, loma jî vedigere Rojavayê û li wir, roja 20’ê Çile/Rêbendana 1968’an canê xwe ji dest dide. Dûajo û hezkiriyên Reşîdê Kurd li Rojava ev têkoşîna wî didomînin. Loma jî SZK’ê (Saziya Zimanê Kurdî) ya Amûdê bi navê “Navenda Reşîdê Kurd, Çand, Huner û Zimanê Kurdî” navendek vekirine û xebatê didomînin. Di 50 saliya mirina Reşîdê Kurd de em carek din vî welatparêzê qedirbilind bibîr bînin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览79
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 12-04-2024
相关文件: 1
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 01-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 马尔丁
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 12-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-04-2024
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):07-07-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览79
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,500
图片 105,730
书籍 19,696
相关文件 98,585
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!