图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lêkolîn Li Ser Stranên Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lêkolîn Li Ser Stranên Kurdî

Lêkolîn Li Ser Stranên Kurdî
Lêkolîn Li Ser Stranên Kurdî
Ebdulkerîm Surûş (Ariyas) Urmiye- Iran

Li ser stran û awazên Kurdî lêkolîn ji aliyê biyaniyan û Kurdan pir kêm hatiye kirin û ewa hatiye kirin jî pir girîng, binirx û biqîmet e.
Em ê bi xebata hinek rojhelatnasên rojavayî û zanyar û lêkolînerên Kurd amaj bikin:
A. Zanyar Û Lêkolînerên Rojavayî
1. Profsor Oskar Man (Oskar, Mann)
Profsor Oskar Man rojhelatnasê almanî li sala 1905`an di nava kitêba “Tuhfeyê Muzefferiye” de li bajarê Mehabadê, çend beyt û #stranên Kurdî# kom krine. Ew kitêb ji aliyê mamosta Hêmin ve bi Kurdî hatiye wergerandin. Tuhfeyê Muzeferiye, di nav de 16 çîrok yê rêkxistî bi navê beyt, 6 çîrokên din û hinek stran hene.
2. Ralf solîkî (Ralph Solecki)
Ralf solîkî li zanîngeha Kulombiyaya Amirîkayî, li sala1953`an sêzde stran û pênc perçe mûsîqiya Kurdî bi not dinivîse û şirove kiriye.
3. Jan dûrîngê (Jean During)
Jan dûrîngê firansî di pirtûka xwe bi navê “mûsîqî û irfan” de ku taybetî derheqê mûsîqiya Kurdên Yarisan daye gelek stranên oliyên wan kom kiriye û bi franseyî nivîsiye. Xatûn sûdabe fezayîlî ev kitêb bi Zimanê Farsî wegerandiye. Jan dûrîngê li sala 1749`an şiroveyek li ser stranên Kurdî nivîsiye.
4. Komîtasê Ermenî (Kumitas Wrdapet)
Komîtasê ermenî sêzde stranên Kurdî li sala 1889`an li bajarê Berlînê bi not nivîsiye. Komîtasê ermenî li sala 1975`an xebateke berifireh li ser stran û awazên Kurdî bi serperestiya Birêz “Ayako Tatîsomo” meşandine û stran bi notan nivîsîne.
5. Frêdirîk Boden Şitêd (Frederick Boden shetet)
Frêdirîk Boden Şitêd li sal 1849`an de şiroveyek li ser stranên kurdî nivîsiye.
5. Vasîlî Nîkîtîn (Vasily Nikitin)
Wasîlî Nîkîtîn di pirtûka “Kurd û Kurdistanê” de behsek derheqê stran û awaz û beytên Kurdî amade kiriye.
6. Avanîs Şîraz û F. Papazyan
Avanîs Şîraz û F. Papazyan di kitêba bi navê “Revahêl Edebul Ermenî” de beyta “Siyabend û Xecê” û “Heso û Zlix(zelîxa)” ji ermenî bi Erebî wegerandine.
7. Rojê Lêsko (Roger Lescot)
Rojê Lêsko beyta “Memê Alan” li sala 1997`anwergerandiye ser zimanê fransî. Ew berhem 184 beyt e. Herwisa rojhelatnasên wekî: “Fûn Hartman Îtalî” û “Eliksandir Jabayê Rûsî” û “Cîmzimûryêyê Berîtanî” nivîs û gotarên pir girîng li ser stran û awazên Kurdî nivîsîne û gotine û xebatên baş ji çand û wêjeya Kurdî kirine. Her yek ji wan beşek ji folklora Kurdî tomar û qeyd kirine.
8. Yûwê Orbîlî (Yuye Orbily)
Yûwê Orbîlî Kurdnasê ermenî dibêje: Ew kesên ku stranên Kurdî bihîstine û sir û razên derûnî yên Kurdan his kirine dane zanîn ku ne tenê stranên Kurdan ji bo Kurdan balkêş in belkî bala qewmên cîranên wan jî kişandine. Bo mînak gelê ermenî li bihîstina stranên Kurdî dihewisin û xweşa wan tê û stranên Kurdî jî distrên.
9. Pirtûka “Bîbilyografyaya”
Pirtûka “Bîbilyografyaya Kitêbî Folklorî Kurdî” ji Bêwar Nûreddîn bi xebata profesor Îzeddîn Mistefa gencîneyeke bi nirx û qîmet e derheqê stran û awazên Kurdî de. Di wê kitêbê de lîsteyeke zêdetir ji dused kitêb û gotaran derheqê stran û awazên kurdî de hatiye nivîsîn.
10. Salnama Wêjeyî ya “Jahiribûçer Der Lteratur”
Encamên lêkolîn, bîranîn û şiroveyên rojavayiyan li ser muzîka kurdî di gelek salnameyên wan welatan de jî cih girtine.
Salnameya wêjeyê ya “Jahiribûçer Der Lteratur” li Viyênayê ya ji sala 1837`an jî wiha dinivîse: Kurd gelekî dildarê muzîkê ne. Hin stranên wan bi taybetmendî û delal in, hin jî ji aliyê komên wek koroyê têne strîn ku ew bi hevdu vedigerînin. Strana dengbêjan a Ferhad û Şirînê, awazê strandina tassoa ji aliyê kelekvanên li Venedîkê tîne bîra merivan. Kevneşopiya stranbêjiya kelekvanên bajarê Venedîkê di dîroka zanistî ya muzîkê de cihekî taybet girtiye û gelekî navdar e.
11. Todor Kotisçî (Theodore Kotschy)
Todor Kotsiçiyê Awistiriyayî ku zanyarekî gelek navdar e, ew jî li herêma Amêdiyê bûye şahidê stranbêj û muzîkkarên Kurdî.
Kotisçî van bîranînên xwe yên dema ku ew tev hogirên xwe yên rêwîtiyê bo berhevkirina mînakên giyayan hildikişe çiyan, tîne ziman:
Ez dê ti car bandora ku stranên li Kurdistanê li gera nêzîkî Amêdiyê li sala 1841`an li ser min hiştî, ji bîr nekim. Piştre, min pênc salan di nav Ereban de li melodiyeke paqij guhdarî nekir, min di nav wan çiyayan de du xulamên ku li wir wek stranbêjên baş navdar bûn, peyda kirin. Dema em ji çiyayan dadiketin, wan kilamên xwe yên ku bi piranî Kurdî bûn bi dil û can dilorandin. Ew Kurdên ku gelek mirov ji wan ditrisin, dema ku mirov zanibe çawa bi wan re rabe û rûnê, dibîne ku ew di rastiyê de merivên pir dilpak û mêvanhez in. Dema muzîkaran li aleta mola dida, ez gelekî kêfxweş bûm.
12. Pol Abê (Paol Abe)
Pol Abê lêkolînerê rojavayî û nivîskarê rêzimana Kurdî-Firansî wiha dibêje: Zimanê Kurdî di koka xwe de zimanekî şa`irane ye. Kurd bi giştî helbesvan in. Piranya Kurdan “çargar” hatine dinê û distrên û herwisa eleqeyeke zêde bi helbest û mûsîqî û dîlanan hene.
B. Zanyar Û Lêkolînerên Kurd
1. Hisên Medenî
Hisên Medenî dîroknasê Kurd dibêje: Strana Kurdî li rêç û resmên bav û kalên xwe dûr neketiye û esîl û resen û mayînde ye. Ew taybetmendî di nav stran û awazên gelên din ên cîhanê de kêmtir e, çimkî Kurd piştî ku çûne ser ayîn û ola îslamê jî, piraniya urf û edet û resmên xwe parastin.
2. Mamoste Osman Şarbajêr
Mamoste Osman Şarbajêr kilamên kurdî bi awayên jêrê parve dike:
1- Kilamên karkirinê
2- Kilamên şivanan
3- Kilamên cotkariyê
4- Kilamên sivik
5- Kilamên tebatî û hêdî
6- Kilamên aramiyê
7- Kilamên lorikî
8- Kilamên şîrdotinê
9- Kilamên zarokan
10- Kilamên hejêkirinê
11- Kilamên niştîmanî
12- Kilamên henek û pêkeniyê
13- Kilamên sirûştî
3. Heciyê Cindî
Heciyê Cindî yek ji zanyarên Kurd ên Ermenistanê, kilamên kurdî ser sê pişkên sereke parve kirine:
1-Kilamên karkirinê
2-Kilamên hejêkirinê
3-Kilamên siruştê
Heciyê Cindî ser vê bawerê ye ku helbest, stran û kilamên Kurdî jî ser sê pişkan in:
1- Çarbendî
2- Dubendî
3- Sê misre`i (sêxişt): Misre`a (nîvmalika) yekem û dawiyê hevqafiye (hevrêzbend) ne, li gorî bawerî û lêkolînên Heciyê Cindî çawaniya qisekirina her du evîndaran jî li kilamên kurdî cuda ye. Keçik bi awayê “o” gazî evîndarê xwe dike û Kurik jî bi awayê “ê”, ku jibo dengkirin û gazîkirinê ne.
Wek mînak:
Hay lolo
Hay lêlê
4. Mamoste Bîmar
Mamoste Bîmar yek ji zanyarên navdar ên Kurd li nivîsarekê stranên kurdî li ser neh pişkan parve kirine:
- Dîlanî (Stranên taybetî dawetan)
- Zêmarî (Taybetî şîn û tazîdariyê)
- Narîn (Taybetî dema bûkderxistinê)
- Dîrokî (Kilamên kevnar ligel tenbûrê têne gotin)
- Lawik (Stranên bicoş ku hemî stranên evîndariyê ne)
- Beste (Zêdetir piştî stranên miqamê têne gotin)
- Miqam
- Sûz (Stranên ayînî û derwêşan)
- Bend (Stran û kilamên ji destanên kevin hatine)
5. Mamoste Mehmûd Zamdar
Mamoste Mehmûd Zamdar lêkolînerekî din ê Kurd jî, stranên kurdî ser sê pişkên bingehîn parve kirine:
- Kilamên folklorî
Ev kilam zêde li gund û bajaran di nav cotkaran û gelê asayî de têne gotin û temen û dîrokeke dûr û dirêj hene û çend cur in:
- Dumisre`î
- Sêmisre`î
- Dubendiyên çarmisre`î
- Pexşan (ne helbest)
- Hin cure jî ligel helbestên hunerî û kilasîk û carna jî ligel helbestên folklorî bûne.
- Cureyek jî heye bi şêwaza helbest û pexşanê ye, ku cureyên jêr taybetî vê şêwazê ne:
- Stranên zarokan
- Stranên dawet û şahiyan
- Stranên şîn û taziyan
- Stranên evîn û hejêkirinê
- Stranên ayînî
- Stranên keçane
- Stranên kurane
- Stranên feqiyan (hucre)
- Stranên remezanê
- Stranên bûk û zavayan
- Stranên niştîmanî, ramyarî û şorişgerî
- Stranên mewlûdê
- Stranên qutabî (zarokên dibistanê)
- Stranên menlûc
- Stranê gerokan
Stranên kar wekî:
- Strana cotiyar
- Strana destar
- Strana savarkutanê
- Strana cehdirûnê
- Strana karker
- Strana beqal
- Strana qumaşifroş (cawîfroş)
- Strana nêçîr
- Strana nêçîrvanî
- Strana dirûnê
- Strana şivanan
- Stranên netewî
Ev cure stran li nava bajaran zêdetir bi kar hatine. Di bin bandora folklorê û stranên biyaniyan de bûye. Stranên netewî (milî) li tev ahengên biyaniya û pê amûrên mûsîqiya Ewropî wekî: kilarnît, okordiyon, saksîfon …hwd hatine stirîn.
- Kilamên tesnîf (Sirûd)
Ev cure kilamane li bajaran hebûne, lê li gundan kêmtir hatiye dîtin. Herwisa ev cure kilamane tev pê amûrekî mûsîqiyê têne gotin. Stranên kurt in û zû tewaw dibin.
6. Farûq Sefîzade (Bûrekeyî)
Farûq Sefîzade li pirtûkekê bi navê “lêkolînek li ser stranên kurdî” bi zimanê Farsî li sala 1375`an a hetawî li bajarê Sineyê lêkolîneke dewlemend û hejî li ser stran û awazên kurdî kiriye û herwiha wî di vê pirtûkê de şiroveyeke berifireh derheqê form û cureyên stran û awazên kurdî û herwisa derheqê govend û dîlanên kurdî taybetî Kurdên Îranê pêk aniye û amade kiriye. Me ji wê pirtûkê wekî çavkanî mifa wergirtiye.
7. Hesen Akbal/ Hesenê Alê
Hesen Akbal di kitêba “Dengbêj û Stranên Me û Folklora Me” tarz û stîlên di mûzîka Kurdî de û stran û stranbêjî û dengbêjî di nava Kurdan de û herwisa gelek stranbêj û dengbêjên Kurd daye nasandin. Ev pirtûka jî ji min re çavkaniyeke pir sûdmend bû.
8. Haşim Selîmî
Birêz Haşim Selîmî li sala 1393`an a rojî (2014) li bajarê Tehranê pirtûkek li ser navê Stran û Strangotin li ser çanda gelê Kurd da weşandinê. Wî di wê pirtûkê de gelek cureyên stranên Kurdî, taybetî Kurdiya soranî daye nasandin. Selîmî stranên Kurdî li gor bingeh, çawanî û taybetmendî şirove dike û jibo her yekê jî mînakan tîne.
9. Yaşar Kaplan
Birêz Kaplan lêkolînerê Colemêrgî li pirtûka xwe bi navê Kaniya Stranan ku ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin, stranên kurdî bi vî awayî parve dike:
A. Stranên dîlanî
B. Stranên dîwanî
Yaşar Kaplan cureyên stranên kurdî wiha dinivîse:
- Dîlok/dûrik
- Lawje/ Lawij/ kilam
- Lawik/ delal
- Payîzok
- Heyranok
- Şeşbendî/birîte
- Narînk
- Sere zawa
- Peste
- Zêmar
- Lorînk
- Serêlîk
- Medîhe
- Stranên leyîzên zarokan
10. Mamosta Cemîl Rojbeyanî
Mamosta Cemîl Rojbeyanî derheqê peydabûna stranên kurdî wiha dibêje: Diyar e ku temenê gelek stranên kurdî pir dirêj in. Jibo mînak (qetar), dibe ku ji peyva gata hatibe standin. Herwisa hore jî ew stran e ku li medh û pesna Ehûramezda hatiye stirîn. Kelhorî jî kele ehorayî ji stranê bijarte yên Ehora ne. Bilî van stranan strana Xurşîd (roj) jî dema derketina rojê tê xwandin, û li hember wê jî strana xevke heye ku li dema xev û razanê tê stirîn.
. Stranbêjê ku çarîgara distrê. Çarîgar formek li stranên kurdî ne.
. 'Ubêydullah Eyûbyan- kovara zanîngeha Tevrêzê- sala sêzdan- rûpela 175
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览53
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 13-04-2024
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 28-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览53
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!