图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,688
图片 105,735
书籍 19,411
相关文件 97,456
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye – Beşa Yekem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye

Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye
Ferhenga devoka Mukriyan projeya herî mezin a kurdî ye – Beşa Yekem

Ferhengnivîsî di #zimanê kurdî# de li gel çend navên mezin dest pê dike: Şêx Mihemedê Xal, Hejar Mukriyanî, Ebdulrehman Zebîhî, Gîw Mukriyanî û hwd. Helbet girîngiya karê her yek ji van nivîseran ji hev cuda ye
Kurdshop. – Ferhengnivîsî di zimanê kurdî de li gel çend navên mezin dest pê dike: Şêx Mihemedê Xal, Hejar Mukriyanî, Ebdulrehman Zebîhî, Gîw Mukriyanî û hwd. Helbet girîngiya karê her yek ji van nivîseran ji hev cuda ye. Lê di çend dehikên borî de zêdetirîn bandora wan li ser bikarhênerên ferheng û ziman li Kurdistanê de hebûye.
Di serdema niha de ferheng nivîsîn ji rêça xwe dûr ketiye û piraniya nivîseran û berhevkerên peyv û îdyom û …, bêyî ku kêmtirîn agahdarî li ser ziman û ferheng nivîsînê hebin, ferhengên farisî û îngîlîzî û fransî dikin kurdî. Ji ber wê jî karekî ku pêwîst e ferhengvisî bike, di nav berhemên wan de nayê dîtin û hezaran xeletiyên mezin û biçûk di nav berhemên wan de hene. Eger em bixwazin nimûneyan bînin, pêwîst e vekolînek bê alî derheqê wan de bikin û dê di nivîsên din de emê hewl bidin çend nimûneyan ji wan ferhengên hatine wergerandin û seqet, bidin nasîn.
Di rewşek wiha de, xebateke cidî û tekane, hêvî xist nav dilê hogirên zimanê kurdî. Karê bê hempa yê mamosta Selah Payaniyanî, xîmê projeyekî bû bo dubare nasîn û pêdahatin bi sermiyana zimanê kurdî û bê guman taybettirîn projeya ziman û giştgîrtirîn ferhenga serbixwe ya zimanê kurdî ye ku heta niha bi dehan mamostayên ziman li ser wê nivîsîne û dane nasîn.
Ew proje, zêdetir ji wê yekê ku karekî kesî be, dikare wek projeyeke netewî were dîtin. Her çiqas ji aliyê kesekî tenê ve, ew jî mamosta Selah Payaniyanî ve hatiye kirin. Di nav netewên din de, projeyên wiha mezin û dewlemend û xwedan mêtod, ji aliyê dewletan ve tê piştevanîkirin.
Di vê projeyê de, heta niha mamosta Selah Payaniyanî zêdetirî 15 berg û nêzîkî 30 hezar rûpel li ser xermana zimanê kurdî de zêde kiriye. Emê beşek ji taybetmendiyên wê projeya mezin vebêjin:
Rast e ferhenga devkî ya Mukriyan, destpêka ferhengnivîsiya kurdî nîne lê mirov dikare bêje li gorî hinek nîşane û amajeyan, ku dê di nav vê nivîsê de bên ziman, yek ji wan pêngavên cidî û xwedan mêtod e ku di warê ferhengnivîsiya kurdî de hatiye avêtin. Karekî berdewam ku heta niha 12 berg jê hatiye belavkirin û çend bergên din jî tên amadekirin. Destpêkê pêwîst e berhevdanekî di navbera rewşa ferhengnivîsînê li welatên din û li Kurdistanê bikin û ya duyem, cureya rûbirûbûna lgel diyardeyeke girîng wek ferhengnivîsînê, li ber ronahiya wan zanyariyên ku li ber destê me ne, destnîşan dikin. Ji ber ku ferhenga devkî ya Mukriyan, her wek ji navê wê re jî xuya ye, ferhenga devkî ya navçeyekê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber wê jî nirxandina qebare û şêwaza nivîsîna wê li gorî ferhengên din rasttir be ku li Rojhilatê Kurdistanê hatine nivîsandin. Di nav wan ferhengên ku li Rojhilat hatine nivîsandin, Henbane Borîneya Hejar wek ferhengek cidî û bawerpêkirî ji aliyê xwendevanan ve tê pesendkirin. Sedemên wê jî gelek in, ezê çendek ji wan sedeman bêjim:
Yekem: Kesayetî û şiyana qelem û îtibara nivîsîna nivîserê Henbane Borîne, mamosta Hejar sedema serekî ya vê yekê ye. Ligel ku naverok û hêza serekî ya ferhengekî ji peyv û zaravên zimanî pêk tê, lê pêwîst e kesê ferhengnivîs, xwedan şiyan û zanyariyên berfireh li ser ziman be. Zêdetirî du dehkan e, herî kêm sadetirîn rêka nivîsandina ferhengan, îtibara nivîsîn û şiyana nivîserê ferhengê ye. Nav û nivîsîna Hejar, xwedan îtibarek mezin bû. Ew îtibar heta niha jî, tevlî hinek rexneyan, li dû Henbane Borîne ye û ew ferheng wek yek ji çavkaniyên bawerpêkirî parastiye.
Duyem: Li gorî zêdebûn û cur be curiya peyvan û zaravên ku tê de hatine bikaranîn û zalbûna nivîser bi ser şêwezaran, dîsa îtibar û girîngiya ferhangê nîşan dide. Bo nimûne, ji ber ku mamosta Hejar piraniya zaravên kurdî dizanî, xwendevan bê şik û guman, li dû wateya peyvên xwe digere. Tevlî wan taybetmendiyên ku di nav Henbane Borîne de hene, lê nivîser û zimanzanên kurdî zanîn ku tevahiya peyvên kurdî di nav Henbane Borîne de nîne, her wiha tevahiya peyvên soranî jî li xwe negirtiye, her çend soranî zaravê serekî yê ferhengê ye. Ji ber wê jî piştî çapkirina wê ferhengê, beşek jê di govara Sirwe de bi navê Qamûs dihat belavkirin û tê de ew peyvên ku di Henbane Borîne de yan nehatibûn nivîsandin yan jî beşek jê hatibûn nivîsandin. Paşê çend berhem hatin belavkirin ku peyvên di Henbane Borîne de nehatibûn nivîsandin, li xwe digirt. Hinek ji wan berheman ev in: Gulçinînewe/Ebdulah Hesenzade, Ferhenga Rêjge/Emîn Gerdîglanî, Ferhenga Nahîd/Mihemed Nahîd. Helbet şêwaza nivîsandina Gulçinînewe ji her du berhemên din cuda ye.
Bêguman mamosta Hejar wê demê ku Henbane Borîne nivîsîbû, ji ber ku zaravên kurdî dizanî û şiyana wî di warê nivîsîn û wergerêanê de hebû, dizanî ku ferhenga wî bê kêmasî nîne. Di nivîsekî de behsa vê yekê jî dike û dibêje: Eger te dît peyvek heye ku min wateya wê kêm nivîsiye, li ba xwe not bike, ji ber ku ev yekemîn kar e bi vî rengî tê nivîsandin. Ji ber wê jî ez nikarim bêjim bi temamî serkeftî bûye. Hêvîdar im bibe xîmek bo ferhenga paşerojê û bila her kes li aliyê xwe ve hewl bide û temam bike.
Her çiqas Hejar jî wek Şêx Mihemedê Xal di wê baweriyê de bûye ku wî cara yekemîn ev kar kiriye, lê hevdem zaniye jî ku ferhengnivîsîna paşerojê pêwîst e bingeheke wê hebe û ew bingeh jî, Henbane Borîne bûye. Mamosta Hejar bi xwe ferhenga Xal wek çavkanî bikar aniye lê tevahiya peyv û wate û şiroveyên Xal wernegirtiye. Bê Guman eger ferhengnivîsê din jî wî karî dubare bike, dîsan valahî dimîne. Sê parên piştî Henbane Borîne, wate Gulçinînewe û Rêjge û Nahîd, wek dahênerên wan behs kirine, ferhengên bê kêmasî nînin, belkî pêngavek in bo tijîkirina valahiya Henbane Borîne. Hesenzade sê deste peyv di ferhengoka xwe de kom kiriye. Yekem, ew in yên ku di Henbane Borînde de nehatine nivîsandin, desteya duyem ew peyv in yên ku di Henbane Borîne de hatine nivîsandin lê di kurdî de wateyek din jî hene. Desteya sêyem jî ew peyv in yên ku wateya wan di ferhenga mamosta Hejar de bi duristî nehatine gotin. Ev rêç û şêwaz, ji aliyê Gerdîglanî û Nahîdî ve jî hatiye peyrewkirin. Ferqa wan ew e ku wan kêmtir berê xwe dane desteya sêyem ya peyvên ku Hesenzade behs kiriye. Peyvên Hesenzade, piraniya wan peyvên nas in di hiş û bîra me de. Ji ber wê jî ji anîna şahid û nimîne xwe dûr girtiye û heta wateya farsî ya peyvan jî tomar nekiriye. Sedema wê jî, tenêbûn û zehmetiya dîtina wateya farsî daye zanîn.
Di zaravên din de jî Ferhenga Başûr ji aliyê Ebas Celîliyan ve, ku taybet bi peyv û zaravên goranî, lorî û lekî ye, hatiye belavkirin. Ew ferheng beşek ji peyvên navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristanê ye. Karê ku Celîliyan kiriye, ji du aliyan de balkêş e: yekem, wek bi xwe jî dibêje, ew ferheng yekem ferheng e ku beşek ji peyvên Kirmaşan, Îlam û Loristanê li xwe digire û du duyem jî, ew e ku di wê ferhengê de gelek peyvên nivîskî yên Başûr, tîpên L û G bi dest hatine nivîsandin. Nivîser bi vê yekê, zaravên lekî û lorî û goranî ji hev cuda kiriye. Ev şêwaz di sê ferhengên piştî Henbane Borîne de nayê dîtin.
Loma nivîsandina ferhengê di zimanê kurdî de hê jî rêyek dûr û dirêj li pêş e, ev jî bêhnek fireh û wextek zêde dixwaze. Pêwîst e kesê ferhengnivîs, bêhnfireh be û tevahiya zaravan jî bizane, her wiha haya wî ji ferhengên din jî hebe ji bo ku bikaribe ferhengek giştgîr binivîse. Ji bo ku dema kesek ferhengê bikar tîne, neçar nebe bo hinek peyvan li ferhengên din bigere, ji ber wê jî pêwîst e ferhengnivîsiya kurdî ji alozî û belavbûnê berev navendîtî û hevgirtinê gav bavêje.
Gelek caran di nav ferhengên kurdî de diyardeyek tê dîtin ku mirov dikare wek xesarekî bo hemû ferhengan bihesibîne, ew jî nedîtin û piştguhxistina karê yê din e, her çend bi enqest jî nehatibe kirin. Eger em Henbane Borîneya Hejar wek nimûneyek xwedan îtibar bizanin, pêwîst bû Hejar ferhengên berî xwe dîtiba û ji wan sûd wergirtiba. Ferhenga wî sala 1990 hat çapkirin, ev jî nîşan dide ku pêwîst bû tevahiya peyvên Ferhenga Xal ku sala 1976 û Qamûsa Zibanê Kurdî ku sala 1988 hatibû çapkirin, tê de hatiba nivîsandin. Her wiha Ferhenga Îdiyomên Kurdî ku ji aliyê Ebdulwehab Şêxanî ve hatiye nivîsandin û sala 2009 hatiye çapkirin, tevahiya îdiyomên nav ferhengên berî wê tê de hatiba. Niha emê çend nimûneyan bînin ku nîşan didin nivîserên ferhengan karên hev bi hûrî nedîtine û wek çavkanî jê sûd wernegirtine:
Pêşmaman: Jinek e ku li aliyê zeyîstan rûdinê, dema zaroka xwe tîne dinê (Xal, jêr nêrtikê pêşmaman). Ev peyv di nav Henbane Borîne de nîne.
Terrekall: Genimê berav (Xal)
Terrekall: cotkirina zeviya ku baran bi ser de bariye (Henbane Borîne). Ev jî nîşan dide ku Henbane Borîne peyva Xal wernegirtiye.
Nawîre: Nawaze- Ev peyv jî di Henbane Borîne de nîne.
Paçinar, Xal wergirtiye û Henbane Borîne wernegirtiye
Barxane Kirin: Qamûsa Zibanê Kurdî wergirtiye û Henbane Borîne wernegirtiye.
Ev nimûne, beşek biçûk in ji piştguhxistina ferhengnivîsên kurd li hember berhemên hev û berhemên berî xwe tomar nekirine, ev jî bûye sedem valahî di karên wan de hebe. Eger mamosta Hejar bi vî çavî li ferhengên Şêx Mihemedê Xal û mamosta Zebîhî û … fikirîba, bê guman Henbane Borîneya wî dewlemendtir dibû. Ferhenga devkî ya Mukriyan, li gorî berhem û ferhengên din, kêmasiyên wê kêmtir in. Nivîserê wê, Selah Payaniyanî di pêşekiya berga yekem de gotineke Ehmed Şamilû vedibêje û bi vî rengî behaneya wê yekê tîne ku ferhenga wî jî bê kêmasî nîne, lê vê jî dibêje: eger biryar bûya ewqasî rawestim da k utu kêmasiyek di karê min de nemîne, ev pirtûk tu carî xilas nedibû. Ferhenga devkî ya Mukriyan, di warê bazina peyv û zarav û şîret û mesel û metel û şiroveyan de, herî kêm heta niha dewlemendtirîn û bi mêtodtirîn ferheng e ku bi kurdî hatiye nivîsandin. Emê paşê li ser zêdetir bêjin û baxivin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览54
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 13-04-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 27-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 词典
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览54
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.118 KB 13-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,688
图片 105,735
书籍 19,411
相关文件 97,456
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!