图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîrata Vegotinê li Kurdistanê - Beşa 4
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jana Gel

Jana Gel
#Mîrata Vegotinê# li Kurdistanê - Beşa 4
Dr. Azad Mukrî

Meseleyî Wîjdan Ehmed Muxtar Beg ê Caf û pêngava duyem
Salekê piştî belavbûna novlet a Di Xewna Min De ya Cemîl Saîb, Ehmed Muxtar Beg ê Caf helbestvanê nasikirî yê Helbestên kilasîk ê Kurd, novlet a Meseleyî Wîjdan nivîsand. Meseleya Wîjdan weke teksta çîrokê giringe ji ber ku nivîskar di rewşeke taybet de ku, berê helbestên klasîk ên Kurdî nivîsandine, berê xwe dide nivîsandina nivîsên çîrok û vegotina Kurdî. Destpêka vê çîrokê gelek bihêz e. Her ji hevoka yekem de ku behsa cihê vê çîrokê dike, pirsekê li cem xwendevan çêdike. Nasandineke cuda û weke rêça Kafka. Lê dema ku tu çîrokê dixwînî ew têgeh tê guhertin. Di romana Koçkê de navê karekterê sereke yê Kafka (K) ye, karakterek bê nav. Pirsek li cem xwendevan çêdibe. Di vê çîrokê de nivîskar weha destpê dike. Ji dayîkbûna min li qezaya (H) bû. Ji malbateke hejar, bavê min di şerê mezin de şehîd bû. Êdî ez bê kes mabûm.
Lê ev pirsa ku li cem xwendevan çêdibe, ev nezelalî ye ku ji ber cihê vê çîrokê di nava mejiyê xwendevan de çêdibe, bê bersiv dimîne û di tevahiya çîrokê de ew şêwazê nav lê kirinê bandoreke din nîne. Meseleyî Wîjdan weke piraniya çîrokên piştî wê hatine nivîsandin, rexneyeke civakî ye, di rastiyê de nivîskar bi zimaneke ne çîrok behsa bûyerên civakî yên wê demê yên Kurdistanê dike. Herweha atmosfera hizir, abor û çandî de ku bi ser takên civakê de zal bûye nîşan dide. Armanca sereke jî her ew e ku bêje çawa civak dikare rola xwe bibîne di çêkirin, guhertin an jî têkdana şexsiyeta taken di nava civakê de.
Ji aliyê din dema ku du çînên serdest û bindest ên civakê tîne rojevê, behsa peywendiyên wan di nava civaka Kurdî de dike, dixwaze nîşan bide ku kar û reftara çîna serdest li gor reftar û serederiya çîna bindest tê guhertin û ji ber ku çîna bindest lîstik û reftara civakê nas nake, berdewam şikistê tîne.
Kesê ku vê çîrokê vedibêje bixwe kesayetiyê sereke yê çîrokê ye. Wate tevahiya wan bûyeran wê demê wateyê peyda dikin ku akterê sereke bixwe têde amade be. Akterek ku ji nava hejarî û tinebûnê li bajarê (H) derdikeve û li ber deriyê xelkê û bi nanê wan mezin dibe, piştre fêm dike ku divê li ser lingên xwe bisekine û nabe ku bibe barê ser milê ti kesî.
Nivîskar bi kurtî behsa wan bûyeran dike û weke çîrokên folkolorî demê berçav nagre û pabendî mentiqê vegotina bi demê re nabe.
Ezê bêkes û bê pişt, li cem çend xizmên dûr bi tenê mam û nebûna delaliyê ber dilê dê û bavê xwe, wan xizman jî ji ber însanetî û mirovaniya xwe nan û pîvazek dane min, ji ber ku ti mafekî min li ser wan nebû. Dema ku ez hinekê mezin bûm ez têgihêştim ku divê ez bi hêza milê xwe nanê xwe peyda bikim û nebim barê ser milê kesî.
Valatiya navbera zaroktî û nûciwaniyê bi wan çend gotinan derbas dike, xwendevan piştre dizane dayîka wî jî nemaye ku berî niha behsa wê kiribû. Ji ber ku di hevoka sêyem de dibêje edî ez û dayîka xwe ya hejar bêkes û belengaz man. destpêkê de ewqas bilez behsa bûyeran dike, heta dema ku digihêje serdema nûciwaniyê û piştre hinekê hêdî behsa bûyeran dike û bêhtir bala xwe dide ser hin bûyeran.
Sedema wê jê ew e, nivîskar li şûna ku di xema teknîka vegotinê de be, pirsgirêka wê yekê heye ku behsa çi bike.
Wate naverok û mijara vegotinê tevahiya çîroka wî ye, her ji ber giringiya wateya mijara ku behsa wê dike, navê çîroka xwe kiriye Meseleyî Wîjdan.
Ehmed Muxtar di vê novletê de weke çîrokên kevin ên Kurdî û çîrokên nav edeba gelên din, di nava atmosfereke edebî ya exlaqî û perwerdeyî de digere. Wate çîrok û atmosfera vegotinê qalibeke ku bikare naveroka xwe ya hizrî têde bicîh bike. Ew jî wate wîjdan di cîhana me de çiqas giring e û em çawa dikarin li gor wîjdana xwe tev bigerin û dilê kesî neşkênin, lê eger tu ji wîjanê xwe derkevî çawa dikarî bibî sedema têkçûna maf û aramiya xelkê. Bo vê mebestê nivîskar çend karakteran diafirîne ku bikare hizra xwe cigar bike. Yekemîn kes dikandarekî tacir e ku bi hosta bang li wî dike. Dibe nivîskarê hesabên dikana wî û dibîne ku hosta xelkê dixapîne rojekê jê pirs dikeHosta li gorî şerîetê xapandin di bazirganiyê de helal e… ew dibêje her karê ku bibe sedema hêsankariyê bo debara xelkê (Cayîz) e bi mercê ku kuştin û dest birin bo namûsa kesî têde nebe, Û Wîjdan Çî ye? Êtîm ji vê zêdetir neaxive.
Mijareke din ku Ehmed Muxtar Caf di helbestên xwe de jî giringiyê pê dide Xwendin e. di vê çîrokê de jî ew di wê baweriyê de ye ku peywendiyeke rasterast di navbera xwendin û wîjdanê de heye. Ji ber wê hêviyan ji hostayê xwe dike zarokên xwe bişîne xwendingehê lê ew dibêje ku xwendin dibe sedem ku xelk Ehmeq bimîne. Wate nivîskar li vir jî li pey mijareke fêrkarî digere
Hosta ji bilî bazirganiyê, cotkariyê jî dike, li wîr jî dîsan mafê werzêran dixwe û nivîskar her hizra wîjdanê hostayê xwe dike ku nemaye. Di dawiyê de nivîskar bi sûdwergirtin ji guhertinên civakî û aborî riyekê dibîne û pêşniyar dike ku hosta û kesên weke hosta li şûna ku xelkê bişelînin kompaniyên bazirganiyê deynên. Ji ber wê her ji destpêkê ve min got ku ew çîrok, çîrokekî fêrkarî ye. Nivîskar pirsgirêkekê mezin dike û çareseriyekê jêre dibîne. Çareseriya wî jî bo vê yekê ye ku mijara wîjdan biparêze.
Di rewşeke din de ku nivîskar di nava vê çîrokê de diafirîne, pirsgirêka têgihêştinê ya kesên binajûxwaz di nava rewşên nû de nîşan dide. Li cem wî kesî karê xwe temam dike û berê xwe dide bajarekî din.
Ez tevî karwanê ji bajar derketin. Çûme bajarekî din ku di nava heman lîwayê de bû. Dema ez gihame navenda bajar, hewayeke xweş, paqij û bax û baxçeyên bedew lê hebûn. Lê mixabin nav kolanan gelek pîs bû. Avrêj û gilêş li kolanan bû ez bi wê yekê pir aciz bûm.
Kesê çîrokê vedibêje di xema bajarekî nû de ye. Ji ber wê tevî behskirina ji bajarê nû ku navê wê jî nabêje, dilgiraniya xwe li hember vê rewşê nîşan dide. Li wî bajarî li pey karekî nû digere û dibe erzûhal nivîs. Li ser vê mijarê tê girtin û di dawiyê de bi riya hevalekî xwe neçar dibe ku wîjdanê xwe bixe bin piyên xwe û biçe û teşebûsê li rêveberê bajar bike û pere bide û azad bibe. Êdî jiyana wî tê guhertin û ji kesekî ku hatibû girtin dibe kesekî rêzdar.
Sibê min dît dema ez çûme îdareya polîs, min çi dît, wê demê ez li ser lingan disekinandim, niha cihek bo min danîne ku ez rûnêm. Wê demê bi zorê rê didan min ez baxivim niha li bendê ne ez baxivim, min nekarî xwe bigrim min ji komîser pirsî, berovajî duh îro gelek rêza min digrin, çi bûye?
Wele ez jî nizanim, her ewqas nebe ku niha fermanek ji serok hatiye
Li vir çîrok vedigere rewşa piştî ku akterê sereke wîjdana xwe dixe bin lingê xwe. Herweha nebûna wîjdanê li cem kesên din jî tê nava çîrokê de. Herî dawiyê nemana wîjdanê dibe sedem ku akterê sereke bibe serokê bajêrvaniyê. Piştre ku pileya wî bilind dibe û dibe berpirsê bajarekî mezintir. Dema diçe wî bajarî di rê de dibîne ku du keçan weke xwînê didin tayfeyeke din a wê deverê, li vir nivîskar pirsgirêkeke din a civaka Kurdî nîşan dide, ku ew jî dana keçan e li şûna xwînê. Ew guhdar dike ku keç dibêjin, xwedê qebûl nake, kesekî din hatiye kuştin, yekî din qetil kiriye, çima em ê ezabê bibînin. Eger heye ku dilê me bi kesekî din re be, çima hûn jiyana me tine dikin? Xwedê û wîjdan wê yekê qebûl dike?
Ev nizanin ku xwedê gelek bi sebr e, bi hezaran tiştên weha qebûl kirine û wîjdan jî tenê bi nav heye û kesî bi çavê xwe nediye.
Nivîskar bi riya kesê çîrokê vedibêje weha peyama xwe di nava çîrokê de tîne ziman ku ya di cîhana îro de tê kirin desthilat dike û wîjdan tine ye û bi nermî ol`an jî rexne dike.
Ya ku di dawiya çîrokê de û wek xala dawiyê balkêş e ev e ku nivîskar weke çawa hevoka yekem a çîroka wî neçaverêkirî bû, wate cih nediyar bû, di dawiya çîrokê de jî, tevî ku di paragrafa berî dawiyê de encama binpêkirina wîjdan nîşan dide û mînaka berçav a zilmkirina ji wan keçan nîşan dide ku weke xwînê didin, lê dîsan gumanê li cem xwendevan çê dike.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览36
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 13-04-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 20-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览36
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!