图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,293
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir – Beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir

Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir
Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir – Beşa 2yem

Rola #Refîq Sabir# li rohnkirin û vegotina kevneşopiyên serdest û adetiyên civaka Kurdî ya nîveya duyemîn a sedsala bîstan.
Nivîskar pirtûka xwe di yanizdeh beşan de vegotiye. Tişta ku ez li ser vê pirtûkê dinivîsim, darêtinek cuda ji darêtina nivîskar bi xwe ye. Ez ê hewl bidim di vê gotarê de van mijaran bînime ziman; Destpêkê, Refîq Sabir wekî helbestvan çawa di vê pirtûkê de derdikeve. Wate axo kesek e her bîranînan vedibêje, yan jî ezmûnên xwe yên nivîsandina helbestî tîne ziman. Paşê ez ê bibêjim ku derketina Refîq Sabir di vî warî de gelek serkeftî ye. Di pirtûka xwe de li kuderê behsa helbestê dike, weke helbestvanekî xwedî ezmûn, behsa helbest, zimanê helbestê, forma helbestê, ezmûna xwe û ezmûna helbestvanên din ên Kurd dike û di dawiyê de behsa ezmûnên helbesta cîhanî û bandorên li ser helbesta Kurdî û nûbûna wê jî tîne ziman.
Mijara duyem ewa ye ku ew helbestvane wek kesayetiyek siyasî çi ezmûnek di wê pirtûkê de xistiye ber behsê. Dîtingeh û cîhanbîniya wî ya siyasî çawa ye?
Eşkere ye ku piştî behskirina pirtûkê û bidestxistina belgeyan, bo me derdikeve ku Refîq Sabir di zarokatiya xwe de tevlî Komeleya Dibistaniyan bûye û dest bi karê rêkxistinê kiriye. Beriya qedandina dibistanê, carekê tê girtin û dixine girtîgehê. Ew dibe endamê Partiya Şûî ya Iraqê û bi dehan salan di nav partiyê de beşdariya gelek postan û pileyan kiriye. Di gelek konferans û hilkeftan de rol lêstiye, li gelek welatan nûnertiya beşek ji karên Partiya Şûî kiriye û bi giştî çalakvanekî siyasî bûye.
Mijara sêyem ku li cem me girîng e ew e ku wî wek welatiyek asayî diyardeyên civakî û kultûrî yên di nav Kurdewarî de çawa dîtiye?
Her nivîskar, helbestvan û siyasetmedarek, beriya ku ew wesfane hebin, ji ber ku di nava civakê de dijî, wekî welatiyekî jî li diyardeyan dinêre. Pêwîst e em bizanin ku nivîskarê pirtûka “Di Pesna Jiyanê De”, axo civak ji pencereya edebiyat û siyasetê ve dîtiye, an jî wekî welatiyekî ji nava bûyeran derdikeve û ji me re behsa civakê û diyardeyên baş û xerab dike. Refîq Sabir her di destpêka pirtûka xwe de dûr ji siyaset û hunerê û wekî endamek civakê bi behskirina diyarde, resm û adetên kultûrî û civakî yên neyînî dest pê dike û di gelek şûnên pirtûkê de dubare îşare bi wan dike.
Mijara çarem ew e ku Refîq Sabir wek kesekî diyasporanişîn çawa cîhan, siyaset û wêjeyê dinêre?
Jiyana diyaspora ji bo her mirovekî komek derfet û kêmasiyan tîne. Nivîskarê pirtûkê ji her du mijaran bêpar nebûye û bi hûrî derfet û xisarên diyasporanişîniyê li welatên wek Efxanistan, Bulxaristan, Sûriye, Gurcistan, Swêd û hwd vegotiye û behsa wan bûyer, xisar û derfetan kiriye ku her yek ji van welatan bo wî û jiyana wî wek mirovek û wek siyasetmedar û helbestvanekê hebûye.
Mijarek dinê ya girîng ku ezmûna Refîq Sabir wek helbestvanekî cîhanî çî ye? Ew helbestvane pêka vegotin û rohnkariyên xwe di bîranînên xwe de çi destkeftek bo xwe wek helbestvan, afirîner û bo ziman û wêjeya Kurdî di asta cîhanê de hebûye?
Gelempera van behsane lewma girîng in, çimkî em dixwazin perdeyê li ser bîranîn û jiyan û berhema kesekê vêde bibin ku hem bi xwe wek helbestvanekî afirîner behsa berhema xwe dike û hem berdengên wêjeya Kurdî, wî wek sitûneke helbesta modern a Kurdî dizanin û hem jî wekî ji wergêrana karên wî bo ser zimanên dinê derdikeve ku nivîser û helbestvanên bîhanî wî bi kesekî bi şiyan û helbestvanekî astbilin ê cîhanî dizanin.
Refîq Sabir di vê pirtûkê de gelek bi pisporane li şûna vegotineke xetî ji bûyerên jiyana xwe, hewl daye dabeşkirineke watedar bo vegotina bûyeran pêşkêş bike. Ew despêkê di beşekê de bi navê “Çirîkeyek Le Nîwe Şewda” vegotineke çîrokî pêşkêşî xwendevanan dike. Destpêka pirtûkê destpêka romanê ye. Ji wesfa keşeke çîrokî ve dest pê dike. Ew xwîner dibe naverasta bûyerekê ku ew bûyere zêdetir di çîrok û romanan de tê wesfkirin, ne li vegotina jiyana takekesî ya kesekê ku mijûl e biyografiya xwe dinivîse.
Pirtûk wiha tê destpêkirin: “Şeveke Payîzê li navîna salên şêstan, wekî şevên gundan elekterîk qut bibû. Ji nişkê ve bi hawara jinekê ku aramiya şevê hejand, em şiyar bûn. Dayîka min beriya hemûyan di nav cihê xwe de rabû û ber bi derbasgehê ve çû. Ez jî li pey wê çûme derê. Dengê giryana jinekê û hawar û nîskenîska zarok û denge deng di kolanê de dihat. Dayîka min got: Ewa ji dengê Ayşê diçe. Dibe ku ew bêçareye di vê nîve şevê de çi hatibe serê wê? Dayîka min fanûsa xwe hilgirt ku bi nîve diterisî. Em ber bi deriyê hevşê ve çûn ku deh metran ji derbasgehê dûr bû. Ji derve denge deng dihat. Dema ku em çûne derê, çend cîranek beriya me gihabûne kolanê û hêdî hêdî zêde dibûn. Hin ji wan fanûs bi destê wan bû. Ayşê bi rûniştinê ve herdu pêyên xwe dirêj kiribûn. Bi curekê şîn dikir ku hinavên mirov dihatine hejandin. Bi şîn û hawarê ve bi herdu destan li xwe dixist û por û rûyê xwe radikêşa. Dema ku em jê nêzîk bûn, serê xwe hemû tiraşîbû. Min di ber xwe de got: Jineke din serê xwe tiraşî.”
Destpêkirina pirtûkekê ku li serê hatiye nivîsîn ezmûna nivîskarekê bi vegotina çîroka xwe ji jiyan û bûyerên kesekî din ve, kareke balkêş û di heman demê de nû ye. Lê nivîskar pilan heye bo wê ku bo çîroka jiyan xwe bi bûyera jiyana kesek dinê ve, wate bi bûyerekê ku di jiayan Yay Ayşê de rû daye dest pê dike.
Ew bûyere bûyereke asayî nîne. Bûyerek e ku nivîskar beriya niha dîtiye. Çimkî dinivîse jineke din serê xwe tiraşî. Wate nivîskar di vê beşa bîranînên xwe de hewl dide bi şêwazekî kevneşopiyên nerewa yên civakî re rû bi rû bibe û wan bibêje û wan bide naskirin ku jinên Kurd û Rojhilata Navîn bi giştî tê de gîr kirine pê ve dinalin. Refîq Sabir ji xeynî behskirina wan bê hûrmetî û sivikatiyan ku bi Yay Eyşê hatine kirin, dike bi hêncetekê bo wê ku beşeke zêde ji resm û kevneşopiyên narewa yên civakî li bajarekî piçûk wekî “Qela Diz”ê ku şûnwarê wî ye behs bike û b vî rengî rewaş jinên Kurd û bi giştî jinên Rojhilata Navîn di beşeke jiyana xwe de, ku vedigere aliyê kêm bo 50 sal beriya niha, bi xwîner û berdengê xwe re rabigehîne. Wate vegotina jiyana Yay Ayşê derfetek e bo wê ku jiyana tal a gelek jinên dinê jî behs bike ku bûne desteçîleya agirê kevneşopiyên şaş ên civakê. Îcar carê wisa heye ku ew kevneşopiyane eşîreyî ne. Carê wisa heye olî ne û carê wisa jî heye ku hizbî ne.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览32
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-04-2024
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 28-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 政治
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):22-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览32
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,293
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!