图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,448
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir – Beşa 3yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir

Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir
Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir – Beşa 3yem
Rola #Refîq Sabir# li rohnkirin û vegotina kevneşopiyên serdest û adetiyên civaka Kurdî ya nîveya duyemîn a sedsala bîstan.

Ew behsa wan mêr û jinên din jî vedibêje ku evîndarê hevdu bûne û kevneşopiyên civakî nehiştine ku bigihine yek. Yan olê yan jî hizbê pêşiya wan girtine.
Ew jiyana jinên dinê jî behs dike ku pozê wan hatiye jêkirin. Ew jiyana jinên ku bi yasayên narewa ketine tengasiyê vedibêje, an jî ew dixwaze bi wateya xwe serê sindoqa Pandora ya vekiriya civakê bi rastî nîşanî xwîneran bide. Wate beşek ji nivîsandina Rafîq di vê pirtûkê de ew e ku behsa wê dem û serdemê bike ku serê sindoqa Pandorayê vebû û xirabî hatine belavkirin.
Diyar e ji wê rêyê ve, ew ne tenê ji penahbirin bo çîrokên efsaneyî, dîrok, bo raya giştî ya feylesofên wekî Eresto Eflatûn û gelek feylesofên dinê ku navê wan tîne, xwe naparêze, belkî gotin û nivîsên gelek siyasetmedar û bîrendên dinê jî, ji bo piştrastkirina gotarên xwe wek mînak tîne û bi wan hemûyan re beha xwe dewlemend dike. Ku wisa ye ew li ser vegotina bîranînên roj bi roj yên demên jiyana takekesiya xwe tekeziyê nake. Belkî vegotina bîranînên xwe kiriye hincetek bo wê ku beşek ji kevneşopiyên civakî yên veşartî, kevneşopiyên siyasî yên veşartî û nebaş û kevneşopiyên çandî yên veşartî nîqaş bike û ji wê rêyê ve hin beşên girîng ên felsefî, ustûreyî û dîrokî jî bîne bîra me.
Di wê beşê de ji bilî ku behsa veşartiyên civakê û belavbûna van veşartiyan di nava civakê de dike, çîroka Sindoqa Pandorayê jî ku ji efsaneyan wergirtiye ji bo xwîneran vedibêje. Lê gaveke din a wêrek a nivîskar ew e ku kevneşopiyên civakî yên narewa û rewşa jinan di çarçoveya van kevneşopiyan de ji çend aliyan ve vebêje û tenê bi civaka zordar a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ve girê nade, belkî ew li ser wê bawerê ye ku ew kevneşopiyane bandora xwe liser partiyan jî kirine, Herçiqas damezraweyek modern be jî.
Li gorî nerîna Refîq Sabir, di vê erdnîgariyê de partî berdewamkerê civakê ye. Nivîskar di vê pirtûkê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, çend cudahiyan di navbera hizra hizbî û eşîrî de li wê serdemê nabîne. Lewma heta partiyên çep û pêşkeftinxwaz jî gelek şaşiyên xwe yên kevneşopî û çandî dubare kirine û berevanî ji astengiyên civakî bo hin bîr û kiryarên kirine ku pir nedemokratîk û nemirovî ne jî. Ew çend mînakên bûyeran vedibêje ku nîşan didin hizb çiqasî bi wan şaşitiyan re girêdayî bûne ku azadiya civakî ber bi jinavçûnê ve birine. Nivîskar behsa wê yekê jî dike ku hizban jî ew şaşiyên ku civakê di derbarê têkiliyên jin û mêran de dikin û ew şaşiyên ku civakê di derbarê nêrînên olî de kirine, dubare kirine.
Hizban û serokên hizban ku çep û bi gotineke din bêtir xwedî raman in, heman çand û qadên çandî dubare dikin ku kesên eşîreyî kirine. Tişta ku balkêş e ev e ku nivîskar bi wêrekî mînakên van di partiya xwe, Partiya Şûî ya Iraqê de destnîşan dike û nîşan dide ku çawa partiyekê ku pêbendê yasayên olî nîne, lê ji çarçoveya yasayên kultûrî nikare derbas be û bi berdewamî mijûlê wan e û careke din berhemanîna kultûr û kevneşopiya şaş û çewta civakî ye.
Ewa ku di vê beşê de dibêje, êş û ziyaneke giştî ya hemû welatên Misilman e ku têkiliya di navbera Misilman û nemisilmanan de bi awayekî taybet û di çarçoveya şerîetê de formule dike. Di vê beşê de em ê bixwînin ku Partiya Şûî ya Iraqê çawa pêşî ji zewac û gihîştina Misilman û Yarsan, Misilman û Xirîstiyanan û hwd digire û bi vî rengî her bi nerîna wî di wan beşên ku tê de behs dike, hizb di civaka me de, berdewamkerê kevneşopiyên civakî ye. Eva jî di halekê de ye ku diviyabû hizb bibe pêşeng û afirînerê bîr û hizir, bingeh û dezgehên nûjen û berpirsiyarê civakê li stû be, ne ku bibe lasayîkerê wê beşê ji bîra civakê ku li dijî jinê û li dijî azadiyê ye.
Bi giştî ev heman beş in ku di pirtûka bîranînên helbestvanê mezin ê Kurd Refîq Sabir de perde li ser wan hatine vêdebirin û behskirin. Di beşên dinê de ez ê hewl bidim ku her yek ji van nîqaşan bi berfirehî û li gorî belgeyên pirtûka Refîq Sabir behs bikim.
Herwiha em ê li gorî serdemên cuda yên ku tê de helbest hatine nivîsandin, hin helbestên Refîq Sabir di beşa dinê de nîqaş bikin. Sedema wê jî ku çima Rafîq Sabir bi wan hemû şiyanên xwe ve pirtûkên xwe yên di warê helbesta Kurdî de dereng çap kirine û wekî bi xwe besh dike bîst û çend sal beriya wê ku pirtûkên wî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Navenda Seydiyan ve hatine belavkirin paşê li Başûrê Kurdistanê berhemên wî têne belavkirin û niha jî heyameke zêde ye bêdengiyek ecêb li hember berhemên wî helbestvanê heye. Em ê wê beşê jî her behs bikin û di dawiyê de li gor belgeyên edebî yên ku helbestvan bi xwe pêşkêş kirine, em ê behsa rol û helwesta wî ya edebî li cîhana îroyîn û derveyî sînorên Kurdistanê bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览45
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-04-2024
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 30-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 政治
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):22-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览45
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,448
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!