图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,005
图片 106,690
书籍 19,302
相关文件 97,311
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Elî Arif Axa” û helbesta kilasîk û gotara nû ya wêjeyî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

“Elî Arif Axa” û helbesta kilasîk û gotara nû ya wêjeyî

“Elî Arif Axa” û helbesta kilasîk û gotara nû ya wêjeyî
“Elî Arif Axa” û helbesta kilasîk û gotara nû ya wêjeyî
Dr. Azad Mukrî

Elî Arif Axa wisa nebe ku agehdarê edebiyata serdema xwe nebûbe. Çimkî her wekî ew di pêşekiya wê kurtiya ku ji bo komên helbestên xwe nivîsiye, behs dike, ew agehdarê helbestên helbestvanên ciwan ên wekî Herdî, #Hêmin# û Kamran Mukrî bûye, û xuya ye Goran nifşa pey wî bûye, û heta behsa helbestên dîtingehî jî dike û dibêje ez agehdarê wê yekê me ku ew jî hene, lê tevahiya wan bi helbestvanên law zaniye.
“Elî Erif Axa” naskirî bi “Şarî” yek ji helbesvanên kilasîkî yê #Başûrê Kurdistanê# ye. Sala 1910an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Elî Arif Axa ji wan helbestvanan e ku di serdema nûbûna bîra siyasî û civakî û wêjeyî de dest daye bi pênûsê û helbest nivîsîne. Lê di nav edebiyata Kurdî de gelek bi kêmî hatiye naskirin. Tenê helbesta naskirî ya Elî Arif Axayî, helbestek e bi navê “Gul û Xunçe” ku hunermendê dengxweş ê Kurd “Mezherê Xaliqî” awaz xistiye ser û wek stran gotiye. Beyta yekem a vê helbestê wiha dest pê dike.
Gul û xunçey beharanîş le tu neşmîletir nabê
Nemamî er erî korpeş le tu cinçîletir nabê
Ji xeynî vê helbestê, em dizanin ku kêmtir berhemên Elî Arif Axa di nav edebiyata Kurd de behsa wan hatibe kirin û naskirî bin. Eger wî nêzî heştê sal berî niha helbest nivîsîne, lê gelek direng jî berhemên helbestên xwe bi destê xwe li sala 1985an çap kiriye.
Ji aliyek dinê ve naskirina mirov, Xwedê, evîn û hwd, ji wan çavkaniyane ne ku em dikarin ji rêya wan ve bîra helbest û nivîskar nas bikin û gengeşe bikin. Di berhevdanîna deqên wî helbestvanê de em digihîjine encamek baş. Naskirina mirov di deqên nivîskarekê de di her warekê de be, çi evîndarî, çi wek hebûnekê di nav civakê de û çi wek çalakvanekî hizrî û hwd bi felsefeyekê re girêdayî ye ku kesê afirîner û helbestvan tê de jêhatî bûye. Dildarî û evîna helbestvan di gelempera wê helbestê de her ew evîn û dildariya giştî ye ku hemû helbestvanên kilasîk helbest bo nivîsîne. Heta gelek caran rîtm û kêş û qafiyeya helbestvanên berê jî dubare kirine. Bo mînak di helbesta “Bê Tu” de:
Jiyanî min le dûrî jane bê tu
Beşim her hesret û giryane bê tu
Girane barî xembarî leser dil
Nemanim zor le la herzane bê tu
Kêş û qafiyeya vê deqê ji helbesta “Nalî” û “Kurdî” hatiye hildan û hişmendiya wê jî her ew hişmendî ye ku helbestên wan helbestvanane bo evîndarî bûne. Xeyalek din ku helbestvan heye, balkişandin e bi derbasbûn ji dijwariya jiyanê û dîtina rêyekê ji bo rizgarî ji tevlîheviya wan tiştane ku di dinyayê de hene. Penahbirin bo mey û xwe şimitandin di bin siya bê hişyarî de li dinyayê, yek ji rêyên berê yên helbestên berê ye. Dîsa Elî Arif Axa di gelek ji helbestên xwe de îşareyek bi mey kiriye û her bi vî rengî ku helbestvanên beriya wî sûd ji wan destewajeyane wergirtine çi di warê xwastekî de û çi di warê canî de, her bi vî rengî sûd jê wergirtiye.
Xalid Dilêr - Kakey Felah - Elî Arif Aaxa
Helbet ewa wek dîtingeh û nerîna helbestvanî tê behskirin û bi dîtingehek girîngîdanê ve ji deqê nanêre. Hekî na di vegotinê de helbestên gelek ciwan û serketî jî di wî warî de afirandiye. Bo mînak li helbesteke bi navê “Le Mizgewta” ger di wê keşûhewaya kilasîkî de bîr dike, lê helbesta xwe bi ciwanî vehûnandiye.
Le mizgewta ke derçûm bê weçan rûm kirde meyxaneş
Ke peymanim şikanû noşî xom kird yek dû peymaneş
Lelay meyxaneçî dam na le rehina mêzer û bermal
Legel xerqe û esada ta eba û tesbêhî sed daneş
Le rêy bed nawiya fewta be carê mal û samanim
Firoştim herçî hem bû taku came û cam û camaneş
Be duway yara geram şaranî alem belû bîbînim
Le Ako ta Bakû, çûme Taran û Sine û Baneş
Belam bextî bedim hawdem bû yarim nadiyarî bû
Be carê bûme nîşaney fisane û mesxere û taneş
Wekû Mecnûnî sergerdan serim yek bare lê şêwaw
Le destm çû kemal û halim û malim û hûrmet û laneş
Wate ger vegotin di vê helbestê de vegotinek bedew e, lê şêwaza sûdwergirtin ji destewajeyên dîrokî yên edebî wek mey û meyxane û xeriq û tesbîh û gelempera wan destewajeyên kilasîkî, guherinek wisa di warê wateyî de bi ser de nehatiye.
Elî Arif Axa wisa nebe ku agehdarê edebiyata serdema xwe nebûbe. Çimkî her wekî ew di pêşekiya wê kurtiya ku ji bo komên helbestên xwe nivîsiye, behs dike, ew agehdarê helbestên helbestvanên ciwan ên wekî Herdî, Hêmin û Kamran Mukrî bûye, û xuya ye Goran nifşa pey wî bûye, û heta behsa helbestên dîtingehî jî dike û dibêje ez agehdarê wê yekê me ku ew jî hene, lê tevahiya wan bi helbestvanên law zaniye. Hewl nedaye di warê form û wateyê de ji helbestên wan nêzîk bibe. Heta di helbestek xwe de ya bi navê “Hêzî Dildarî” xwastiye di warê hizrî de bersiva wê helbesta naskirî ya “Goran” bide ku bi navê “Baxçey Paşa” naskirî ye.
Goran di vê helbestê de wiha dipeyve:
Baxçey paşa lew berave
Xêlî dujmin dewrî dawe
Derom rêgam lê gîrawe
Narom çavkal lêm tûrawe
Di vê helbestê de Elî Arif Axa di hember helbesta Goran de bi şêweyekî helwêstê digire û helbesa “Hêzî Dildarî” dinivîse.
Ger baxî paşa lewber avîş bê
Behurdûy dujmin rê gîrawîş bê
Be şûrer pola bestrawîş bê
Ebime şabaz û helmet ehênim
Le baxçey paşa gul bo yar dênim
Hêz nîye leber hêzî dildar
Ke xoy ragirê le deşt û şara
Lenaw agir û derya û kosara
Be îmanî eşiq qela eşkênim
Binçîney sitem le bin derdênim
Yar bo çepikê gul teşrîfî bênê
Firmêskî etrî le çav birijênê
Zor are aşiq ke dabimênê
Giyan fîday ekim huner eniwênêm
Bo awatî ew çon da`emênim
Eger di helbesta Baxçey Paşa ya Ebdulah Begê Goran de, helbestvan dixwaze bi şêweyekî romantîk helbesta xwe dawî pê bîne, dildarî û bêhêviya xwe jî bi hev re girêdide. Wate evîndar nikare gula sor bo yar bîne û birîna ser singê xwe li cihê gula sor pêşkêşê yar dike. Di vir de Elî Arif Axa hereketek hemaseyî dide helbestê û li ser wê bawerê ye ku hêza dildarî di helbesta Goran de hatiye reşkirin û Goran evîna xwe radest kiriye û evîndarek xav û teslîmî afirandiye. Li ser wê bawerê ye ku Goran di wê helbestê de evîndar û hêza evîn şikest daye. Lê wî dildarek afirandiye ku dikare koka keleha paşa ji nav bibe. Dikare derfetê bo evîn û bo hezkirî mezintir biafirîne. Bi vî rengî netenê Elî Arif Axa nexwastiye li pey wê gotarê bikeve, belkî bi helbestê jî xwastiye bersiva wan bide û bi awayekî afirînerane deq di hember deqên wan de biafirîne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览19
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 27-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):26-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览19
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.126 KB 19-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,005
图片 106,690
书籍 19,302
相关文件 97,311
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!