图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,123
图片 104,953
书籍 19,397
相关文件 97,722
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Tevkirin di nava Kurdan de – Beşa 8
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tevnkirin di çanda Kurdî de

Tevnkirin di çanda Kurdî de
#Tevnkirin di çanda Kurdî de# – Beşa 8
Leyla Nûranî

Axşerdan
Benên ku bi dermanên taybet tên boyaxkirin û rengê wan nayê guhertin. Ev boyax dikare di nava gelek tiştan de bê amadekirin wek: (Av û çirava Once), (Mîza Ga- Heywanên Reş) – (Heriya Reş), (Ava kelandî) – (Zaxaw)
(Min benê xwe boyax kiriye lê hêj min Axşer nedaye)
Bin Girê
Awayeke girêdana rişiyên sicade (Çalka Nimêjê), Cacim an jî Po Peşmîne ye ku çend rişiyan cuda dikin, binê wan girê didin heta ku hilneweşin. (Gawgîre)
Bergirtin
Belavkirin dûvka (binê) Rayel (Ta) bi riya darê bergirtinê. Serê dawiyê yê rayel, ku hatine cem hev û bi hêçikê ve hatine girêdan, dema ku karê tevn ber bi dawiyê ve diçe ji hev nêzîk dibin û êdî di navbera Bin Gurd û Şe re derbas nabin. Wê demê pêşiya Kir tê vekirin wate bi dareke taybet pêşiya kir tê vekirin û berîn dibe heta bi hêsanî di nava Şe û Gurd re derbas bibe. (Binêre Dîmen 64)
Bere/ Berik
Duratiya navbera tevnkar heta Defeyê ku destê hosta digihêjê de û (Şepîte) lê dide û (Mekûk) bi nav re derbas dibe.
Têbinî: Eger benê rayel baş û qahîm be û bi başî hatibe hûnandin dibêjin (Wê bibe berik) lê eger xerab be, weke minak stûr be an jî tûk bide an jî şil be dibêjin (Nabe berik)
Beredan
Jihev cudabûna rayeleyan ji ber bilind û nêvîbûna Gurd, hatinûçûn kirina Mekûkê ya di navbera rayeleyan de.
Hin caran dema ku ben şil û xerab bin, gurd bi hêsanî û bi başî bilind û nizim nabin, wê demê mekûk ji ber dûriya kêm a navbera du tayên rayelê de bi zehmet dikare bê bikaranîn. Wê demê dibêjin (Ev ben nabe berik), wate binê wê ji ber ku tûk heye û xerab e bi temamî ji ber hev nakişiyê heta ku Mekûk bi hêsanî di navbera tayên rayelê re hatinûçûnê bike. (Binêre dîmen 65)
Beste
Heleqeyeke benên stûr an jî çend lûle ku bi awayeke taybet li Trunde tên girêdan, heta ku tayên rayel nekevin ser hev û aloz nebin bi taybet tayên reş û spî li cihê xwe dernekevin. Di dema ku (Trunde) li ser dezgehê tevnkirinê tên danîn Beste tên jê vekirin. (Binêre dîmen –A 66).
Herweha ji gululka ben re jî dibêjin ku bi helqeya (Meşer)ê ve tê girêdan heta hilneweşe û aloz nebe. (Binêre dîmen A-67).
Ben
Hirî an mûyê ku hatibe hûnandin (Binêre dîmenê 68)
Benên Xav
Benê ku piştî hûnandinê hêj nehatiye badan yan jî dema ku badane weke pêwîst neşidyaye. Benê xav bo tevkirinê nabe ji ber ku xwe nagre û ji ber hev derdikeve û diqede an dibe hirî. (Binêre dîmen 69)
Benî Kirj
Benê ku gelek hatiye badan, ew yek dibe sedem ku zû aloz bibe (Binêre dîmenê 70)
Jina ku teşiyê dirêse dema ku ben badide, her dema ku dibîne teşiya wê gelek zîviriye û benê wê kirj bûye, berî ku benê xwe li ser teşiyê kom bike, hin benê ku nehatiye badan dide ber wî benî ku hinekê sist bibe.
Pişt Masîlke / Mam Şebeqe
Dema ku du texteyên Kir bi awayeke taybet didin ber hev. Destpêkê kêliyekê li ser texteyekê didin û piştre derzî di navbera herdu kêliyan de derdikeve. (Binêre Dîmen 71)
Piştmasîlke li ser cacima merez û giranbuha tê kirin û ji (Ser dirûtinê) baştir e.
Po
Panatiya herî dawiyê ya (Kirr) ku tevnkar bi rast û çep bi riya mekûkê ji tayên (Tan) hildikêşe û qumaş û berhemê ku dixwaze pê dihûne û çêdike. (Têwedan)
Hirî/ Fa
Mûyê bizin û hêştirê berî ku bihûnin doşek û lihêfan pê çêdikin. dema ku dirêsin, qumaş an berhemên din lê çêdikin û tevn pê tê dikin. (Binêre dîmen 72)

Pîvaneke dirêjahiyê ye bi qasî 20 girêyên benê Gurd li ser Dar Gurd (Binêre Dîmen 73)
Têbinî: Her gurdekê du dar hene ku duratiya navbera wan du daran bi benekê ku jêre dibêjin benê gurd hatiye qahîmkirin. Li ser her darekê 80 girê hene û bi binê her girêyekê ve helqeyek heye ku kêmî 10 cm dibe û her du helqe weke zincîrekê bi hev re tên girêdan. Wate her du darên Gurdekê 80 cot girê hene. Ji girêya yekem heta girêya 20`an dibe (Yek Pê) (Binêre dîmen A-74). Eger em girêyên li ser darê din jî hesab bikin wê bibe 20 cot li ser gurdekê an jî 20 girê li ser darekê. Wate gurdek ku 80 cot girê hebin dibe 4 pê ku pehnatiya (Kir –qumaş) pê diyar dikin weke mînak dibêjin berînatiya vê sicadê çar pê ye).
Pêçal
Di nava karê tevnkirinê de du wateyên wê hene, yekem dema ku tevnkar piyê xwe dixe ser texteyê li ber lingê wî heye, ku ji wî karî re dibêjin (Pêçal Kirin)
Ya duyem jî ev koçalka ber lingê tevnkar e ku Pêtate têde hatiye danîn. Niha ev koçal nemaye û her gurdekê pêtate (Pêtexte) ya xwe heye. Ji ber ku niha dezgehê tevnkirinê hatiye bilindkirin bi qasî ku hosta li ser dezgehê rûnê û lingên wî bigihêjin erdê. Lê berî niha karîteyên ser dezgeh ewqas nizim bûn ku gurd ber erdê nekevin, ji ber wê hosta neçar bû koçalekê çêke û pêtexteyan têde deynê û lingên xwe bixe nava wê koçalê.
Pêkvedan /Bihevre dirûn/ nuwêrdekirdin
Bihevre dirûtina texteyên qûmaş (Kir) yên ku bi tevn hatine amadekirin, piştî ku kir hatin amadekirin divê bihev re bêne dirûn. Bi hev re dirûna wan bi riya derziyê û bi benê ku bi rengê wî qumaşî ye tê kirin. Divê kesê ku wî karî dike bi hûrî û tekozî kar bike, ji ber ku nexşê ser qumaş bi giştî nîvî ye û divê her beşek bi ya din re rêk bikeve, wate du texte wek hev bin, kesê ku wan du perçe (Texteyên) kir bi hev re didûre divê bikare bi başî wan piştrast bike.
Têbinî:
Dema ku kir bi hev re nehatibin dirûn wate nû ye, ne baş e ku li cem tevnkar bi hev re bêne dirûn û bidin bazarê. Xelk bi awayê ne dirûtî dikire û bixwe li malê bi hev re didûrin. Bi hev re dirûna texteyên kir karê jina ye bi awayê (Serdirû), (Mam Şebeqe yan pişt masîlke), (Gagîre yan bin girê) û (Şeş Teqel) tên dirûn.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览60
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 23-04-2024
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 19-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览60
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,123
图片 104,953
书籍 19,397
相关文件 97,722
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!