图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 520,619
图片 105,297
书籍 19,573
相关文件 98,271
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de

Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de
Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de
Bêhzad Qadirî

Ji dema ku Kurdistan bi ser çend parçeyan de hatiye parvekirin û #dagîrker# an bi darê zorê dest danîne ser desthilatdariya wan parçeyên Kurdistanê, dîrok hertim şahidê tawanên cur bi cur ên van dagîrkeran (desthilatdarên Fars, Tirk û Ereb) li dijî neteweya Kurd bûye. Dagîrkerên Kurdistanê ne tenê axa me dagîr kirine û hemû çavkaniyên me yên sirûştî, binerdî û sererdî talan kirine, bi wê yekê jî ranewestane û hertim Kurdistanîbûna me jî înkar kirine. Wan hertim em qir kirine, di hewla asîmîlekirina me de bûne, dîroka me çewt kirine û xwestine me di nav xwe de bihelînin.
Lê mixabin divê em bi wê yekê îtirafê bikin ku ew di gelek waran de bi ser ketine, wek mînak gelek ji me ew dîroka ku wan bi ser me de sepandiye, me qebûl kiriye; Gelek ji me xwe bi Îranî, Tirkî, Îraqî û Sûriyeyî dihesibînin û xwe bi welatên sexte pênase dikin ku heta dîroka navê wan welatane ji sed salan zêdetir jî derbas nabe. Lê mixabin gelek ji me heta nizanin bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û binivîsin û heta gelek kes hene ku axaftin bi zimanê Kurdî bi şerm dizanin, wate bi tevahî mêjiyê wan jî wek av û axê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye dagîrkirin. Bi sedan mînakên dinê jî hene ku mirov dikare îşare bi wan bike ku heta em nikarin di gotareke wiha kurt de jî lê binêrin.
Ewa ku di van rojane de dîsan bala min rakêşa û ez han dam nivîsekê li ser binivîsim, dîsan zeqbûna hin nakokiyên di navbera Kurdên parçeyên Kurdistanê de bû ku bê şik destên dagîrkerên Kurdistanê li pişt e. Ez naxwazim li vir bi taybetî bi van nakokiyane îşareyê bikim û ez li ser wê bawrê me ku şaş e bêne zeqkirin, tenê pêwîst e ez îşareyê bi destên li pişt van nakokiyan bikim û di vê derheqê de em hestiyartir bin û çavkaniya rastîn a pirsgirêkan nas bikim. Divê em zanibin ku ew mijarane kok û rîşeyeke van heye û paşê em ê vegerine ser tiştên sereke ku min di destpêkê de behs kirin.
Eva ku axa me hatiye dagîrkirin û welatê me hatiye parçeparçekirin, nayê haşakirin. Dagîrkerên welatê me bi wê yekê jî ranewestane û heta di nav welatên xwe yên sexte de jî em parçe parçe kirine, da ku em zêdetir ji hev dûr bikevin, da ku em zêdetir ji hev bîhanî bin. Niha jî çimkî ez zêde şarezayê rewşa Rojhilatê Kurdistanê me, ez ê behsa vê parçeya Kurdistanê bikim. Rojhilat ji aliyê dagîrkerê Îranê ve bi ser çend parêzgehekê de hatiye parvekirin û tenê beşeke piçûk a Rojhilatê Kurdistanê wek Kurdistan daye nasandin û navê wê kiriye “parêzgeha Kurdistanê” ku em jê re dibêjin parêzgeha Sine.
Dagîrker dixwaze bêje ku Kurdistan her ew parêzgehe ye û Kurd tenê qewmek in ji qewmên Îranê. Herwisa tevahiya hewla wê ew e ku nasnameya Kurdistanîbûnê ji parêzgehên “Urmiye, Kirmaşan, Îlam û Loristanê” reş bike û di vê derbarê de her carê pîlanekê bi rê ve dibe. Ji aliyeke dinê ve bi havirdekirina xelkê bîhanî ji bajarên din ên Îranê ve hertim di hewla guherîna demografiya Rojhilatê Kurdistanê de bûye ku em mînaka wê yekê di bajarên “Urmiye, Kirmaşan, Sayîn Qela, Qurwe û Bîcar û hwd” de dibînin. Tevahiya ew yekane jî bo hev veqetîna zêdetir a Kurdên Rojhilatê ji yektir e (em mînaka wê yekê li Başûr jî dibînin, bo mînak Erebkirina Kerkûkê ji aliyê hikûmetên Iraqê ve).
Îcar rejîma dagîrker a Îranê bi van hemûyan jî ranewestiyaye, belkî em di heyama salên borî de bûne şahidê wê ku bi berdewamî şerê derûnî yê cur bi cur li dijî netewa me daye meşandin. Yek ji van şerên derûnî jî ew bûye ku wisa bike xelkê gundekî Kurdistanê kerbê wan ji xelkê gundê cîranê xwe ku ew jî her Kurd in vebe. Xelkê bajarekî Kurdistanê kerbê wan ji xelkê bajarekî cîran ku ew jî Kurd in vebe. Heyamekê wisa jê hatibû ku rejîmê bi rêya destûpêwendiyên xwe ve henek (metelokên pêkenînî) li ser xelkê bajarên cuda yên Kurdistanê çê dikirin û belav dikirin. Eva di nav xelkê de dihate belavkirin û vî bajarî bi henek û axaftinên xirab henekên xwe bi bajarê dinê dikir. Bi kirêgirtiyekî xwe ji bajarekî Kurdistanê dibire bajarek din ê Kurdistanê da ku bi kiryarên xwe yên qirêj navê bajarê xwe li cem xelkê wî bajarî nehez bike û bi dehan mînakên wiha hebûne. Mixabin gelek ji xelkê Kurdistanê dikevine bin bandora majarên wiha û niha jî em dibînin hin kes hene ku kerbê wan ji bajarekî diyarîkirî vedibe, di haletekê de belkî tenê xirabiya takeke wî bajarî dîtibe! Bi giştî ev yekane encama pîlanekê ne ku dagîrker bo me darêtiye da ku kerbê me ji hevdu vebibe û ti carî bîr ji vê yekê nekin ku Kurd neteweyek e û pêwîst e yekgirtî bin.
Nîha jî ev mijare berfirehtir bûye, wate pîlanên dagîrkeran erdnîgariyeke mezintir li xwe girtiye. Bi kurtî û watedar dixwazin wisa me bikin ku xelkê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê kerbê wan ji hevdu vebe û bi çavê dijmin mêzeyê yektir bikin. Bo mînak dixwazin wisa me bikin ku em ti carî bîr ji vê yekê nekin ku Kurdên Başûr û Rojhilatê hevxwîn û hevzimanê hevdu ne û ser bi neteweyekê ne. Her di van rojan de em şahidê çendîn mînakên wiha bûne.
Rejîma Îranê xwedan hêza saybirî ye ku beşek ji hêzên wê jî Kurdên xwefiroş in. Yek ji karên vê hêzê çêkirina nakokî di navbera xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye. Wan bi sedan rûpelên “feyk” di nav torên civakî de çê kirine û wisa nîşan didin ku xelkê Başûr yan Rojhilatê Kurdistanê ne. Hin caran jî, ji herdu aliyên Kurdistanê wan hinek rûpelên torên civakî û xwedanê wan kirîne û siyasetên xwe pê peya dikin. Karê van kesane belavkirina nûçe û mijarên çawtekarî ne û armanca wan çêkirina nakokî di navbera parçeyên Kurdistanê de ye. Ew bi navê Kurdên Rojhilatê li jêr postên Başûriyan kamêntên nahez dinivîsin û berevajî jî. Belkî ev tiştane asayî bêne berçavan, lê tovê nakokiyê diçînine ku tiştên mezintir li pey xwe tîne.
Pîlanên rejîma Îranê tenê di nav torên civakî de sînordar nabin û bi dehan mînakên dinê hene. Wek mînak bêrîzîkirin bi Kurdekî Başûr li Rojhilatê û bêrêzîkirin bi Kurdekî Rojhilatê li Başûrê Kurdistanê û zeqkirina vê mijarê di medyayan de, destê rejîma Îranê ji pişta wê yekê ye û di arasteya armanca jorîn de ye ku me behs kir. Niha ew bêhûrmetîkirine dikare dizîkirin û revandin be, yan jî bêhûrmetî û binpêkirina keramet û kesayetiya takekê. Me ew herdu jî di vê heyamê de li her du beşên Kurdistanê dîtine û mixabin ev yeka jî bûye sedema pêleke helwestên neguncaw li hember hev.
Tişta ku nabe ji bîra biçe ew e ku dijminên me yên Kurd, dagîrkerên Kurdistanê ne, ne hevxwîn û hevzimanên me. Divê haya me baş ji pîlanên dagîrkerên Kurdistanê hebe, ew dixwazin wisa me bikin ku zehlê me ji yektir biçe. Belkî dagîrker gelek caran pîlanên xwe bi serketî pêk bînin, lê divê em van pîlanan û destên li pişt wan zû bixwînin û me helwêstên guncaw hebin û bi cihê ku em yektir şermezar bikin, dagîrkeran şermezar bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览48
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 27-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):09-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览48
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.160 KB 09-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 520,619
图片 105,297
书籍 19,573
相关文件 98,271
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!