图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,960
图片 106,287
书籍 19,772
相关文件 99,400
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,885

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,735

هەورامی 
65,728

عربي 
28,797

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,260

فارسی 
8,377

English 
7,162

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û derswergirtin ji şoreşên serkeftî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û derswergirtin ji şoreşên serkef...

Nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û derswergirtin ji şoreşên serkef...
Nasyonalîzma Kurd li #Rojhilatê Kurdistanê# û derswergirtin ji şoreşên serkeftî
Mardîn Rehîmnijad

Mumkin nîne tenê li parçeyekî Kurdistanê mirov behsa nasyonalîzm a Kurd bike. Nasyonalîzma Kurd ya her çar parçeyên Kurdistanê ye û behsa welatekî dike ku ji her çar aliyan ve hatiye dagîrkirin. Lê bi nerîna min nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên dinê cudatir e. Kurdên Rojhilatê ji bo hemû parçeyên dinê qurbanî dane û bi xweşî û nexweşiyên parçeyên dinê re bûye. Kurdên Rojhilatê carna jî xwediyê wê zîrekatiyê ne ku ji derfetan sûd werbigirin û paşekêşeyê bi faşîzma Îranê dikin.
Lê bi giştî divê em berî her tiştî bipirsin gelo nasyonalîzma Kurd heta niha di armancên xwe de serkeftî bûye? Eger serkeftî nebûye, sedemên sernekftiyên wan çi ne? Sedemên derve ne yan hundurî û şaşiyên me bi xwe ne?
Ti pirsek siyasî bi bê bandora rewşa hundur û derve, nayê şîrovekirin. Ewa guman tê de nîne ku rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û rewşa navneteweyî bandor li ser gelê Kurd heye. Lê ya ku herî zêde zirar daye Kurdan ew bixwe ne. Hîn jî li ser armancên xwe pêk nehatine. Hîn jî hinek sînorên piçûk hene ku rê li ber çêbûna gotareke neteweyî ya xurt girtine, kewir nebûne. Em hê jî dixwazin di şerê sedsala 20an de bi alavên sedsala 19an bi ser bikevin. Divê em di stratejiya netewî de xwe yekalî bikin. Dema ku em yekalî bûn, em ê alavên pêwîst jî peyda bikin.
Şoreşên serketî çend tişt hebûne ku divê me jî hebin:
- Stratejiyek diyarîkirî ku armanca giştî ya şoreşê ye.
- Komek taktîkên ku ev taktîkane di dema guncaw de ji bo parastina stratejiyê hem dibine qurbanî û hem jî bi hêsanî têne guhertin.
- Rêberiyek jîr, zana, netirs û xwedan piroje.
- Di hemû rehendan de hêza mirovî bê rahênankirin. Şoreşê ji teorîsyenekî zana, fermandeyekî leşkerî yê netirs û şirovekarekê ve bigire heta leşfiroşekê ku karê sîxuriyê ji bo te dike pêwîstdar e, bi mercekê ku ji wê rola ku dilîze û pêngavên ku bavêje ji bo serxistina şoreşê be.
- Çekên nû ji bo Hêza Pêşmerge; Li ser rûyê erdê ti hêzek nîne ku bêyî hêza leşkerî bikaribe bibe xwedî dîplomasiyek serkeftî. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bîne ber çav ku take hêza çar rehenda cîhanê ye, eger hêza wê ya leşkerî jê bê standin, ew dikare kîjan yek ji pilanên xwe cî bi cî bike? Îcar niha eger dijberê beranberê te welatekî çêbûyî ji faşîzm û tundajoyiya olî ve be û bi mentiqa gulle û şûran bi te re baxive û rêberê te li ser maseya danûstandinanê teror bike! Ma ti hêviyek heye ku bi peyv bi qanetê bigihînî ku rêz ji mafên te bigire? Di warê çekan de jî divê em zanibin ku em nikarin bi kelaşnîkofê li dijî balafiran şer bikin, divê ciwan bêne handan ji bo fêrbûna vê zanistê û bi taybetî jî çêkirina balafirên bê balafirvan û hwd.
- Hêza aborî çavkaniya hemû hêzên dinê ye. Bêyî hêza aborî, ti hêzek dinê nayê xurtkirin. Eger van salan ku partiyên Rojhilatê ji ber çi sedemê be şerê çekdarî rawestandine, hewl bidana ku çavkaniyên aborî yên bihêz dirust bikin, niha bi alxahînî ve li Ewropa û Amerîkayê xwedanê çendîn kompaniyên mezin bûn ku salane çendîn milyon Dolar pare dixiste xizmeta xebata rizgariya netewî. Mixabin ev yeka nehatiye kirin û bi nerîna min divê di zûtirîn dem de dest pê bikin.
- Karê ragihandin û propagendeyê yek ji pêwîstiyên herî bingehîn ên her şoreşekê ye. Propagende zanîn û zîrekiyê dixwaze, û divê we çendîn pisporên taybet bi şiroveya naverokê ve hebin da ku peyamên xwe bi bandor bikin û naveroka peyamên dijminê xwe rohn bikin.
Eger em kêmasiyên xwe kêm bikin, wê demê neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê têniyê azadî û bi dawîanîna koletiyê ye, nasyonalîzma Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên dinê serkeftîtir dibe.
Di dawiyê de ez wê yekê bêjim ku divê em berdewam bi çavên rexnegir û gazinan ve mêzeyê xwe bikin da ku em baştir pêngavan bavêjin, ji ber ku rûyê têkoşîna me bi bi pêş ve ye û azadî, demokrasî û mafê mirovî armancên me yên dawî ne, lewma divê em bi wê karakterî ve jî pêşwazî li rexneyên dilsojane bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览52
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 21-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):09-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览52
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,960
图片 106,287
书籍 19,772
相关文件 99,400
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,885

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,735

هەورامی 
65,728

عربي 
28,797

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,260

فارسی 
8,377

English 
7,162

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!