图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 520,717
图片 105,324
书籍 19,584
相关文件 98,307
Video 1,413
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qadên kultûrî yên Kurdên Rojhilatê û bertekên desthilatê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qadên kultûrî yên Kurdên Rojhilatê û bertekên desthilatê

Qadên kultûrî yên Kurdên Rojhilatê û bertekên desthilatê
Qadên kultûrî yên Kurdên Rojhilatê û bertekên desthilatê
Dr. Karwan Ciwanroyî

Piştî koça dawî ya hunermend Tahîr Xelîlî, bertekên li Rojhilat û #Başûrê Kurdistanê# balkêş bûn. Gelek çalakvanên çandî, wêjeyî, civakî û hunerî li ser koça dawî ya Tahir Xelîlî gotar nivîsandin û hestên xwe nîşan dan û şiroveyên xwe li ser bandora sirûd û stranên wî li ser hereketa siyasî û civakî ya Kurdistanê di dema şoreşê de anîne ziman. Tahîr Xelîlî yek ji wan hunermendan bû ku di şoreşa bixwîn a Rojhilatê Kurdistanê û şoreşa bi bandor a Başûrê Kurdistanê de, li dijî du desthilatên dagîrker ên Beis û #Komara Îslamî# , çeperek ji bo parastina nasnameya xwe ya netewî hilbijard ku ew çepere, çepera huner û bi taybetî hunera berxwedanê bû.
Pêka rewşenbîrên postkoloniyalîst, hunera berxwedan hunerek e ku li hember deshilatdarên dagîrker radiweste. Hunera berxwedanê, bi taybetî hunera muzîkê, bi dirêjahiya şoreşê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bandoreke mezin li ser parastina xwebaweriya neteweyî ya Kurdistanê hebûye. Hunermendên wekî Dr. Şivan, Şivan Perwer, Nasir Rezazî, Tahîr Tofîq, Tahîr Xelîlî, Necmedîn Xulamî, Mîkayîl, Ciwan Haco, Cemal Muftî û gelek hunermenên dinê, bi gotina sirûdên şoreşgerî morala civaka Kurdî li hember top û tank, kîmyabaran û bombarana netewa serdest bihêz kirine.
Bi gotineke dinê, di sedsala bîstan de yek ji çekên herî girîng ên netewa Kurd ji bo îsbatkirina rewabûna maf û daxwazên xwe, qada şerê hunerî bû. Ewa jî rast ew tişte ye ku bîrmendên postkoloniyalîstî yên mîna “Eîdward Seîd, Humî Behabeha û Gayatrî Îspîwak Çakrawêrtî” tekezî li ser kirine. Her sê feylesofên ku her yek ji wan bi awayekî ramana postkoloniyalîstiyê pêş xistine, tekeziyê li ser wê yekê dikin ku; Netewên bindest heta ku li hember propagendeya netewa serdest de, bi çeka bîr û hunerê neyêne dabînkirin, dê bikene qedeman. Lê ew netewên bindest ji xeynî qada xebata çekdarî, ji bo parastina nîştimana xwe penaha xwe ber bi çepera huner, ziman, edebiyat, sînema û bi taybetî jî muzîkê ve dibin, ew neteweyane ne ku hereketa dîrokê di berjewendiya xwe de diguherînin.
Wate ew netewane xwe bi çekek bihêz dabîn dikin, ku di serdema nû de pêwîst e di destê hemû netewan de hebe. Wekî ku em dizanin, li dabeşkiriyên dagîrkeriyê di warê zanista siyasî de, tevahiya dîroka mirovatiyê ji wê dîtingehê ve bi ser sê qonaxan de tê dabeşkirin.
Serdema dagîrkerî yan jî koloniyalîzma kevneşop, serdemek e ku koloniyalîstan welatek rasterast bi hêza çekdar dagîr dikirin û welatê dagîrkirî welatek hilbijartî bû ku nedikarî xwe di hember tevahiya hêzên leşkerî û çekdar ên neteweya serdest de biparêze. Lê belê, hewldanên ku di vî warî de dihatine danê, ku carinan bi ser diketin û hin caran jî rastî şikestê dihatin.
Ewa ku cihê balkişandinê ye ew e ku ew hewl û berxwedanên li dijî neteweya serdest dihatine kirin ger rastî şikestê jî bihatibana, nîşaneya hebûna tevgerekê bû ku di bin pîstê civakên dagîrker de bi mebesta parastina ax û welat di holê de bû. Ewa berdewam hêza cavakê hereket dikir bo wê ku zêdetir bi hêzên koloniyalîstan re rûbirû bibin. Ew cure rûbirûbûna serdestan bi bindestan re, nirxeke zêde bi ser desthilata dagîrker de disepandin. Her lewma dewra duyem a dagîrkeriyê ku jê re dibêjin dagîrkeriya modern tê holê.
Di dagîrekeriya modern de hêza serdest a dagîrker, hewl dide ku bi hatina nav civaka dagîrkirî de, bijarteya xwe di nav wan de hilbijêre. Wate hin pênûs, siyasetvan û hunermend ku pêka berjewendiyên netewa dagîrker û hêza dagîrker bîr dikin û dinivîsin û di warê siyasî û civakî û çandî de ektîv in û çalakiyan dikin.
Hêza dagîrker ji wê potansîl û wizeya ku hatiye veşartin, sûdê werdigire. Wê yekê sûdeke gelek mezin bo hêza koloniyalîstiya modern heye. Sûdên wê jî ew in ku hêzên koloniyalîstî, nigeranê bertekên tund ên xelkê dagîrkirî nînin, çimkî di nav xwe de hin pênûs û raman û hêz xistine kar ku ew pênûs û hêzane li dijî gelê xwe mijûlê nivîsînê ne. Li dijî xelkê xwe yan li dijî berjewndiyên xelkê xwe çalak in. Xelk jî dibînin ku ew kesê niha li dijî wan dinivîse yan mijûl e gotarek nû tîne holê ku li dijî berjewendiyên wan e, yan dibine hevnerînên wan yan jî li dijî wan radiwestin. Lê hertim desteyek hene ku ji wan qadan têne xapandin. Beşek ji netewa bindest bi rewşenbîr, siyasî, nivîserê hevnerîn, hevbîr û hevberjewendiyên desthilatê re hevnerîn didin.
Mînakên rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên wiha hem li Rojhilat û hem jî li Başûrê Kurdistanê di serdema rejîma Beis de gelek in. Lê dema ku neteweya dagîrker mohreyên qada nû ya dagîrkeran nas kir û hevnasnamebûn û hevxebatîbûna wan înkar kir, ev şêwe dagîrkeriye şiyana xwe ji dest dide. Wê carê dagîrkeran rêya sêyem hilbijartin. Wate dewra sêyem a koloniyalîzm dest pê kir. Di dewra sêyem a koloniyalîzm an dagîrkerî de ku jê re dibêjin dagîrkarî di serdema postmodern de, hêza dagîrker tevahiya desthilat, şiyan û hêza xwe ji rêya ragihandin, kovar, rojname û di serdema niha de ji rêya moltî medya û soşiyal medya ve bi rê ve dibe. Girîngtirîn karê wê jî şikandina rûmeta çalakiyên çandî, wêjeyî, siyasî û civakî ye. Ji wê rêyê ve dixwaze samana kultûrî, çandî û netewî ya neteweyekê bi dizî nîşan bide. Ewa her ew tişte ye ku “Îdward Seîd” di pirtûka xwe ya Rojhelatnasî de jê re dibêje: “Herişandina rûmeta nasnameya netewî”.
Eger em vê mijarê helsengandinê bikin digel bûyereke çend rojên borî li Rojhilatê Kurdistanê ku hate holê, divê em behsa xwe wiha tevlihev bikin; Piştî koça dawî ya yek ji hunermendê parêzer ê nasnameya siyasî û netewî wate Tahîr Xelîlî, komek ji çalakvanên wêjeyî û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo rêzgirtin ji yad û bîra vî hunermendê netewî kombûnek li dar xistin û tenê karê ku wan kirî ew bû ku sirûdeke serdema şoreşê ya Tahîr Xelîlî bi kom xwendin.
Karê wan edîb û hunermendan di dîtingeha yekem de kareke asayî ye û bîranînek asayî ye. Lê ger em ji dîtingeha postkoloniyalîzm ve lêbinêrin, komek çalakvanên çandî û hunera xwedan berhem û afirînerên netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, tekeziyê li ser şêweyek ji berxwedaniyê kirine yan şêweyek ji berxwedaniyê dîsan zîndî kirine, ku ev şêwe berxwedaniye, şêwe berxwedaniya kultûrî û hunerî ye. Şêwe berxwedaniyek dijî tundûtîjî ye. Şêwe berxwedaniyek naskirî di cîhana postmodernîzm de ye. Wate destdirêjkirin bo meirîfet û penahbirin bo huner û dest bi dawênbûna afirandina hunerî.
Diyar e destpêkirina hereketek wiha du şêwe bertek li pey tê. Bertekek, berteka civakê ye ku heta ser hestiyan piştî şoreşa berfireh ya cemawerî di sala borî de birîndar e. Ew civake ji bo bidestanîn yan jî bikaranîna şêweyek nû ji berxwedanî û hemberderketin ku ew jî hemberderketina kultûrî û hunerî ye, bo carek din mijûl e xwe rêk dixe. Ew şêwe berxwedaniye şêwe berxwedaniyeke bawerpêkirî di asta cîhanê de ye.
Berteka duyem ji aliyê desthilatê ve ye. Her ji serdema dagîrkeriya kevneşopî ve ku serdema dagîrkeriya Birîtaniya li dijî Hindûstanê bû, berxwedaniya kultûrî û hunerî tenê şêwe berxwedaniyek e ku dagîrker di hember de dikeve qedeman. Wate hunermend û nivîser rêyekê digirine pêşiya xwe ku derfeta çalakbûna desthilatê bo birêvebirina qada siyasî li dijî wan kurt dikin. Yan wê derfetê ji wan distînin.
Lê sîstemên totalîtar û hemû tiştxwaz şiyana îtirafkirin bi qada hunerî û kultûrî jî nîne. Her lewma bertek bi vî rengî dibin ku hemûyê wan hunermendane bi hêza zorê kom dike. Hin hunermend ku di rewşa destpêkê de bi ruheke şoreşgêrane û hunerî û dileke xweş ve mizgîniyeke nû didine civakê ku hereketa hunerî ya lihemberderketin berdewam e. Di vîdyoya duyem de ku detçêkiriya desthilat an sîstemê ye, her ew hunermendane ne ku bi mebesta xirabkirina rûmeta wan û bi mebesta naşîrînkirina wan li ber çavê civakê, li cihekê kom kirine û daxuyaniyekê bi navê parastina destketên sîstemê bi wan dide xwendin û sirûdek jî bi mebesta pasevanîkirin ji tevahiya axa Îranê bi wan dide xwendin.
Di hember de komek ji nivîserên Kurd hevhelwêstiya xwe bi Komara Îslamî re nîşan didin û ew jî çûne nav çeperekê ku mixabin desthilat ji vê çeperê ve êrîşî ser rûmet û nasnamesaziya netewa Kurd dike. Ev jî çepera birîndarkirina kirameta wan pênûs û hunermendane ye ku aliyê kêm ê karê wan parastina ziman û çanda Kurdî ye. Civaka Kurdî û rewşenbîrên Kurd nabe di serdema wiha de bê helwêst bimînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览22
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 03-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览22
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 520,717
图片 105,324
书籍 19,584
相关文件 98,307
Video 1,413
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!