图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,096
图片 104,943
书籍 19,378
相关文件 97,716
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Îslam û nasyonalîzmên nakok li Rojhilata Navînê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îslam û nasyonalîzmên nakok li Rojhilata Navînê

Îslam û nasyonalîzmên nakok li Rojhilata Navînê
Îslam û nasyonalîzmên nakok li Rojhilata Navînê
Dr. Azad Mukrî

Kurd û pêgeha wê di pantahiya nasiyonalîzm û olê de
Di sedsala borî de kurd her tim bûye faktora nakokiyên di navbera hêzên îslamî û nasyonalîzman de. Ji aliyê hêzên #nasyonalîst# û olî ve jî her tim zext û gef li ser ax û nasnameya wan hebûye. Xwendina dîrokên Îranê piştî tevgera Meşrûyeta Îranê vê rastiyê nîşan dide ku tê de nasyonalîzma fars-îranî-şîe berdewam mijûlê şiklgirtin û xweamadekirinê bûye. Hêzên netewî yên fars û navendgerayên wê, mijûlê berfirehkirina şiyan û qahîmkirina bingeha hizrî û îdeolojiyên tevgera neteweyî û nasyonalîstî ne. Bi xwendinên cuda, mijûl in pêkhateyekê pirreng dikin ku berê tune bû, bi watayeke din, ew mijûlê çêkirina nasnameyeke destçêkirî ne ku di rastî de yekem car e xwe digire.
Bi watayeke din bîrmendên îranî mijûlê çêkirina nasnameyekê wek objeyeke îdeal in ku berê nexuya bûye û di bingehê de hebûnek girîng an hestyarî tune bûye. Belkî li ser hebûna çêkirî ango destkir, bi dehan pirtûk û gotar li ser hatine nivîsandin, û li şûna wê ku pêwendî bi rastiya civaka Îranê ve hebe, pêwendî bi mejiyê mijara Îranê ve bû.
Nivîserên wê serdemê yên îranî vedigere bo jêderên kevnar ên wêjeya farsî, pirtûk û jêderên siyasetnameyên rohnkariya bîrokeya Îranşehrî, û li ser daxwaza wan aliyên dîrokî ku nasnameyeke cuda ji nasnameya rastîn a civaka rengareng a Îranê biafirînin û bi mebesta çêkirin û bi belgekirin û nîşandana wê, famkirinek hevpar bû ku berê tune bû û ew agehdarê cîhana rastîn a gelên Îranê, netewe û hwd nebûn.
Wan xwastin tişteke çêkirî û destkirdeke civakî pêşkêş bikin ku bibe bingehek ji bo têgihîştina hevpar a rastiyên civaka Îranê. Li gorî gotina Charles Cooley, wan dixwestin û hîn jî dixwazin li ser vê destçêkiriya civakî û hizrî tekeziyê bikin ku xelk û netewên Îranê wê yekê fam bikin ku eva nêrîna wan e jî li ser pêkhateya rastîn a civaka Îranê. Charles Cooley di vê derbarê de dibêje: “Ez ew tişte nînim ku hûn bîr dikin ku ez im. Ez ew tişte nînim ku ez bîr dikim heme. Ez ew tişte me ku bîr dikim û hûn wisa dizanin ez im”. Wate ew behsa guherînkariyekê dike ku di famkirina xelkê de bi dest ve hatiye. Guherînek ji nasîna rastîn a tiştan de.
Li gorî vê yekê, îraniyên fars di warê nasyonazîmî de modelek pêşkêşê hizra xelkê kirin ku tê de sînor, ziman û kultûr bi vî awayî were naskirin ku ew dibêjin. Ango divê xelkê wê wisa bifikirin ku ew fikra wan derbarê çêkirina nasnameyê wan jî heye. Eva rastiya rewşa Îranê nîşan dide. Helbet berê jî bingeha ola wan jî girêdayî vê nasnamayê bû.
Wate nasnameya hatî çêkirin a îrana farsî, şîeya duwanzdeh îmamiya wan kir bi sînorekî diyarîkirî.
Her ew diyardeye di Tirkiya piştî împaratoriya Osmanî de jî berfireh bû û bû bi bingehek bi çêkirina nasnameyeke civakî ya nû. Li Iraq û welatên din ên navçeyê jî hewlên bi vî rengî hatine dan û em nikarin di vê gotara kurt de îşareyekê bi wan bikin.
Ewa ku mebesta vê nivîsînê ye ew e ku yekem car bîrmendek li dualîtiya ol/nasyonalîzm dinêre û rola van her du warên bîr û ramanê di pêkhatina nasnameyê de radixe ber çavan.
Profesor Kemal Suleymanî mamostayê zanîngeha Amerîkî, nivîskar û bîrmendê Rojhilatê Kurdistanê ye ku di nûtirîn lêkolîna xwe de, bi başî behsa wê mijara girîng û hestiyar kiriye.
Pirtûka nû ya Prof. Kemal Suleymanî ya bi navê “Îslam û Nasyonalîzma Nakokî li Rojhilata Navîn”, van her du warên jiyan û civakên li Rojhilata Navîn ji sala 1876an heta 1926an dixe ber behsê. Pirtûk vê dawiyê ji aliyê Mehdî Rizayî ve bo Farsî hatiye wergerandin û ji aliyê “Navenda Weşanên Zanistî yên Lêkolînên Îran-Akademiya” li Laheya Holendayê hatiye çapkirin.
Ew pirtûk di cureya xwe de bêhempa ye. Yekem car e li warên cuda ên wek nasyonalîzm û ol di çêkirina nasnameyê de û bi awayekî hilbijardî hatiye nîqaşkirin. Bi gotineke din, lêkolînên siyasî û civaknasiyê wisa jî hebûn ku behsa bandora van her du warên ramanê cuda li ser pêkhatina nasnameya neteweyî kirine. Yan jî herdu behs bi hev re nîqaş kirine. Lê ya girîng di lêkolîna Profesor Suleyman de ew e ku roleke cuda ji bo olê pênase dike. Wate têza Suleymanî li ser wê bingehê rawestaye û hatiye damezrandin ku ol netenê roleke girêdayî di nav netewên nîştecih ên Rojhilata Navîn de nalîze, belkî berevajî roleke cudaker heye bo çêkirina nasnameyeke nû. Ger berê behsa yekîtiya îslamî bi sedema diyardeya olê hatibe kirin û nivîseran û lêkoleran li ser wê bawerê bûne ku ola Îslamî aliyê kêm pêwendî, aramî û hevsengî di navbera gelên Rojhilata Navîn de çê kiriye, bi berevajî ve jî, Profesor Suleymanî di lêkolîna xwe de behsa wê dike ku çawa her yek ji netewên nîştecih li wê erdnîgariyê, mijûlê çêkirina neteweya îdeal a xwe li ser bingeha olê ne. Wate ol di wê lêkolînê de ne tenê diyardeyek nîne ku di hember nasiyonalîzmê de rawesta be û bi şêweyekî rola yekparçekirina netewan nîne û êdî ev diyarde werîsê xurt (hubl el-metîn) ê hemû bawermendên ola Îslamê nîne, belkî berevajî bi rengekî taybet ola Îslamî ya Tirkî çê dike û li ser wê bawerê ne ku Îslama Tirkî seretî heye bi ser formên din ên îslamê de. Her bi heman rengî Ereb jî mijûlê çêkirin yan destkirda Îslamê ji forma Erebên Qureyşiya xwe ne. Îranî jî ku me berê behs kir Îslama Şîeyiya xwe ji bo xurtkirina nasyonalîzma Îranî û ji bo berfirehkirina mewdaya Îslametiya xwe digel Îslamiyên din ên wê erdnîgariyê sûd werdigirin.
Ev beşek ji hewlên Profesor Kemal Suleymanî yên di vê pirtûka bêhempa de ne. Lê bi dîtina min giraniya xebata Suleymanî ji xeynî wê behsê ew e ku kurd wek makeyek bandordar di nav tevgerên siyasî yên Rojhilata Navîn de tê nav xeleka xwendin û rohnkariyên xwe. Ew behsa heman projeyê dike ku netewên serdest ên navçeyê hebûne û xwestine bi rêya olê ve hêzekê bidine tevgera xwe ya netewexwazî û di heman demê de sînorên bîr û netewiya xwe her bi rêya cudakirina Îslama ve zêdetir û baştir bixemilînin. Di xwendina Suleymanî de kurdan hewl dane ku Îslam û olê ji bo pêşdebirina netewebûn û nasnameya xwe bikin bi emraz. Hereketên siyasî yên wek tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, kesayetiyên wek Newresî û gelek mijarên din ji wan behsan in ku di sedsala borî de bûne bingeha lêkolîneke zanistî li ser cureyek din ji nasnameya kurdî.
Xwendina vê pirtûkê ku ji dîtingeha nivîskar û akademîsyenekî kurd ve hatiye nivîsîn û li ser çavkanî û belgeyên osmanî hatiye nivîsandin, serdema ku di lêkolînê de hatiye behskirin, gelek rastiyan ji xwendevan re derdixe û cîhanek nû di xwendina tevgerên nasyonalîstî yên Rojhilata Navîn de dide nasîn. Ez dikarim bibêjim ku di xwendina nasyonalîzmê de, ew pirtûk nûtirîn dîtingeh û cudatirîn nêrînan pêşkêş dike.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览24
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 07-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览24
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 23-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,096
图片 104,943
书籍 19,378
相关文件 97,716
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!