图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,413
图片 105,539
书籍 19,424
相关文件 97,460
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê

Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
#Mezopotamya# û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Zagros Cîlo

Kurd xwedî dewlemendiyekî çandî ya gelek mezin in. Lê ew dewlemendiya çandî ji nivîskî zêdetir dewkî ye û jiyanî ye.
Kurdshop – Kurd xwedî dewlemendiyekî çandî ya gelek mezin in. Lê ew dewlemendiya çandî ji nivîskî zêdetir dewkî ye û jiyanî ye. Ango ew dewlemendî parçeyekî jiyanê bixwe ye. Ji edebiyat û wêje bigre heta dîrokê, hemû jiyanî ye û şêwazê bilêvkirina wê jî ji nivîskî bêhtir dewkî ye. Derfetên ku kurd bikaribin dîroka xwe binivsînin û li gor berjewendiyên xwe pênase bikin pir kêmbûne. Ji ber wê jî derbarê dîroka kurdan de piranî dagirkeran nivîsandine û ji ber ku dagirkeran jî nivîsandiye berdewam kurd li gor berjewendiyên xwe pênase kirine û gelek caran jî ji ber bi dilê xwe nekarîne desthilatdariyê li ser kurd û Kurdistanê bicîh bînin, Kurdistan wekî welatekî pir xweşik, lê mar û dûpişkan, kurd jî wek gel miletekî hov û dûr ji şaristaniyetê pênase kirine. Lê di rastiyê de Mezopotamya yan jî Kurdistan çavkaniya hemû şaristaniyetên mirovahiyê ye. Ew ne tenê gotinekî bê bingeh û an jî netewegerayetî ye. Vê rastiyê naha hemû çavkaniyên zanistî yên dîrokî jî êdî hinek bi fedîkirin û şerm bikin jî nikarin veşêrin. Ji ber ku Kurdistan yekem cîhê niştecîhbûn, gundvanî, cîhê kedî kirina sewalan û yekem cîhê çandinî lê hatiye kirine ye. Heta naha ji Kurdistanê kevintir ti şûnwarekî ku di vê mijarê de bikare dijî vê rastiyê be derneketiye.
Ji ber wê jî mirov dikare bibêje jiyana niştecîhbûyî û destpê kirina çandiniyê tê wateya ku rizgariya ji jiyana hovane û koçeriyê ye. Di vê derê de dema em dibêjin koçerî em behsa wê koçeriya ku îro ajal û sewalên xwe havînê dibin zozanan û payîzan jî dadikevin gundên xwe nakin. Em behsa mirovê ku wekî sewalan gerok ti cîh û warekî wî tine û li dû nan û nêçîra xwe ya rojane de wek grub digerin dikin. Herwaha bi derbasbûna jiyana niştecîhî û kedî kirina sewal û çandiniyê ve hemû çand û ferhenga jiyana mirov diguhere û ew yek li Mezopotamyayê ango li Kurdistanê herî kêm nêzîkî 15 hezar salan û vir de berdewam hebûye. Lê eger em binêrin li hember vê dîroka şaristaniyeta Kurdistanê ya kevnar, di roja me ya îro de welatên herî xwe wek şaristaniyetên pêşketî ya cîhanê pênase dikin, gelek ji wan xwedî 3-4 hezar sal dîrokekî kevnar nîn in. Ango dema 12 heta 15 hezar sal berî naha li Kurdistanê ew şaristaniyeta heyî, ew parzemîn û welatene karîne piştî 8 heta 9 hezar sal piştî wê bigehin wê astê û wan jî hemû mirovahiyê jî wekî çavkanî tenê Kurdistan hebûye. Ango çavkaniya wan a mirovbûn û niştecîhbûn û kedî kirina sewalan û çandiniyê dîsa Kurdistan bûye. Herwaha dikare bê gotin mirovahî yekem car tenê niştecîhbûnê ji Mezopotamya û Kurdistanê fêrnebûye. Li gel niştecîhbûnê di fikra mirov de jî guhertinên mezin çêbûne, hemû jiyana mirov guheriye. Hemû baweriyên mirov de guhertin çêbûne. Ango ji wêje û edebiyatê bigre, heta mûzîk, huner, aborî, rêveberî û hwd.. di hemû warên jiyanê de serûbinbûneke mezin di jiyana mirov de pêkhatiye û ji ber wê jî bi awayekî zanistî ew serdeme wekî ‘’Şoreşa Neolîtîk’’ tê pênase kirin.
Bi Şoreşa Neolîtîk ve mirov dikare bibêje, mirovê roja me ya îro geheşt ew form û dîzayna civakî ya roja me ya îro ya niştecîhbûnê. Ango berî Şoreşa Neolîtîk ji civakîbûna mirov zêdetir dikare bê gotin ku civatbûn heye, ku wekî klan an jî grubên mirov ên gerok û ne niştecîh hene. Hemû enerjî û hêza mirov a heyî tenê ji bo dîtina nanê rojê, an jî nêçîra rojê tê serf kirin. Ji ber wê jî çanda heyî çanda nêçîrvanî ya gerok û neniştecîhî ye û hiş û hizra mirov de guhertin û pêşketinekî mezin nikare di kultur û çanda mirov de çêbibe. Elbet mirovahiyê demekî dirêj bi wî awayî jiyan kiriye. Heta li gor zanist dibêjin ji dema neolîtîk heta roja me ya îro, hemû ew jiyana şaristanî ya mirov a niştecîhî, di temenê mirov de tenê xwedî rêjeya sedî 2 ye. Ango sedî 98ê jiyana mirov derveyî şaristaniyeta niştecîh derbasbûye. Lê bi Şoreşa Neolîtîkê ve hemû pîvanên jiyana mirov guherîn û mirovahî derbasî qonaxeke din bû.
Ji ber wê jî civaka kurd ew taybetmendiyên civakbûna neolîtîk heta roja me ya îro jî di xwe de digre û heta ji çîrok û wêjeya dewkî bigre heta dengbêjiya wê, hemû mirov dikare bibêje bermayên wê çandê ne. Gelek çîrok hene li Kurdistanê çavkaniya xwe heta digere dema neolîtîkê. Ew çîrok an jî mîtolojî û wêjeya dewkî şêwazê fikir û hizirandina dema xwe ye. Eger em li şaristaniyetên piştî Mezopotamya Jorîn dema dadikeve bo Mezopotamya Jêrîn û gav bi gav bi awayê nivîsa bizmarî ve vedigerin wêjeya nivîskî, em dibînin ku tenê nav guherîne û li gor pênaseyên xwe ew çîrokên ku ji Mezopotamya Jorîn derketine li gel hemû şaristaniyetên din bi formasyonên cuda ve hatine vegotin û nivîsandin. Elbet tenê çîrok û wêjeya Kurdistanê na, heman demê de şêwazê niştecîhbûna Kurdistanê û kedî kirina sewalan, çandinî û her tiştek jê wergirtin. Dema şaristaniyet ji Mezopotamya Jorîn dakete ber bi Mezopotamya Jêrîn, ku bi rêya Sumeriyan ve yekem dewlet avabûn. Ango eger şaristaniyeta niştecîh a li Mezopotamya Jorîn û Kurdistanê avabûyî neba û dîsa herçend gelek nîqaş li ser hebin jî, lê yekem dewlet jî dîsa bi baweriya min her ji aliyê kurdan ve hatiye ava kirin. Lê ji ber kurd xwedî dewlet nîn in û nikarin di vê cîhana bi dewlet a hatî parve kirin de nikarin xwedî li dîroka xwe derkevin. Ji ber ku eger Sumerî ne kurd bin û hemû ezmûnên civaka neolîtîk, çand, huner, birêveberî, siyaset û hemû destkeftên wê forma civakî nikarin di wê astê de bigehînin formekî bilind a wek dewletê. Elbet ew mijarekî din a ku divê zanist li ser kar bikin û wê rastiyê biselmînin e. Lê dîsa jî dema mirov li hemû lêkolînan de rastiyên ku derdikeve dinêre, mirov nikare baweriya xwe û rastiyên ku heyî neyne ziman û ya din jî bi baweriya min, zanista ku heye li gor berjewendiyên desthilatdaran diaxive û di xizmeta siyaseta înkara Kurdistanê de ye wê rastiyê jî berdewam hewl dide veşêre.
Lê li gel wan hemû hewldanên winda kirina dîroka kurd û Kurdistanê jî, çavkaniyên esasî yên civaka kurd û şêwazê jiyana civaka kurd di derbarê dîroka wê de jî hemû agahiyan dide. Bi taybet wêje û edebiyata dewkî bigre heta dengbêjiyê bi temamî dîrok û şêwazê jiyana kurd û Kurdistanê radixe berçavan. Lê ji aliyê din ve her cîheke Kurdistanê dema ku tê kolan jî mirov dibîne ku ji bin erdê şaristaniyet difore. Ango şaristaniyeta ku tê veşartin ji bin erdê derdikeve. Dibe ku mirovahî li hember wê şaristaniyetê çavê xwe bigre, piştguh bike û nexwaze wan rastiyan bibîne, lê hêvîdarim em wek civaka kurd li gor wê rastiyê êdî jiyan bikin û mezinatiya çandî ya civaka kurd baş bibînin. Ji xwe eger ew çand û şêwaza jiyanê ya li Kurdistanê ewqas bihêz neba, li hember ewqas hewldanên bişaftin û asîmîlasyon û hewldanên tinekirinê nedikarî xwe li ser piyan ragire. Ji xwe gelek çand û netewên ku li ser vê erdnîgariyê ku xwedî çandeke bihêz nebûn heliyan û neman. Lê kurd her man û dê her bimînin.
Dawiyê de dikare bê gotin ku kurdan ji bo hemû mirovahiyê şaristaniyetek ava kirin, ku hemû cîhan dibêje Mezopotamya dergûşa hemû mirovahiyê ye, lê hemû mirovahiyê nekarî ew deynê wefadariya li hember kurdan bidin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览27
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 13-05-2024
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 03-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-05-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on14-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):26-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览27
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 13-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,413
图片 105,539
书籍 19,424
相关文件 97,460
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!