图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,701
图片 105,970
书籍 19,729
相关文件 98,906
Video 1,422
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Encamnameya Hefteya Wêjeyî ya sala 2024 an li bajarî Dêrikê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Encamnameya Hefteya Wêjeyî ya sala 2024 an li bajarî Dêrikê

Encamnameya Hefteya Wêjeyî ya sala 2024 an li bajarî Dêrikê
Encamnameya #Hefteya Wêjeyî# ya sala 2024 an li bajarî #Dêrik# ê

Silav û rêz ji bo hemû beşdaran.
Çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya îsal roja şemiyê 27ê Nîsanê li Hotêla Ên Dîwar a Bajarê Dêrikê li Kantona Cezîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve, bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, nivîskar û kesên bi karûbarên wêjeyî û çandî ve xerîk û mijûl dibin, hat lidarxistin.
Di Hefteya Wêjeyî de sê mijarên sereke hatin gotûbêjkirin:
A- Mijara yekem: Pirsgirêkên Dahênan û Weşanê, du rojan hate gotûbêjkirin. Roja yekem: semînara derbarê (Nivîs Û Weşan: Aso Û Derfet Li Gel Zehmetî Û Kêşeyan) û roja duyem: penela bi navê (Pirsa dahênan û weşanê). Her wiha helbestên bi Kurdî û Erebî hatin xwendin.
Di simînarê de li ser kêşe û pirsgirêkên li pêşberî nivîskaran hate rawestandin, ji qonaxa nivîsandinê ta çapkirin û weşanê. Paşê di roja duyem de li ser tevgera nivîskariyê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêşeyên li pêşiya weşanxaneyan û pîvanên weşangeriyê, gotûbêj û danûstandin hatin kirin.
Di nav pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin ku pêwîste xebat li ser were kirin.
-1 Pêwîst e komxebatên taybet, ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşê ciwan li ser prensîbên hunera nivîsînê û afirînerî bêne lidarxistin.
-2 Xebat were kirin ji bo piştgiriya çapkirin û weşana pirtûkên zimannasî yan jî ferhengan bi zimanê kurdî, ji ber ku pêwîstiya nifşê ciwan bi wan heye.
- xebatên çapkirinê baştir bêne şopandin da ku asta çapê ya teşe û naverokê were pêşxistin.
B- Mijara duyem: Li ser wêjeya zarokan bû, ku ew jî du rojan, pêk hat. Derbarê mjarê de simînara bi sernavê (Wêjeya Zarokan, dansîn û dîrok, Taybetmendî û naverok) hate pêşkêşkirin û panela bi ser navê (Wêjeya Zarokan, Pirsgirêk û pêşniyar) hatin lidarxistin. Her wiha çîrok û helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.
Di simînarê de pênaseya wêjeya zarokan, dîroka wê û pêvajoyên pêşketina wê hate şîrovekirin, her wiha amûr, mijar û taybetiyên wê hate pêşkêşkirin. Simînarê bal kişand ser wêje û metnên nivîskî yên ku li gorî qonaxên zaroktiyê têne nivîsîn.
Mijara Wêjeya Zarokan bi penelê jî hate gotûbêjkirin, di panelê de kêşeyên giştî yên li ser wêjeya zarokan bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destnîşankirin, bi giştî bal hate kişandin li ser nebûna stratejiyekê ji aliyê saziyên pêwendîdar, û nebûna piştgiriyê ji bo proje û destpêşxeriyên taybet. Her wiha mijarên girêdayî pirsgirêk û mekanîzmayên gihîştina zarokan jî hatin nirxandin. Herwiha mijara teknîkên nivîsîn û amadekirina babetên wêjeyî yên ku ji bo zarokan têne amadekirin, weke naverok, reng û wêneyên li gorî qonaxên zaroktiyê.
Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatine pêşniyarkirin:
- Guhdana bi wêjeya zarokan di pirtûkên dibistanê de,
- Her wiha guh bidin mijarên zanistî yên hemû beşên zanistê.
- Ji bo wêjeya zarokan stratejiyên demdirêj werin pêşxistin.
- Derxistina kovarên pêbawer ên ku dikarin kesayetiya zarokê bi hêz bikin.
- Avakirina pirtûkxaneyan ji bo zarokan.
- ji bo zarokan stranên vîdyoyê werin çêkirin (videoclip).
Di mijara sêyem û dawîn de jî, ku di rojên pêncem û şeşan de bû, li ser mijarên rexnegiriyê hate gotûbêjkirin. simînarek bi sernavê: (Nebûna rexneyê û bandora wê li ser jiyana çandî û wêjeyî) hate pêşkêşkirin. Di simînarê de çend mijar hatin parvekirin, ji wan: rexneya wêjeyî, erk û mîsyona wê/ girîngiya rexne û rexnegiriya wêjeyî, taybetmendî û rola wê, egerên sereke ku bûn sedema nebûna rexneya pratîk ya bi bandor û encamên ku ji nebûna rexneyê derketine.
Di roja dawîn de li ser rexneya wêjeyî gotûbêjeke berferh hat kirin. Mijarên ku mêvan û beşdarên panelên anîn ziman jî ev bûn: valahiya ku di navbera nivîskar û rexnegir de / nebûna rexneya pispor di beşên şano û roman de, kêmbûna lêkolînên rexneyî bi giştî, têkiliya nebaş a di navbera rexnegir û rexnegêr de / qelsiya çanda hevdû pejirandinê nêrîna neyînî li ser pêvajoya rexneyê bi giştî / qalibên edebî û pesnên rexney/pêdiviya me bi dibistaneke rexneyê heye li gorî rastiya nasname û çanda me.
Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin jî ev bûn:
- Piştgirîya rexnegiran bi rêya saziyek an projeyekê, da ku ji bo rexneya wêjeyî bingeh bê avakirin
- Saziyên çandî û ragihandinê bi fermî xwedî li tevgera rexneya wêjeyî derkevin û dayîna cihekî guncaw ji bo rexneya wêjeyî di dezgehên ragihandinê de.
- Têvedan û piştgiriya çalakiyên xwendina rexneyî yên ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve têne lidarxistin û piştgirya hemû hewildanên rexneyî ji bo pêşdebirina xebata rexneyî.
- derxistina kovarên rexneyî.
- xelatkirina berhemên rexneyî yên binirx.
Careke din bi navê Dîwana Wêjeyê, em spasiya her kesê ku bi me re amade bûn, dikin, ji xelkê bajarê Dêrikê ku îsal em mêvanên wan bûn, em spasiya her kesê ku wextê xwe ji bo beşdarbûnê terxan kir û ji deverên dûr hatin, dikin. Em hêvîdar in me mijarên wêjeyê yên girîng bi hev re gotûbêj kiribe. Bi hêviya ku em bi hev re karibin van pêşniyaran binirixînin û xebateke hevbeş bikin ji bo pêkanîna wan. Her wiha em bi hêvî ne ku sala bê dîsa ji bo bilindkirin û pêşxistina wêjeya kurdî em bi hev re bin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览31
HashTag
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 01-06-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
城市: Dêrik
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
Exclusive to Kurdipedia!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-06-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):27-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览31
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.198 KB 01-06-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,701
图片 105,970
书籍 19,729
相关文件 98,906
Video 1,422
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!