图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,122
图片 105,813
书籍 19,707
相关文件 98,683
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mahsûm Bozat - Şiyar Amed
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şiyar Amed - Mahsûm Bozat

Şiyar Amed - Mahsûm Bozat
Nav û Paşnav: Mahsûm Bozat
Nasnav: Şiyar #Amed#
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayik – Bav: Ferîde – Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: #10-05-2022# / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Şiyar di malbateke welatparêz de ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger neçar man ji metropolên Tirkiyeyê koçî Mersînê bikin, hat dinê. Ji temenê xwe ya biçûk ve rûyê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst nas kir û têkoşîna efsanewî ya Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê ku vîna azadiyê ya gelê me ne ji nêz ve şopand. Hevrêyê me ku bû şahidê zilma li metropolên Tirkiyeyê û şerê giran ê li Kurdistanê ya li dijî gelê me dewam dike, ji temenê biçûk ve gihîşt asteke xurt a hişmendiyê. Ji ber ku xeyala hevrêyê me bû rojek ji rojan li çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê bike, ev yek bû sedem ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrtir bike û bi têkoşîna me hê bêhtir bê girêdan. Hevrêyê me ku di dema xwendina zanîngehê de tevlî karê ciwanan bû, bêdengî ti carî ji bo xwe weke vebijêrkekê nedît û enerjiya mezin a ciwantiyê herikand nava refên têkoşînê. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û polîtîkayên asîmîlasyonê yên qirêj ku ciwanên Kurd bi taybetî dike hedef, ji bo hişmendiya ciwanên Kurd bilind bike kedeke mezin da. Hevrêyê me Şiyar ku weke milîtanekî pêşeng di nava gelê me de jiyaneke nû dihûnand, ji aliyê mêtîngeran ve hat girtin û 2 salan di zîndanê de ma. Hevrê Şiyar ku xwedî vîneke mezin bû, li zindanên mêtînger berxwedana xwe dewam kir û ti carî li ber dijminên gelê me stûyê xwe xwar nekir. Hevrêyê me ku di pêvajoya zindanê de lêhûrbûnên kûr jiyan, analîzên Rêber Apo ti carî li ba xwe kêm nekiriye û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Hevrêyê me ku piştî ji zindanên mêtingeriyê derket navber neda têkoşîna xwe û berxwedana xwe sala 2017'an li çiyayên Kurdistanê domand.

Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê li qada Zapê bi serketî qedand, yekem pratîka xwe ya gerîlatiyê jî li heman qadê pêk anî. Hevrêyê me ku li erdnîgariya bi heybet a Zapê şansê gerîlatiyê kirin bi dest xist, di demeke kurt de xwe bi pêş xist. Bi tevlîbûna xwe ya jidil û samîmî bi hemû hevrêyên xwe re girêdaneke xurt ava kir û bi îradeya xwe ya xurt hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye derbas kir. Hevrêyê me ku di pratîkê û taktîkên nû yên gerîlatiyê de pispor bû, li qada Zapê cihê xwe di nava têkoşîna dîrokî ya li dijî artêşa dewleta Tirk a mêtinger de girt. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyan derbên giran li dagirkeran xist. Di her kêliya jiyana xwe de bi felsefeya Rêber Apo û bîranîna têkoşîna şehîdên me yên nemir ve girêdayî bû. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên bi armanca tinekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku îradeya azadiyê ya gelê me ye, hevrêyê me Şiyar derbasî qada Avaşînê bû, di refên herî pêş de cihê xwe girt û di berxwedana dîrokî ya hatiye pêşxistin de kedeke mezin da. Hevrêyê me Şiyar yek ji hevrêyên destpêkê bû ku bersiv da êrîşa dagirkeriyê û xeta fedaî ya ji aliyê PKK'ê ve hat afirandin bi rengekî bêteredût pêk anî. Di gelek çalakiyan de cih girt, derbên giran li mêtingeran da û ji bo pêşî li pêşdeçûna dagirkeran bigire bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku di tîmên bi tevger de cih digirt û ji bo derbên giran li dagirkeran bide her tim di lêhûrbûnê de bû, di demeke kin de pispor bû û bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me ku ket ferqa divê milîtanek bibe xwedî kesayetiyeke yekgirtî, li ser vê esasê bi qada leşkerî re sînordar nema, di qada bîrdozî de jî kûrbûneke mezin pêk anî. Hevrêyê me her tim hewl da ku di paradîgmaya li ser bingeha Azadiya Demokratîk, Ekolojîk û Jinê de ya ku Rêber Apo bi kedeke mezin pêşxistiye û îro ji bo gelên bindest, jin û ciwanên li her derê bûye hêviya azadiyê, xwe kûr bike. Hevrêyê me Şiyar ê ku bi qasî xwe pêşxistin hevrêyên xwe jî pêş xistin esas digirt, bi parvekirina tecrûbeyên mezin xurtir bû û di dilê her hevrêyekî xwe de, bîranînek çêkir.

Hevrêyê me Şiyar ê ku milîtanekî şert û mercên herî zehmet bû, ji bo Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bigihêje serkeftinê her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir. Bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdên me, bi rengekî fedakar ji bo têkoşîna şoreşê xebitî û bi awayekî fedaî şer kir. Hevrêyê me Şiyar ku ruhê serketinê jiya û nîşanî hevrêyên xwe da û li dijî dagirkeran bê teredût bi lehengiyeke mezin meşiya, mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin li dû xwe hişt û di 30'ê Hezîrana 2022'yan de tevlî karwanê nemiran bû. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêyê me Şiyar re dixwazin ku bûye yek ji mînakên herî diyar ên milîtaniya PKK'ê. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya mezin a têkoşînê ya hevrêyê xwe li dû xwe hiştiye bi serketinê tacîdar bikin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览6
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 14-06-2024
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 85: 土耳其
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on29-06-2024
此产品最近更新( سارا ک ):29-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览6
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.156 KB 14-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,122
图片 105,813
书籍 19,707
相关文件 98,683
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!