图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,647
图片 106,218
书籍 19,763
相关文件 99,338
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,751

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,734

هەورامی 
65,720

عربي 
28,794

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,201

فارسی 
8,374

English 
7,162

Türkçe 
3,569

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kemal Merwan Oso - Canşêr Şêrawa
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Canşêr Şêrawa - Kemal Merwan Oso

Canşêr Şêrawa - Kemal Merwan Oso
Nav û Paşnav: Kemal Merwan Oso
Nasnav: Canşêr Şêrawa
Cihê Jidayikbûnê: #Efrîn#
Navê Dayik – Bav: Bahar - Merwan
Cih û Dîroka şehadetê: #19-03-2024# / Zap

Hevrêyê me Canşêr li Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi saya hişmendiya kûr a welatparêzî û çanda bi kok a bajarê Efrînê ku lê mezin bû, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Ji bo vê jî di temenê biçûk de têkoşîna partiya me ya azadiyê bi pêşengiya PKK'ê nas kir. Bi taybetî bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re rastiya Rêber Apo û têkoşîn me baştir fêhm kir. Di serdema şoreşê de gelek hevrêyên me ku xizmê wî bûn di şerê li dijî çeteyan de şehîd bûn. Hevrêyê me Canşêr ê ku ji vê rewşê gelek bandor bû, hişt ku hîn zêdetir xwedî li destkeftiyên Şoreşa Azadiyê ya Rojava derkeve. Hevrêyê me bi hişmendiya erka sereke ya her ciwanê Kurd ew e ku, şoreşa ku hevrêyên me yên şehîd bi ked û fedekariyên bêhempa avakirine biparêze tevgeriya û li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûrtir kirin. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz hevrêyê me Canşêr ku xwest berpirsyartiyên xwe yên li hemberî gelê me bi awayekî herî rast bi cih bîne, di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me di pêvajoya vê xebatê de derfet dît ku rastiya têkoşîna me baştir fêhm bike, tempoya tevlîbûnê hîn bêhtir mezin kir û bû kadroyekî çalak ê ciwanên welatparêz ên şoreşger. Hevrêyê me yê ku sala 2018'an piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Efrînê rastiya qirkirinê ya dewleta Tirk nas kir, piştî ku di êrîşa dijmin de birîndar bû gihîşt biryardariya têkoşînek aktiftir. Hevrêyê me piştî tedawiya wî bi dawî bû, ji bo parastina nirxên ji aliyê gelê me ve hatine afirandin tevlî nava yekîneyên leşkerî bû. Hevrêyê me xwest xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe da ku bersivê bide êrîşên dijmin ên pêk tên. Hevrêyê me yê ku di ferqa wê yekê de bû ku divê weke şervanekî her tim di teknîk û taktîkên şer de xwe pêş bixe, hînî bikaranîna gelek çekan bû û di pêvajoya şer a dijwar de bi rengekî çalak cihê xwe girt. Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me ku hêrsa wî ya li dijî dewleta Tirk hê zêdetir bû, ji bo hesabê komkujiyên ku li ser gelê me hatine kirin bê xwestin, di nava lêgerînekê de bû. Hevrêyê me çiyayên Kurdistanê weke qada ku karibe li dijî dewleta Tirk bi rengekî herî bi bandor têbikoşe dît. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên dijwar li hemberî gelê me û Tevgera me bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû de, tevlîbûna hevrêyê me Canşêr a li nava refên gerîla, tê wateya îfadeya herî şênber a asta biryardariya xwe gihandiyê. Hevrêyê me yê ku dixwest vê asta biryardariyê, bi çûyina qadên ku şer lê giran bû nîşan bide. Di vê wateyê de xwedî israreke mezin bû. Lê belê li ser pêşniyara hevrêyên xwe, hevrêyê me ji bo adaptebûna jiyana çiyê û kûrbûna di taktîkên şerê gerîla de, destpêkê tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya vê perwerdê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt û bi cidiyeteke mezin guhdarî kir û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de pisporî kir hedefa xwe ya bingehîn, bi taybetî li ser şêwaza şerê gerîla ya nîv bitevger lêhûrbû. Hevrêyê me pêbawer bû ku êrîşên dijmin tenê bi taktîkên gerîla yên pisporî dikare têk biçe, ji bo vê ked da û pêşketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me yê ku di heman demê de hewl da di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, pêbawer bû ku têkoşîneke bi bandor encex bi pêkanîna yekparebûna îdeolojîk û leşkerî pêkan e. Ji bo vê jî hevrêyê me Canşêr ku tim xwe perwerde dikir, bi hevrêtiya xwe ya dilpak û xurt karî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Canşêr li pêşberî heqîqeta Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd timî xwe lêpirsîn dikir. Hewl dida bibe layiqê wan û ji bo vê yekê ked dida. Gihişt wê qenatê şêweyê herî bi bandor ê tevlîbûnê ancax di xeta fedayîtiyê de pêkan e. Bawer kir ku ev yek bi çûyîna qadên ku şer lê giran bûye, pêkan e. Hevrêyê me Canşêr di encama israra xwe ya mezin de derbasî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû û tevlî berxwedanê bû. Weke milîtanekî Apoyî hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li hemberî êrîşên dijmin ên ku rojan dewam dikir, bi fedakarî tevlî bû û di dem û cihê dihat xwestin de derbên bi bandor li dijmin xist. Di heman demê de hevrêyê me di warê taktîkên şer de ji bo hîn bêhtir taktîka tunelên şer pêş bikeve, bû xwedî kedeke bêhempa. Bû milîtanek ku bi ked û tevlîbûna xwe ya bêteredût ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.

Hevrêyê me her kêliya xwe bi lêhûrbûna ew ê çawa bikare derbên hîn girantir li dijmin bixe, derbas kir. Bi taybetî ji bo operasyonên şoreşgerî yên li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hê bêhtir pêş bikeve û berfireh bibe pêşniyaran kir. Hevrêyê me Canşêr fêm dikir ku ji bo ruhê fedayî yê Apoyî yê ku di şexsê hevrê şehîd Serxwebûn û şehîd Helmet Dêrelûk de gihiştî lûtkeyê hîn bêhtir mezin bike, divê li pey şopa wan biçe. Bi israreke mezin xwest tevlî operasyona şoreşgerî ya di 19-03-2024'an de hatî pêşxistin bibe. Di vê operasyonê de derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Canşêr ku yek ji wan hevrêyên me bû ku li eniyê pêş bi ser çeperên dijmin de çû, bi ruhekî fedaî û lehengiyeke mezin ket nava çeperên dijmin û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Canşêr dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd re nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî di vê çalakiya ku gelek leşkerên dijmin lê hatin cezakirin de cih girt û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me meşa xwe ya şoreşê li lûtkeyê temam kir. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê û meşaleya Newrozê ya ku hevrê Canşêr dewrî me kirî, di şexsê wî de bigihînin serketinê û em ê bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览17
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 15-06-2024
挂钩项目: 2
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南库尔德斯坦
No specified T3 82: Afreen
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-06-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览17
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.152 KB 15-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,647
图片 106,218
书籍 19,763
相关文件 99,338
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,751

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,734

هەورامی 
65,720

عربي 
28,794

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,201

فارسی 
8,374

English 
7,162

Türkçe 
3,569

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!