图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,014
图片 106,085
书籍 19,748
相关文件 99,072
Video 1,437
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,567

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,732

هەورامی 
65,711

عربي 
28,769

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,152

فارسی 
8,349

English 
7,151

Türkçe 
3,567

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Delîl Goktaş 2 - Andok Bagok
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Andok Bagok - Delîl Goktaş

Andok Bagok - Delîl Goktaş
Nav û paşnav: Delîl Goktaş
Nasnav: Andok Bagok
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Navê dayik û bav: Zeynê – Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: #27-03-2018# / Amanos

Hevrêyê me Andok li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku bi çanda kurdewarî ya kûr a ku ji malbata xwe girtiye mezin bû, dilsozê cewhera xwe ya mezin bû. Ji ber vê sedemê ji biçûkatiya xwe de di nava malbata xwe û derdora xwe dihat hezkirin. Herêma ku lê jiya, yek ji herêmên ku herî zêde rastî êrîşên dijmin dihat û bi taybet di salên 90'î de gelek sivîlên me ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin. Ev jî bû sedem ku hevrê Andok rastiya dijmin zû nas bike. Hevrêyê me bi saya hafizeya xwe ya xurt a civakî, zilma li ser gelê me hatiye kirin kêliyekê jî ji bîr nekiriye û hêrseke li hemberî dijmin di dilê xwe de kom kiriye. Hevrê Andok ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê nas kir, bihîst û sempatî jê re kir, di sala 2008’an de cara yekemîn firsenda Partiya me di aliyê rêxistinî de nas bike. Ji milîtanên yekem ên Apoyî ku dîtibû bandor li wî kir û xwest bi awayekî aktîf tevlî xebatê bibe. Li ser vê bingehê di sala 2009’an de tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrê Andok ku xwedî tevlîbûneke pir xurt bû, bi vê taybetmendiya xwe bandor li gelek ciwanên Kurd kir û bû sedem ku tevlî nava refên şoreşê bibin. Hevrêyê me Andok weke namzetekî milîtanekî kedkar û fedakar, li her qadê ku lê bû, têkoşîna azadiyê ya gelê me erk û berpirsyariyên ciwanên Kurd mezin kir. Bi tevlêbûna xwe ya aktîf bala dijmin kişand ser xwe. Hevrêyê me yê di sala 2011’an de dîl ketibû destê dijmin, nêzî 5 mehan di zindana dijmin de ma. Hevrêyê me yê ku sedemên dîlgirtina xwe ji aliyê dijmin ve bi kûrahî pirsî û dersên pêwîst jê girt, li zindanê bêyî ku ji helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî tawîz bide têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Andok piştî ji zindanê derket yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bersiva herî watedar da dijmin û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Andok li herêma Garê perwerdeya şervanên nû dît, bi perwerdeya ku dît zû xwe li çiya û jiyana gerîlatiyê bi cih kir û tevlî xebatên pratîkî bû. Di heman demê de bi perwerdehiya leşkerî ya ku dîtî firsend dît ku di hunera gerîlatiyê de xwe pêş bixe. Hevrêyê me yê ku bê dudilî tevlî bû, ji qonaxên destpêkê yên çalakiya xwe ya gerîlatiyê de bi mezinbûna xwe ya rêxistinî û jiyanî ji aliyê hemû hevalên xwe ve weke mînak hate girtin. Hevrêyê me hêrsa di dilê xwe de li hemberî dijmin kom kiribû, di demeke herî kurt de pratîka xwe veguherîne çalakiyan, pêşniyara ku biçe herêma Cîloyê ya ku yek ji qada herî dijwar a têkoşîna gerîla ye. Hevrêyê me li wir bi pêşengiya Şehîd Reşîd Serdar û Şehîd Rojîn Gewda derfet bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi îrade û exlaqî hemû erk û berpirsyariyên xwe yên di vê pêngavê de bi cih anî. Hevrêyê me Andok piştre li herêmên Zap û Avaşînê gerîlatî kir. Bi tecrubeyên ku di warê leşkerî, bîrdozî û rêxistinî de bi dest xist, bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me li qadên Zap û Avaşînê di nava gelek xebatên cuda de cih girt. Di van xebatan de bi kesayeta xwe ya kedkar derket pêş û ji bilî serkeftinê tu pîvanek ji bo xwe qebûl nekir. Dema ew li Avaşînê bû, êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ'ê ya li Şengalê ya li dijî gelê me yê Êzidî û şehîdbûna gelê me û şervanên azadiyê yên li vê derê hêrsa hevrêyê me Andok a li hemberî dijmin zêdetir kir. Hevrêyê me Andok difikirî ku weke milîtanekî Apoyî divê li gel berxwedana gelê me be, li ser vê bingehê derbasî Şengalê bû û di berxwedana dîrokî de cih girt. Hevrêyê me yê ku li herêma Şengalê li dijî çeteyan beşdarî gelek çalakiyên şoreşgerî bû, derbên giran li çeteyan xistin. Hevrê Andok fermandarê me yê hêja hevrê Dilşêr Herekol nas kir. Bi pêngavên şoreşgerî yên di pêşengtiya şehîd Dilşêr de pêş ket, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di bidestxistina serkeftinên girîng de rol lîst. Hevrêyê me Andok ne tenê weke şervanekî, di heman demê de weke milîtanekî Apoyî li qada Şengalê bû, xwe ji her kêliya jiyanê berpirsyar dît, xwedî jiyan û helwesteke li gorî vê erkê bû. Her tim li ser pirsgirêkên ku dît û şahidiya wê dikir û çareseriyên pêwîst pêşxist. Hevrêyê me kêmasiyên di warê leşkerî, civakî û hemû qadên jiyanê de didît holê rake kir. Bi vê helwesta xwe hezkirin û rêzgirtina hemû gelê me yê Êzidî qezenç kir.

Hevrêyê me Andok ê gerîlayekî çalak ê ku sînoran nas nake û xwe bi tu cihan re sînordar nakir, li herêma Şengalê piştî berê xwe da Bakurê Kurdistanê û xwest beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li wir tê meşandin bibe. Piştî ku pêşniyara wî ji aliyê hevalên wî ve hat qebûlkirin, hevrêyê me Andok derbasî Amanosê bû û li wir careke din bi pêşengiya rêheval Dilşêr Herekol beşdarî xebatan bû. Di heman demê de firsenda naskirina hevrê Bedreddîn Amanos dît û bi hev re kar kir û bi awayekî aktîf cih girt. Hevrêyê me Andok di dema mayîna xwe ya li qada Amanosê de bi tevlîbûna bi coş, exlaqî û fedaî ji bo hevalên xwe yên ku bi hev re xebitîn bû çavkaniya hêzê. Li ser vê bingehê bi tevlîbûna di koma ku çû Samandagiyê de xewneke din pêk anî û tevlîbûneke layiqî baweriya hevrêyên xwe bi dest xist.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览14
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 15-06-2024
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 626
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-06-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览14
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.144 KB 15-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,014
图片 106,085
书籍 19,748
相关文件 99,072
Video 1,437
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,567

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,732

هەورامی 
65,711

عربي 
28,769

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,152

فارسی 
8,349

English 
7,151

Türkçe 
3,567

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!