图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,173
图片 105,697
书籍 19,682
相关文件 98,575
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek: 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Ronahî

Kovara Ronahî
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 2
Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Gotar di (Ronahî ) de
Di xeleka yekê de, me navnîşanên gotarên cuda yên pênûsên cuda pêşkêşî xwendevanên lêkolînê kiribûn, lê emê di vê xeleka duhem de bi kurtasî li ser naverokên hin gotarên kovarê jî rawestin û baweriyên xwe di ser têdayên wan de jî bi kurtebirî bidin diyarkirin.
Sernivîserê kovarê kurtegotarek di hejmara (1) ê de li ser Êlîzabêt weşandiye ; ew di wir de bi van wateyan dinivîse: Êlîzabêt bi hevjînê xwe re li rex gelê xwe ji bo destxistina azadiya welêt û kişwera xwe radiweste,ewa bi hemû şêweyan û li her cîhekî û li her civînekê amede dibe û têkoşînê dike, ewa bi erkên xwe yên niştimanperwerî mîna her nişteciyekî radibe.
Em bawer dikin ku Mîr Celadet Bedirxan bi zanîneke bilind helwesta Êlîzabêt û hevaltiya wê bi hevjînê xwe re dinivîse û ew bi vî şêweyî nameke taybet ji jin û mêrên Kurdan re dişîne û waneyekê ji civaknasiyê dide wan û nirxa jina pêşketî ji civaka Kurdî re dide nasîn .
Lê sernivîser di hejmara sisiyan de mijarekê di bin navnîşana (şer mêranî û camêrî ye) diweşîne ; ew di wir de dibêje:Di şer de mêranî şertê (mercê pêşin e),belê mêranî di her tiştî de qenc e û di her tişî de bi kêr têt.
Lê gava dijmin ji desthilatê ket û teslîm bû (xwe radest kir ) êdî li wî xistin ne mêranî ye, lê ew bêbextî ye.
Di vir de sernivîser nerasterast bi xwendevanên kovara xwe re dibêje:Divê miletên bê mafên netewî bindest nemînin ,di vê rewşê de berxwedan û pêdarî bi mêranî pêwîst in.
Di hejmara çaran de,sernivîser gotarekê bi navnîşana(Ev kî ye ?) diweşîne, ew di wir de dibêje: Kalemêrekî (57) salî dixwîne? Lê kî ye ev kalemêra eyan ew Qeral e? Eyan ew Impirator e,serekdewlet e, yan ew qehremanek e ?Na ! Ew ne yek ji van hemûyan e, ew şagirtekî dibistanê ye,ew ji Londinê ye,navê wî Albêrt Arthur Lewis e, ew dewlemend e û niha ew li zanîngehê xwendekar e,Celadet bi Kurdan re dibêje:Ey Kurdno! Ji kalo îbretê bigrin!
Dîsan Celadet gotarekê bi navnîşanê (Erefat) di hejmara (5) an de dinivîse:Hesen Axa seredana min li Şamê dike û ew ji min dipirse,gelo hejmara nû ya kovara (Hawarê) derçûye ?
Celadet ji wî dipirse,gelo kes li Cezîrê ( Hawarê) dixwîne ?
Hesen Axa dibêje:Belê, pir kes wê dixwînin û ew gotara bi navnîşana (Erefat) bi nav dike û dibêje:Ez pir dixwînim û ez herdem li (Hawarê) dipirsim, gelo ewa derçûye yan na?Erefat navê kesekî cotarî ye dajo, ew di ber cotê xwe re kovara (Hawarê) jî dixwîne,li dawiyê Celadet di gotara xwe de bang li kesên Kurd; Axan û Began dike ku ew zimanê xwe bixwînin.
Di hejmara (6 )an de gotarek bi navnîşana ( jin û derew) bê diyarkirina navê nivîskar hatiye weşandin,lê li gor texmîna me, gotarnivîs dîsan Celadet Bedirxan bi xwe ye. Gotarnivîs weha destpêkiriye:Metelokek japanî gotiye:(Hecî zane baxive,derewan dike). Ji lewra jî divêt mêr jî derewan bikin û ew hîn jî dinivîse:Kurmancan jî gotine:(Ji weynên jinan çiyayê Cudî xwar bûye ).
Ew hîn dinivîse:Di wextê berê de tiştine holê ji xwenda û zana dipirsîn,lê îro van tiştan ji artîstên sînemayê dipirsin ji ber ku ew rind dizanin maç bikin, qey ew di her tiştî de şehreza ne,îcar ew rabûn û ji artîsteke sînemayê Bolît Godard pirsîn:Ma çima jin viran dikin? Artîstê gotiye: Carekê Çarlî Çeplen ev ji artîstekî sînemayê, lê yekî nêr ji min pirsî bû,ma hûn jin çire derewan li me dikin,hîngê min lê vegerand û got ji ber ku hûn mêr derewan li me dikin, eger em derewan dikin, ew ne socê me ye ,mêr bi xwe me bêgav dihêlin ku em derewan bikin .
Dîsan di vir de gotarnivîs nimûnek berçavkirî ji xwendevanên xwe re dinivîse:( cejna jinekê ye,mêrê wê ji wê re çentak destan aniye,lê berê li nik jinikê sê çenteyên din mîna wê hene, mêrik ji jina xwe dipirse:Kêfa te ji vê diyariyê re hatiye?Jinik weha dibersivîne: Min ji xweda hêvî dikir ku
çentak welê(wisa) têkeve destên min). Gotarnivîs ji xwe û ji xwêneran dipirse, dêmek ewa çawa rastiyê ji mêrê xwe re bêje û dilê mêrê xwe ji xwe bihêle!!???.
Li dawiyê em dibêjin ev pirsgirêkek civak û derûnasî ye, gengeşe li ser naveroka vê mijarê dikane di pir aliyan de bibe, gotarnivîsê me tiliyên xwe
datîne ser diyardeyek pir hestewar û dikane bi wê hest û hişên xwendevanên xwe di warê civak û derûnasiyê de bileqîne .
Divê em vê rastiyê jî berçav bikin ku Celadet Bedirxan di vê gotara xwe de nêrîna xwe ya taybet li ser derewên jinan û mêran ne daye xûyakirin .
Ez bawer dikim ku her lêkolînerek û yan her xwendevanê vê gotarê wê dilxweş bûya, eger Mîrê me,wek rojnamevan,têkoşer û zimanzanê mezin nêrînên xwe jî bi zelalî li ser vê pirsgirêka derûnî bida xûyakirin û bi ya me
be, tunebûna nirîna nivîskar di vê diyardeya jorîn de lekek rojnamevanî û zanistî ye .
Herweha jî rojnamevan Celadet Bedirxan di hejmara (7) an de gotarekê bi navnîşana (Germanistan bi yar û neyarên xwe ) dinivîse: Ordiwên Alman di qadên şerê Urus de nemaze di Stalîngradê de ketine delavne teng û ji milê din jî serkarên Nazî di hundirê welêt û di pişt eniyê de bi dijwartinene mezin pev diçin .
Herdîsan jî di vir de li ser rewşa jiyana rojane û kêmxwarin û nanên rojane li nik Almanan hatine xûyakirin,ji ber ku gelên derdorê nedixwastin alîkariyê bidin leşgerên Almanan,lê şêniyên navçeyên Sovyetî digotin:Emê bi zadê xwe zarokên xwe xwedî bikin û emê ne xelkê dijmin xwedî bikin.
Celadet dibêje:Di vê rewşê de,rewşa Romaniya ji hemû dewletan xeraptir e û ta niha zirar û ziyana wan ji kuştî,birîndar,windabûnê gihaye 500 000. mêr, ew hîn dinvîse: Bi kurtasî; eger miletên Ewropî dost bin yan dijmin bin,ew hemû ji rêberê Gêrmanistanê Hitlêr têşin û bi vî awayî armanac; ne tenê neyarên Hitlir bû,lê belê Hitlir yar û hevalbendên xwe jî dixeyidandin,li dawiyê:C.Bedirxan dibêje:Herçendî şer dom dike,dêmokrasî xurt dibe).
Dîsan sernivîser gotarekê bi navnîşana (Di gundekî Stalîngradê de) dinivîse:Şerê Stalîngradê çend rojên dom dike, lê Rusan mêrantîyek ecêb
Şanî daye û C .Bedirxan li ser zimanê rojnamevanekî Rus Alekî Marlov dinivîse:Em di berbangê de gihane gundekî li derdora Stalîngradê,ew gunda vala bû,lê li ser berfê şopine piyan xûya dikirin,lewra jî berpirsiyarekî gotibû , gelek diyar e ku dijmin hin caran dikeve vî gundî, lewra jî; divê em li vir xwe veşêrin û li dijmin bipên,lê leşgerên Almanî hatin û ketin vî gundî, lê Alman di deriyên malan re ketin hundir malan, lê ew di rodankên van malan re jî direvîn ,lê wan hemû hundirên malan lexem jî kiribûn taku leşgerên me vegerin malên xwe û ew di hundiran de bimirin,lê leşgerên me kanîbûn leşgerên Alman di wan hundiran de jî bikujin . Hejmar (10).
Herdîsan Silêman Ferho gotarek dirêj di bin navnîşana( Ji Honkong heta bi Nûyorkê ) diweşîne;ew di vir de dibêje:Honkong li Rohilatê Çînê giravek e,ewa wargehek e Îngilîzî ye,par Japanan Honkong vegirt û Emêrkaniyek bi navê Jan Henrîk Marsaman hebû û ew hate girtin .
Marsaman xwe ji nav lepên Japanan rizgar kir û ew ji Honkongê revî û di serpêhatiya xwe,di rojnameke Êngilîzî de nivîsiye:Em hemî xistibûn xestexanekê (nexwaşxwanekêe )û di nav me de rajêrên her dewletê hebûn,fermandariya Japanî(emir kir) yan ferman derxist;ku herçî Talyan, Alman ,Îswîçî.portêgal û xelkên girava Filîpînê ne serbest bihêlin.
Ew dibêje:Ez çûm cem zabitê Japanî,ewî peya ji hev dibijartin û hin serbest dihêştin ,lê zabit gote min :Tu ji xelkê kû derê yî ?
Min got:Ez Filîpînî me .
Zabit dîsan pirsî :Tu li kû ji diya xwe bûye ?
Min got:li Holenda.
Zabit dîsan got:Holenda şerê me dike,divê tu herî (Qeregeha hêsîran ) !
Filîpînî dîsan got:Yanê tu dixwazî min dîsan bişînî girtîgeha hêsîran ?
Lê li dawiyê; hêsîr zabit qanî kir (bawerkirin da) ,zabit wesîqe (belge) daye hêsîr û bi wî re got:Tuyê di nav bajêr de serbest bî,lê tu di bin nezaretê (çavdêriyê ) de yî ,lê piştî demekê hêsîr xanîyekê ji xwe re li nik jinekê kirê dike û di pişt re ewî hevalên xwe yên Çînî dîtin û hevalên Çînî cilûbergên çînî jî li wî kirin û ew mîna hemwelatiyek Çînî dihate naskirin û bi vî rengî ew gihaye roja (6) Reşmehê cejna Çîniyan û di vê rojê de ew ji ber Japaniyan direve çiyan.
Lê di vir de jî gotarek din bi pênûsa H.Hişyar hatiye weşandin,ew dibêje: Divê rûpelên (Hawarê) ji xortên xwendevan re vekirî bin ta ku ew jî di warê hişmendiyê û rewşenbîriyê de pêşkevin û ew di gotarê de peyva Mîrê mezin bi bîrtîne û dinvîse:Mîr nivîsiye:Hawar kursiyê milet e, herkes nikane hilkişe ser û bêje .¬
Herdîsan di vir de Dilawer Çarpîne gotarekê bi navnîşana Stalîngrad dinivîse,ew di vir de dide diyarkirin ku çawa Alman ji bajarên dagirkirî dîsan xwe vedikşîne , gotarnivîs di vir de pesnê leşgerên Sovyetistanê dide û ew dibêje: Ji ber ku leşgerên Sovyetistanê qehreman in,leşgerên Alman bi mehan di vî bajarî de bûn,lê leşgerên Sovyetistanê bi mêranî ew ji bajêr derxistin û bajarê xwe ji wan rizgar kirin.
Di vê hejmarê de dîsan nivîskarê naskirî Hesen Şiyar dinvîse û ew raste- raste bang li Kurdan û nemaze li xortan dike û dibêje:Gelê Kurdan, divê hûn van peyvên min li her civakê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji temarê(xewa kûr ) hişyar bibin. Hej. (12).
Dîsan Şiyar Hesen gotareke din balkêş bi navnîşana (Bangê Kurdan) diweşîne,ew di vir de dinivîse:Gelê Kurdan ,nemaze xortên xwendevan, ez ji we hêvî dikim,hûn vê nivîsa min li her derê û li her civatê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji xewa temar hişyar bibin û ew hîn dibêje:Xweda ji tevaya însên re mêjî dane, serî ji bo heş e, çav ji bo dîtinê ye, guh ji bo bihîstinê ye, dev ji bo bersivê ye, dest ji bo xebat,şer û parastina giyanê xwe û nijad e …….)Ew hîn berdewam dike û gotinên xwe arastî miletê xwe dike û dibêje:Em ne kêmî tukesî ne,lê çima em bindest in, jar û paşdamayênê her nijadê ne,em bindestiya hev qebûl nakin ,xebat û havilên hev napesinin,arîkariya hav nakin .
Kekino,birano, apino!Çavên xwe vekin û li dinyayê binêrin di riya welat û nijad de,li nik xelkê mirin çawan erzan e…, û ew dîsan bi vê wateyê dibêje: Eger em hînî tîp û xwendina zimanê xwe nebin, ma ev ne şerm e ! Herweha jî nivîskar di vir de gilûgazinên xwe ji gelê Kurd dike û dinivîse:Hûn rojnamên biyaniyan bi buhatirîn nirx dikirin, lê hûn rojname û kovarên me bi nirxên erzan nakirin !!! Hej.(13).
Herdîsan hin gotarên curbicur û bi hin pênûsên nasdar,1- Boketî heqê min e.2- Madanê ko ji ava behrê derket (Smaîlê Serhedê), 3-Alman di çi halî de ne (Xelîlê Genco).4 Sehên zozanan (Qedrî Can) . 5-Di nav mirovên însanxwar de (Hesenê Mistê).6 Civata bêdeng (Hesen Hişyar ), û hin din.
Xelîlê Genco di vê hejmarê de gotarekê bi navnîşana ( Aleman di çi halî de ne? ) wek halê di sala 1918 an de ye) diweşîne,ew di vir de bi kurtî wisa dibêje:Vê paşiyê yekî biyanî ji ber lepên Alemanan xwe xelas kiriye
(rizgarkirîye) û ew hatiye Londinê,ewî çi tiştên ku li Berlînê û li bajarên din li Almaniya dîtine ji rojnamevanên Londinê re qise dike û li gor ew dibêje: Piraniya Almanan ji zefereke tekuz û qehar re nema bawer dikin,
lê ew hîn diêjin ku Hitlir wê bikare Almaniya bighîne silheke maqûl, yanê Hitlêr wê bikane Almaniya ji talûka Belşevîkan û ji hin din xelas bike, lewra menewiyata Almanan hetanî îro jî qenc dikare bête hesêb .
Ew zilama hîn dibêje:Alman dibêjin:Hemî qewetên Almaniya di keleha Ewropayê de bêne hesbandin, ew keleha nayê zeptkirin …..,Ûrus wê bizanin ku di xizmeta Anglosaksonan de bi tenê ew in ku şer dikin û xwîna xwe ji bona wan dirêjînin,lewra jî ewê xwîna xwe ji bona wan dirêjînin, lewra jî ewê êrişa xwe bisekînin û nema qesta Rojavayê dikin, Anglosaksonan naxwazin Rusiyeke muzefer bibînin ji ber ku ew jî bi taluka sor hesiyane û ji van gotinan dixuye ku Alman hîn umîda zeferê wind nekirine,ew bawer dikin ku bi lihevhatinekê bi Ûrus yan bi Anglosaksonan re,ewê bikanibin xwe ji perîşaniyê xelas bikin,rewşa Almanan mîna sala 1918 an xerap bû, lê li dawiyê gotarê nivîskar dibêje:Hitler nema kane vî şerî bibe serî.
Dûmahîk heye
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览18
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 18-06-2024
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 04-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
书: 文学
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-06-2024
此产品最近更新( سارا ک ):19-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览18
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,173
图片 105,697
书籍 19,682
相关文件 98,575
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!