图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,280
图片 105,706
书籍 19,690
相关文件 98,576
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Konê Reş

Konê Reş
Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de
#Konê Reş#

Di sala 1847 an de, Mîr Bedirxanê Botî li Stenbolê, di sirgunê de bû, hingê tev zarok û neviyên xwe li dor xwe civandin û komkirin û ji wan re got:
((..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin,û ku we ziman jibîrkir, hûnê welatê Botan jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke , ne kurê mine ..))
Kovara gurzek gul
Hejmara 15 an ,buhara 1992
Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de

Di roja 9 _ 6 _ 1999 an de, serokatiya ecûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina ( Ala Kurdan ) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin ...
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise , û ji jor ve rengê sore.
Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1919 an vegerîyam . Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin .
Di destêka sala 1919 an de, di civîneke ( Komela Tealî Kurdistan ) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê diwem ( Mî r Emî n Alî Bedir_Xan ), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin . Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emî n Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan danîn ( eynê vê Ala niha ). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin ..
Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, lê ne dihat aşkerekirin şerê wê bi dijwarî dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî ne dihşit ku neyarên wê têr razên .. û tevî vê rewşa xerab vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe gekiriye ; cara pêşîn di sala 1929 _ 1930 , de bû, di van her du salan de, ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî di şoreşa Aararatê de hatiye bilindkirin li ser çiyayê Araratê, cara din di roja 22 _ 01 1946 an de bû, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, de li navtara Çarçira de.
Lê mixabin, di van her du caran de ev Al bi darê zorê hat daxistin û ma qedexe ...
Di sala 1932 an de Mîr Celadet Alî Bedir_Xan kovara xwe ( Hawar ), li Şamê weşand, Mîr Celadet yek ji serokên civata Xoybûnê û şoreşa Araratê bû di hejmara 5 an de ji kovara xwe ( Hawar ) ê helbestek weşand avêtiye ser (Ala Kurdan ) :
Alê Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor
Di hejmara 8 an de ji eynî kovarê ( Hawar ), birayê wî Dr. Kamîran Bedir_Xan jî yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê wî jî helbestek belav kir li ser Ala Kurdan :
Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Qehremanê Ceng û şer
Qublegehê mê û nêr
Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
Bi reng û bihne zîv û zêr
Ala Kurdan ser bi ser Sor û gewre kesk û zer
Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser ( Ala Kurdan ) ve û Ala xwe jibîr nekir ..
Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê ( Welat, Welatînî û Al ) di kovara xwe Hawar ê de, hejmara 9 an de, weşand û têde got :
( Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête.milet û welate,Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin ,Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe .
Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.
Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.
Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin.
Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine .
Ala Kurdan ji jor ber jêr ve ,ser hev ; sor , sip, û keske, di nava wê de roj diçirise.
Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn .
Mîr Celadet Alî Bedir-Xan )
Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedir-Xan êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de ... tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 87 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd .. Va ji nû ve bi saya şoreşa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar em Ala xwe bilind dikin di asmanê Kurdistanê de, û serbilind û serfiraz em di bin siya wê de dijîn .
Heger Mîr Emîn Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û... hwd li ser giriya bin, heger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka kurdistanê bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan,bijî kurd û kurdistan.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览24
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 22-06-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 00-00-2006 (18 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 文学
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 22-06-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-06-2024
此产品最近更新( سارا ک ):23-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览24
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,280
图片 105,706
书籍 19,690
相关文件 98,576
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!