图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,949
图片 105,774
书籍 19,704
相关文件 98,643
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal

Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal
=KTML_Bold=Rastîhevhatina du waniyan:#Feqiyê Teyran# û #Yaşar Kemal#=KTML_End=
#Rohat Alakom#
#04.06.2022 #
Yaşar Kemal di romaneke xwe de cîhekî taybet û fireh dide nivîskarekî kurd yê dîrokî. Hemû romana Yaşar Kemal ne li ser Feqiyê Teyran be jî, li ber çavê min wek romana Feqiyê Teyran xuya dike.
Yaşar Kemal di romaneke xwe de cîhekî taybet û fireh dide nivîskarekî kurd yê dîrokî. Hemû romana Yaşar Kemal ne li ser Feqiyê Teyran be jî, li ber çavê min wek romana Feqiyê Teyran xuya dike.
=KTML_Bold=YAŞAR KEMAL CIHEKÎ FIREH DIDE KURDÊN ÊZDÎ=KTML_End=
Yaşar Kemal wî wek ”Fakiyê Teyran” bi nav dike, carina jî di romanê de bi kurtî wek ”Fakî” derbas dibe. Paşê wî wek ”Dengbêjê Teyran” ji nû ve dinavîne. Dema ez di salên 1990yî de rastî wî hatim, wî gelek caran qala projeyên xwe dikir û digot ewê romaneke bi navê ”Mezopotamya û Botan” binivîse. Dema mirov vê romana wî ya ku paşê hatiye nivîsîn û ji çar cildan pêk tê dixwîne mirov dibîne ku Yaşar wê demê çi xwestiye bêje. Di cildê yekem yê vê romanê de jî Yaşar Kemal cîhekî fireh dide kurdên êzdî û komkujiyên hatine serê wan. Ez di nivîs û pirtûkeke xwe de jî bi kurtî li ser vê romanê û mijara Fekiqê Teyran disekinim.
Yaşar Kemal mijara Feqiyê Teyran ji devê lehengê romana xwe Uso vedibêje, ew dengbêj e, carina jî wî wek ”Dengbêj Uso” bi nav dike. Uso serpêhatiya Feqiyê Teyran bi rojan dibêje, naqede. Geh bi bilûrê geh bi gotinê 3 rojan distrê. Dema diqede hemû guhdar bi dilşa û bi kêfxweşî diçin malên xwe. Mirov dikare bêje ku dengbêjek jiyana dengbêjekî vedibêje. Di dawiya beşê de dema êdî Feqiyê Teyran ber mirinê ye, ji xwe re wekîlekî tayîn dike ji bo piştî mirinê cîhê wî bigre, navê vî dengbêjî jî Xelîlo ye. Belê hejmara dengbêjan di vê beşê de zêde dibin. Em dikarin nivîskarê romanê Yaşar Kemal jî wek vebêjekî ku destanan hez dike û diafrîne li van dengbêjan zêde bikin. Yaşar Kemal berî ku di beşa 8an de dest bi serpêhatiya Feqiyê Teyran bike, çend gotinên ku wecîzekê yan jî dişibin gotinên pêşiyan pêşkêşî xwendevan dike: Xwedê tu qewmekê ji dengbêjan bêpar nehêle“ (Allah hiçbir kavmi dengbêjsiz bırakmasın”. Ev gotin bi zimanekî din hebûna dengbêjan, giringî û rola wan di civatê de xweş nîşan didin.
Cara pêşîn mezinahiya dengbêjiya Feqiyê Teyran, mîrê Cizîra Botan keşf dike, gelek kêfa wî ji dengê Feqî re tê, mîr hertim li ber çoga wî ranabe, dibe heyranê wî, li gorî nivîskar kilama Feqî ya here kin heftekî dajo. Têkiliyên mîrê Cizîra Botan û Mîrê Miksê, dostaniya wan jî her berbi başbûnê ve diçe yan jî nivîskar Yaşar Kemal van têkiliyan pêşda dibe. Şêniyên Cizîrê wê zivistanê Feqî bernadin, dikin dengbêjê xwe.

Ew qala her tiştî dike, teyran, kulîlkan, hêşnayê, hemû reng, tam û lezeta wan: “Dengbêj hemû cîhan anîbû Cizîrê”. Li vir em rastî dîtinekê tên ku balkêş e: “Mirov bibûn mirovne dine, bi kêmanî dilşatir bûbûn” (r.335). Hemû şênî qala çivîkekê dikin ku dengê wê hatiye bîhistin, lê belê heta niha tu kesî ew nedîtiye. Tenê kesên ku dilê wan wek yên ewliyan pak bûne dengê wê bîhistine. Kesên ku ev çivîk dîtine jî gîhiştine mertebaya nemiriyê, bûne ewliya. Li Cizîrê yek ji wan kesên yekem ku xwestiye dengê vê çivîkê bibihê Feqiyê Teyran bûye. Ew derdikeve gereke dûr û dirêj cîhekî neçê namîne, herêmên dîrokî ku kurd li wan deran peyda bûne wek Cudî, Zagros û Şengalê digere, bi sedan mirov û çandan nas dike.
Feqiyê Teyran dîroka êzdîyan baş zanibû. Êzdî kurd bûn. Kurdîke gelek dewlemend dipeyivîn, destanên ku li ser komkujiyan hatibûn efirandin li hemû Mezopotamyê li ser zarên cihê belav dibûn” (r.341). Ew zilm û zordestiya ku kurdên êzdî li vê coxrafyayê dîtine bê hed û bê sînor e. Berê wisa nîn bûye. Nivîskar li vir derseke piçûk jî dide xwendevanan. Yaşar Kemal li vir diyar dike ku berê aşîtî, xweşî û aramî hebûye, paşê mirovên ku ji van nîmetan bêpar bûne, ev coxrafya wêran kirine:

“Di demên qedîm de mirovên li ser axa Mezopotamyê qet nizanbûne şer çi ye. Ji dema qedîm virda sîte, dewlet û gelên li vir bêî ku bizanibin şer çi ye, bêî ku şer dîtine li van deran di nav hebûn û bextewarîyê jîyana. Mirovên li dîyarên din dema ev dilşahî, dewlemendî û aşîtîhezî bîhistine, ser Mezopotamyê de meşiyane, kevir li ser kevir, qaf li ser bedenê nehîştine” (r.341).
=KTML_Bold=ÇI BAŞ BÛYE BI KÊMANÎ YAŞAR KEMAL Û FEQIYÊ TEYRAN RASTÎ HEV HATINE=KTML_End=
Nivîskar li vir dixwaze hin aliyên mirovahiyê yên bingehîn wek şer û aşîtiyê niqaş bike û hewl dide bi rêberiya vê ger û lêgerîna Feqiyê Teyran ji van pirsan re bersivekê bibîne. Xwedê aqil jî daye mirovan, lê belê dîsa him çê dike û him jî paşê xirab dike! Yan jî beşeke mirovahiyê bi destê xwe welatekî çê dike, paşê hewl dide bi kêfxweşî wê xirab dike û navê wê datîne serketin (zafer). Yaşar Kemal dema bersiva van pirsan tam nikare bide, tîne nasiya Feqiyê Teyran û Lokman Hekîm dide hev, bi vî awayî dixwaze pirsgirêkên mirovên bêgav re bibe alîkar û derman. Nivîskarê ku di warê fauna (cîhana heywanan) û flora (cîhana hêşnayan) vê coxrafyayê de xwedî gelek zanyarî û agahiyan e bandora xwe li ser vegotina vê romanê de jî nîşan dide. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku çi baş bûye bi kêmanî Yaşar Kemal û Feqiyê Teyran di vê rastî hev hatine! Divê em li vir diyar bikin ku herdu jî ji herêma Wanê ne, dîroka çanda vî bajarî bi kesayetiyên xwe yên biriqî dixemilînin. Paşê Feqiyê Teyran bêriya Miksê û malbata xwe dike, berê xwe dide wî alî. Demekê gotin tê li ser mijara wê “çivîka ku dengê wê mirova dibe cennetê”.
Dema hemû çivîk (çûk) teyr-tuyên herêmê dibihîsin wekî Feqiyê Teyran bedhal e, li ber mirinê ye, ew tavilê berê xwe didin Miksê, welatê Feqî. Bi hezaran, deh hezarn çivîkên cuda cuda ref bi ref, kom bi kom berbi ezmîn bilind dibin, ezmanê Miksê bi çivîkan ve tijî dibe. Hatine bi awayekî xatirê xwe ji vî ewliyayê xwe bixwazin. Demekê li jora ezmên wisa disekinin ji bo qedrê Feqî ango Feqiyê Teyran bigrin. Normal çivîk nasekinin û her difirin. Lê belê nivîskar di romanê de bi awayekî vegotinê ji vê “sekna hurmetê” peyda dike, wan dide sekinandin. Di vê teksta Feqiyê Teyran de bêgûman beşa here zêde mirov bi hewaskarî dixwîne, kela canê mirov bilind dike, ev seferbûna teyran e ku heta Miksê hatine ji bo ji Feqiyê xwe xatir bixwazin. Yaşar Kemal serpêhatiya vî mezinê kurd wiha diqedîne: “Ji avabûna cîhanê virda zimanê çivîkan yek Silêman zanibiye, yek jî Feqiyê Teyran”. Ev teksta Feqiyê Teyran ku Yaşar Kemal nivîsiye wek teksteke edebî dema ligel tekstên din yên di heman mijarê bên rûberîhev kirin, lêkoler dikarin xwe bighînin encamên balkêş. Ev beşa romana Yaşar Kemal di derbarê çanda Miksê û dîroka wê de jî çavkanîke edebî ya giring pêk tîne. Bi kurtî ev romana Yaşar Kemal di warê xebatên danberhev (muqaseyeyî) de dikare gelek kêrî lêkoleran bê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览9
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.gazeteduvar.com.tr
挂钩项目: 31
小组: 文章
Publication date: 04-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 文化
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( سارا ک 05-07-2024
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on11-07-2024
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):05-07-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览9
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1170 KB 05-07-2024 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,949
图片 105,774
书籍 19,704
相关文件 98,643
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!