图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,338
图片 106,145
书籍 19,755
相关文件 99,212
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,622

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,719

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,198

فارسی 
8,374

English 
7,161

Türkçe 
3,568

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (286): Dijatiyek li ser zarokekî û basmîşkirina malekê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (286): Dijatiyek li ser zarokekî û basmîşkirina...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (286): Dijatiyek li ser zarokekî û basmîşkirina...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (286): Dijatiyek li ser zarokekî û basmîşkirina malekê, yaxmekirina malmewadinine Malbata “Me’imo”, Turkirin/tetrîkirin û tundrewiya olî, dizîna alîkarine diravî.

Serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ji pêkanîna hemî binpêkirin û tewanan re amde ne, di bin parêzî û lêxwedîderketina Turkiyê û nixumandina siyasî ya Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ya rikber de; Û ta vekirina “dadgehên” taybet bi wan û danîna “dadwerên rewaker” ji bo êşandin û ziyangîhandina xelkê herêmê yên armanckirî bi navê “şoreş û olê”.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijatiyeke li ser zarokekî:
Li 01.05.2024an. Z, piştî ku ciwanekî ji anîndeyan bi navê “Elî Derwîş /15/sal” derbas hewşa dibistaneke seretayî li orta Bajaroka Reco bû, bi kêrê li serê zarokê Kurd “Mihemed Ferîd Mistefa /9/sal” ji xelkê Gundê “Çeqmaqa” – Navça Reco xist, û di encamê de zarok birîndar bû û ji bo dermankirinê bo nexweşxanakê hate şandin.
= Basmîşkirina malekê li Reco:
Li navîna şeva 26.04.2024an. Z, du dizên çekdar mala hemwelatiyê Kurd “Ebid El’hemîd Hacî /65/sal” li orta Bajaroka Reco basmîş kir, gefên kuştinê danê, û (tibabeke diravî, xilyewiya wî, cerak gazê yê malan, firaxin baqirî, tenekek zêtê zeytûna /16/ KG û tiştmiştên basta wî ya ku wî li bazara Reco li ser kar dikir) jê dizîn; Û “Asayêşê” jî giliyê wî yê ku li katên berbangê pêşkêş kiriye paşguh kir.
= “Feyleq El’şam” malmewdanin Malbata “Me’imo” zep dike:
Weke tê nasîn Milîseyên “Feyleq El’şam” girêdayî Rêxistina Birayên Misilman/Ixwan El’mislimîn li Sûriyê ne, û (“Munzêr Siras – Ebo Ûbade/serkêşê giştî û endamê Desteya Siyasî ya Hemahengiya Sûrî ya Rikber”, “Fedil Elah El’hecî – Ebo Yamên/serkêşêkî leşkerî yî giştî”, “Heysem Mehmûd Rehme ji serkêşên paşperdê/veşartî yên feyleqê û niha jî emîndarê giştî ya Hemahengiyê ye”, “Mihemed Nezîr El’hekîm jî yek ji kesên berz ên piş perdê di feyleqê de û endamê Desteya Siyasî ya Hemahengiyê”, û herweha jî di refê diwem de “Xeldûn Midewer/Ebo Cemîl – serkêşekî leşkerî û Selîl El’xalidî û El’ra’êd Hîşam El’humsî – berpirsiyarên Bajaroka Meydanekbezê û derdorê”) serkêşiya wan dikin. Û ew gund û bajarokin li (Navçên Reco û Bilbilê û Şera, Başûrê Navça Cindirêsê, Başûr Rojavayê Şêrewa) desteser dikin, û hepseke wan e bi dizî li Bajaroka Meydanekbezê – N. Reco heye û yeke din jî di avahiya “Tîmargeha Mirîşkan a Dilovamber Faroq Ezet Mistefa de li Gundê Îska – Şêrewa”, ewên ku revandî û girtiyên Kurd tê de îşkencekirin û şêweyên din ji danûstandinên sert dîtine, û li rex wê jî veşartina zorane ji sedan kes re bi riya wan hepsan.
– Mala/vêla “Siras”:
Ji çend salan ve “Munzêr Siras” dest danî ser dora hezar mitro çarkoşe ji erdekî çandiniyê nimre (2345) – Başûrê Bajarê Cindirêsê, yê zaro û neviyên Dilovanber “Ehmed Gulîn Me’imo“, û malek/vêlak ji xwe re tê de girt, bê ku buhayê êrd bide.
Weha jî niha “Fedil Elah Hecî” hewil dide ku hezar mitroyî din zep bike, û wî rabû erd dûz kir, da ku li ser ji xwe re malekê ava bike, û xwediyên êrd -ên ku rojane gef jê re tên- ne razî ne.
– Avakirina çadirgehekê/kampekê:
Li gor jêdereke taybet ji “Encûmena Xwecihî li Cindirêsê” (ye ku ji tirsa şopandina ewlehî re nexwest nasnama xwe aşkere bike), piştî erdheja /6/ê Reşmeha/Sibata sala borî Milîseyên “El’feyleq” dora /20/doniman ji erdê yê ku li jor hatiye zimên dûz kirin, ji bo avakirina kongehekê ji anîndeyên rizgarbûyî ji malên ku li Bajarê Cindirêsê hilweşandî re, lê li 11.02.2023an. Z Hemwelatí “Ebid El’rehman Ehmed Me’imo /70/sal û hevjîna wî Rehîme Bekrî /62/sal û kurê wan Ehmed” -xwediyên bingehîn ên wî erdî- nerazîbûna xwe li ser zepkirina êrd û piroseya avakirina çadirgehê nîşan dan, û ji ber wê ew rastî kêmrûmetkirinê û lêdaneke mekin ji aliyê bi dehan çekdaran ve hatin, ta ku “Mehmûd El’hefar – serokê Encûmena xwecihî yê berê li Cindirêsê” destêwerdan kir ji bo çareyekê ji bûyerê re bibîne da ku neyê cerisandin, û bi nivîskî soz da ku kongeh were valakirin piştî borandina salekê di ser dema ku tê de “Ehmed Ebid El’rehman Me’imo” -Weke şûngir ji weresên êrd re- di bin zext û gefê de erd ji bo avakirina navendeke niştecîniyê ye mirovahî (tenê mîna kongeheke demkî) baxşandiye, bi riya destnivîsekê li 14.03.2023an. Z û di dîwana encûmenê de tomarkirî.
Lê serokê encûmena xwecihî yê niha “Mihemed El’hesen” û “Feyleq El’şam” xwe ji ber berpirsiyartiyê didin yal û razî nabin çadirgehê vala bikin û radestî xwediyan bikin, hîn bi mebest jî riyeke nû ji çadirgehê re vedikin, da ku beşekî zêdetir ji êrd biqoprînin, bi ser lêvegera “Ehmed” ji hemî destlatên Xwecihî (Encûmen, Asayêşa Leşkerî, Asayêşa Sivîl, Dadgeh) re û dubarekirina daxwazên xwe.
– Destdanîna ser dîkanan:
Li dawiya sala 2021an. Z, “Ebid El’rehman Me’imo” û “Cemal Me’imo” du rêdank/ruxset (bi belgeyên sazûmanî) ji Encûmena Xwecihî wergirtin, ji bo avakirina du qatên zemînî (weke dîkanên bazirganiyê – Rojavayê Riya Tilsilorê) li ser erdê bi nimre/2346/ yê hevcîwar ji yê li jor hatiye zimên re, ji ber wê ew ji aliyê “El’feyleqê” ve hatin zext û gefkirin, û neçar bûn ku vêrgiyeke diravî dora /10/hezar Dolar bidin; Weha jî li vê dawiyê “Elfeyleqê” bi zorê û behaneyên têvel dest danî ser şeş dîkanan jê.
– “Komîta Meslekî -weke dagheke taybet- di Feyleq El’şam de”:
Di bin vî navî de û bi rêbertiya “Dadwerekî rewatî” li ba “El’feyleq”, li biryargeha wê li Gundê “Îska” yê ji Cindirêsê ve nêzîk, dadgehkirinên wêneyî ji doz û giliyên ku serkêş û endamên “El’feyleqê” di’afrînin re (destdanîna ser malmewdanan, girtinên bêsûcane…û yên bilî wan) têne kirin, û biryaran li gorî berjewandiyên wan derdixe, dûrî astên herî nizim ji dadgehkirinên dadmend re û ji derveyî çarçewa dadgerî û dadgehên ku Dagîrkeriya Turkiyê çêkirine re jî.
= Tundrewiya olî:
Weke berdewamî ji cîbicîkirina pirogramên tevgera olî ya tundrew û çalak re bi serpereştiya “Serokatiya Warên Olî yên Turkiyê” û “Sekna/Weqfa Diyanet a Turkî”, ya ku herêm ji dagîrkirina wê (Avdara 2018an. Z) ve dibîne, “Kargêriya Feteweyan li Efrînê – Selah El’dîn Kero” kevirê bingehîn ji bo avakirina mizgefteke nû bi navê “Mizgefta Hecî Emîn” li ser rûbereke /584/M2 danî, ji dêvla odeyeke -nimêjxaneyeke berê- girêdayî avahiya “Dibistana Rewatiyê” li orta Bajarê Efrînê, bi behaneya çûkaniya wê û ziyangihîştina wê ji ber erdhejê, û peredayîn jî ji “Komela Bangewaz ji bo alîkariyên Mirovî – Neda İnsani Yardım Derneği” ya Turkiyê; Bi beşdariya Waliyê Efrînê “Hesen Meşelî/Afrin Valisi Hasan MEŞELİ” – cîgirê Waliyê Hetayê, “Yûsêf Keser” – hevrêzê giştî ya serokatiya warên olî, “Mihemed Şêx Reşîd” – cîgirê serokê Encûmena Xwecihî li Efrînê û hin din.
= Gulîstanên/Rewdat “Gupikên Buhiştê/Cennet Tomurcuklari”:
Di bin vî navî nazik û giyanwerî de, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê (Serokatiya Warên Olî, Sekna Diyanet) bi riya “Kargêriya Fetwan li Efrînê” /21/gulîstan/rewde ji mendalên Sûrî re (4-6 sal) vekirin, ji bo hînkirina ziman û çanda Turkî -di siya siyaseta turkirina rêbazkirî de- bi taybetî û pêşkêşkirina hînkerên olî, û herweha jî vehojtina wan bi ser de; Û ew li ba berpirsiyarên Turk ciyê pûtûpêdaneke taybet in, nemaze jî ku li du rojan 01-02.05. 2024an. Z “Hesen Meşelî – Waliyê Efrînê û cîgirê Waliyê Hetayê” û hin din seredana hejmarek ji wan kirin, ji bo berçavkirina rêveçûn û karên wan.
= Binpêkirinine din:
– Ji heftakê ve, Komela “Tekaful El’şam” cara çaremîn ji alîkariyên nexteyî a mehane (65 Dolar ji her malbatekê re) li Bajaroka “Meydankê” belav kir, piştî seknandina du heyvan, bi sedema ku “Hesen Fetîm – serkêşekî Milîseyên Firqit El’mu’itesêm” bi riya nûnerê xwe deh Dolar ji her xistakê/parekê (dora /650/malbatî ji anîndeyan û Kurdên ku di çarçewa bandoriya wan de rûniştî – taxa Rojhilat a bajarokê) qut kirin, li dema belavkirina hersê carên silefîn, yanê dora/19500/ Dolar Emrîkî.
Rewşa tunebûna ewlehiyê û aramiyê, û herweha jî yaxmekirina malmewdanan û filtandina ji cezakirin û lêpirsînê li herêmê berdewam dikin, û di ber re jî pir alî çalakî û kedine ragîhandinî dikin da ku li ser rewşa pîs a heye bipeçinin.
05.05.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Serkêşên Milîseyên Feyleq El’şam “Munzêr Siras, Fedil Elah El’hecî, Heysem Rehme, Mihemed Nezîr El’hekîm, Xeldûn Midewer, Selîl El’xalidî”.
– Çadirgehek/kampek ji anîndeyan re, li ser beşekî dora /20/doniman ji erdê zaroyên Dilovanber “Ehmed Gulîn Me’imo” yê bi nimre/2345/hatiye avakirin.
– Sozdayîna nivîskî ya “Ehmed Ebid El’rehman Me’imo” ya ji bo erêkirina avakirina çadirgehekê li dirêjahiya salekê, û sozdayîna serokê encûmena xwecihî ji valakirina wê re, piştî borandina salekê – jêderek ji encûmena xwecihî.
– Danîna kevirê bingehîn a avakirina Mizgefta “Hecî Emîn” li orta Bajarê Efrînê.
– Seredana “Hesen Meşelî” – waliyê Efrînê ji hejmarek gulîstanên gupikên buhiştê/Rewdat Bera’êm El’cene re, li rojên 01-02.05.2024an. Z.
– “Hesen Fetîm” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” û berpirsiyarê Bajaroka Meydankê û deverên pêve girêdayî.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览9
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 08-07-2024
挂钩项目: 204
库尔德文件
日期与活动
Publication date: 05-05-2024 (0 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-07-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-07-2024
此产品最近更新( سارا ک ):19-07-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览9
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,338
图片 106,145
书籍 19,755
相关文件 99,212
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,622

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,719

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,198

فارسی 
8,374

English 
7,161

Türkçe 
3,568

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!