=KTML_Bold=Rêzan Tovjîn=KTML_End= (Jidayikbûn 1978, Dêrika Çiyayê Mazî) Nivîskar, bernamenûs, wergêr. Di 1993'an de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Di gelek rojname û kovaran de rojnamegerî, edîtorî, nivîskarî û gerînendetî kiriye. Di salên rojnamegeriyê de hatiye girtin û yek ji wan kesan e ku di temenê zaroktiyê de gelek salan girtî maye.
=KTML_Bold=Xebat=KTML_End=
Di 2004'an de bi beşdariya 11 nivîskaran dest bi xebata Kovara W kir. Di avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de cih girt. Demek kin serokatiya vê komeleyê jî kiriye. Di avakirina Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (Karger) de cih girt. Di 2005'an de yekemîn Kovara komputergerî bi navê Kovara Pckurd derxist û piştre bi navê Bername NET kovarek derxist. Tovjîn heta dawiya sala 2006'an seroktiya komeleyê kir.
=KTML_Bold=Xebatên IT, Nivîsbarî û Bernamenûsî=KTML_End=
Wî geroka Opera û Avant Browser, scriptên wekî PostNuke, Mambo, Joomla, Php-Fusion, Squirrel Mail û bernameyên wekî anti-spyware a Winpooch û Ad-aware, PSPad, FTP'ê FileZilla cara yekem di navbera salên 2004-2006'an de wergerand kurdî. Di wergera Abiword Ubuntu û OpenOffice de gelek salan kar kir. Ji bo zimanê kurdî li Facebookê were zêdekirin kampanya da destpêkirin û piştî hate pejirandin jî wergera wê pêk anî.
Wî heta îro gelek bernameyên tîcarî yên pirzimanî (kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî) afirandine. Hin ji van bi navê New-C, Karger, Baro CMS, BİYS, BBYS, Otopas A di bazarê de ne. Ev pergalên webê (scrîpt) ku hemû bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî hatine afirandin ji aliyê gelek sazî û dezgeyên fermî û civakî ve tên bikaranîn.[1]