Navê pirtûkê: Şerefname : dîroka Kurdistanê
Navê nivîskar: Şerefxanê Bedlîsî
Navê wergêr: Elişêr
Wergera ji ziman: Farsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Mersin
Navê çapxaneyê: Azad
Sala çapê: 2014
Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat ûmîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddîn, di sala 1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de
qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya Şah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û ji aliyê Şah Tehmasb ve di rêza şah û sultan de hat girtin û qedrekî mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê zayînî de Mîr Şeref Xan çêbû.
Mîr Şeref Xan, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên Şah û serayê re perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî balkêş jî dersa neqaşî û wênekêşiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beşdar bû. Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û bûyerên malbat û mîrekiyên kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û agahdariyên derbarê wan de dike. Pişt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paşa, ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piştî vê vegerê, dest bi nivîsandina Şerefnameyê dike û di sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Şerefnameyê temam dike.[1]
Կարդալ գիրքը: Şerefname : dîroka Kurdistanê
Ընդհանուր ստանալ:
476 անգամ
Մենք Խնդրում բոլոր գրողների, թարգմանիչների եւ հրատարակիչների տեղեկացնել մեզ, եթե նրանք չեն համաձայնության են իրենց գրքերը ներբեռնել Kurdipedia սերվերում.
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը
բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 2,263 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!