Kerem Gerdenzerî
Bîyografî
Kerem Tahar Gerdenzerî ku yek ji hostayê yekem ê muzîka popa kurdî ye, di sala 1952an de li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê hatiye dinyayê. Di temenekî biçûk de çû dibistana bass-gîtarê.
Gerdenzerî di sala 1974’an de bi muzîka rock’ê re di sala 1976’an de bi hevalekî xwe re koma “Wetan” ava dike. Gotinên koma xwe nivîsand.
Wetanê ku navê xwe , di festîvalêke ku, li Gurcistanê beşdar bibû eşkere kir, di sala 1979'an de qeyda Bayê Payîzê derxist. Dema koma Wetan di sala 1991ê de belav bû, Kerem T. Gerdenzerî koçî Moskovayê bû.
Di sala 1998'an de yekem albûma xwe ya solo Azadî derxist. Di sala 2001 de albûma Hawar derxist. Gerdenzerî paşê albûmên “Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001) û “Sitranên hilbijartî ji albûmên Kerem T. Gerdenzerî” (2002) derxist.
Kerem Tahar Gerdenzerî ku bavê 5 zarokan e, hê jî li Moskova paytexta Rûsyayê dijî.[1]
Albûmên wî û Koma wetan.
Rojbaş Amed
Veger
Azadi
Hewar