Deham Ebdulfettah (jdb. 1942 li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê), mamoste û zimannasekî kurd e.
Deham Ebdulfettah di 1942an de li Amûdê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesîçeyê qedandiye. Pişt re li Zanîngeha Helebê, beşa ziman û wêjeya erebî bi dawî kiriye. Nêzîkî 25 salan wek mamosteyê ziman û wêjeya erebî karmendî kiriye[1].
Di 1988an de dest bi nivîsîna bi kurdî kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.
Berhemên wî:
1.Peyvînek bi kurdekî re, (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)
2.Li ber dergehên Laleş, (helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)
3.Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, (rexne), Şam (1992)
4.Hindek aloziyên zimanê kurdî, (lêkolîn), Şam (1993)
5.Di muzîka helbestên kurdî de (têbînî û bersiv), bi erebî, Şam (1995)
6.Rênivîsa zimanê kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)
7.Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Enstîtuya Kurdî ya Amedê (2006)
8.Nav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
9.Cînav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
10.Kar (lêker) di zimanê kurdî de, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, çapa yekem (2011); Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.
11.Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)
12.Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê kurdî (kurmancî), Lîs (2018)