Şêxmûs Ozzengîn
Hebûna kurdan li Ewrûpayê bi mîlyonan têt hesibandin. Ev jî derdixe holê ku ev girsê li seranserê Ewrûpa bêt organîze kirin, dikare pir tiştan bike, bandorek mezin li ser sîyaseta Ewrûpa bike. Lê #dîyaspora Kurdan# ji xetek milî û rexistinî bêpar e.
Gelo dîyaspora Kurdan li Ewrûpayê di çi halî de ye?
Ev pirs li gor hinan; “Dîyaspora Kurd hatîye honandin, navendên vê honandinê hene û pirsgirêka temsîla kurdan hatîye çareser kirin!” Hinek ji xwedîyên van sazîyên ku qaşo hatine avakirin, îda dikin ku “hene, çalak in û bi şêweyek rasteqîn girseya Dîyaspora Kurd a Ewrûyayê temsil dikin!”(!) Lê rastî ne ev e.
Rastî ew e ku Dîyaspora Kurdan li Ewrûpayê ne bi rêk û pêk kirî ye. Ji hev cûda, di destê bezirganên sîyasî de, perçe perçe, li gor daxwaz û berjewendîyên şexsan, grûban têt bikar anîn. Ev çend sal e, hewlên, tenê bi sembolên netewî bi hev re avakirina navendeke #Kurdistan#î tên dan. Lê hinek bezirganên sîyaseta Kurd û berjewendîperest, pêşî li vê girtine û her xwe davên pêş û nahêlin sazîyek xurt, jîrek û bi rêk û pêk ji dîyaspora Kurd re derkeve holê. Xwe davên pêş û pêşî li kar û xebatên di cîh de digirin. Gavek rast, bi destê dehan kesan û rêxistinan pêşî lê têt girtin.
Diyaspora Kurdan li Ewrûpayê dikare girseya xwe ji bona piştgirîya herçar perçên Kurdistanê organîze bike, an na?
Pirsgirêk ewe ku li dîyaspora Kurd a Ewrûpa bê sazî ye. Girseya ku bê sazî be, nikare bibe civatek bi bandor. Ev rastîyek e. Mînak: Ev nêzî 50 rojî ye li #Rojhilatê Kurdistanê# serhnildanek girseyî berdewam e. Bi sedan kes hatine qetilkirin, birîndarkirin û zîndankirin. Dîyaspora Kurdan li Ewrûpayê nikare Komîteyek birêvebir, ku çalakîyên piştgirîya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê bihone ava bike. Çalakî perçe perçe û di warekî bêbandor de dimeşe. Bi çalakvanên Faris, Belûcî, Azerî û netewên din yên Îran re birêzgerî têkilîyek nehatîye ava kirin.
Di çalakîyên Referandûma Başûrê Kurdistanê de komîteyek birêvebir a taybet, ji terefê serokatîya Kurdistanê de hat avakirin û fînanse kirin û ev girse organîze kir. Li gor banga wan, li seranserê Ewrûpayê çalakîyên bi dehhezaran organîze bûn. Di vê demê de derket ber me ku girseya Kurd a dîyaspora çiqa birçîyê sazî û birêxistinkirinê ye. Mixabin ew Komîte belav bû û nebû pêşeng ji avakirina rêxistinek xurt a dîyaspora Kurd re. Piştî wê me hewl da ku navendek cidî, ku bi gelemperî girsê û enerjîya Kurdên dîyasporayê temsîl bike û organîze bike, bigihîne astek navendî. Mixabin, bi sedan tilîyên nîyetxerab dirêjî vê xebatê bûn. Xwestin ji bona armancên xwe bikar bînin. Teng girtin û bûn asteng ji karekî hêja re. Îro berpirsîyarê vê kaosê ew kes in.
Îro dîyaspora Kurdan li Ewrûpayê perçe perçe ye û nikare xwestin û divêtîyên xwe bîne cîh. Di destê canbaz û bezirganên sîyasî de tarûmar e. Federasyon, komel û sazîyên ku hene, çi dikin, çiqa girsê temsîl dikin û çi eleqeya wan bi pirsgirêkên Kurdên dîyaspora re heye? Ev dîyare! Hinekan ji xwe re mal, komel, federasyon û navend ava kirine. Her yek ji wan deh, panzdeh kes li dora xwe kom kirine, ticareta xwe dikin û car caran jî derdikevin pêş, ku bi hewlên sexte bêjin “va em hene”(!)
Ew qayîş û berberîya ku berê di navbera partî û rêxistinên kurdan de hebûn, îro bi bandorek xerab didome. Ketîye warekî berjewendîperestîyê. Yên ji xwe re kon avakirine, naxwazin ku ev kon di bin baskekî de bên honandin.
Bi qetilkirina #Jîna Emînî# re li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li henber dîktatorîya Îslamîst a Îranê çalakîyên girseyî destpê kir. Ev nêzî 50 rojî ye, bê rawest ev çalakî didomin. Mirov tên kuştin, tên revandin û tên wendakirin. Tehdîdek mezin li ser kurdan heye. Dîktatorîya Îslamîst a Îranê hêzên BASÎC daxistîye kolanên bajar û bajarokên Kurdistanê. Rojê bi hejmarek mezin kuştî û birîndar hene.
Daxwaz ew bû ku em li Ewrûpayê piştgirîyê bidin çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Derket holê ku Kurd sazîyek wan ku bi hewlek navendî dîyaspora organîze bike tineye. Çalakî û hewl teng man. Ala ku Jîna Emînî bilind kiribû, bi navê Mahsa Emînî ket destê farisan. Farisan, li pir welatan, di çalakîyan de xwestin ku pêşî li şîar û sembolên kurdan bigirin. Berî berdanek derket ber me ku “em piştgirîya farisan dikin”(!) Lê di eslê xwe de serkêşên van çalakîyan li Rojhilatê Kurdistanê Kurd bûn. Kurdan destpê kir û li gor daxwaza Navenda Hevkarîya partîyên Rohilatê Kurdistanê hat organîze kirin. Kurdan li dîyasporayê organîzeyek bi vî rengî li Ewrûpayê ava nekir, ku çalakîyên Ewrûpayê organîze bike. Kurdên Bakur, Roava û Başûrê Kurdistanê piştgirîyek Kurdistanî nedan çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê. Bi gelemperî bêorganîze kirî, beşdarbûn şexsî ma û farisan bandorek mezin li ser çalakîyan çêkirin. Ew navend û federasyonên ku digotin, em hene jî tenê nikaribûn xwe bi xwe organîze bikin.
Herî dawî çalakîya li Berlînê (22.10.2022) bû. Bi dehhezaran mirov beşdar bibûn. Ji xeynî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hejmarek pir hindik ya Bakurê Kurdistanê di nav de hebû.
Ji Faris, Azerî, Belûcî, Ereb bigire heta Elmanan girseyek balkêş, di bin ala Şahê Îranê de meşîya. Ji ber mezinbûna girseyê, alayên Kurdistanê hebo hebo ma. Mesaj mezin bû, lê di vê mesajê de Kurd pir piçûk xuya dikirin.
Hin pirsa rêxistinî, hin pirsa piştgirîya herçar perçên Kurdistanê û temsîlîya kurdan li dîyaspora Ewrûpayê carek din derket ber me. Divê bi lez navendek piştgirîyê bêt avakirin ku çalakîyên seranserê Ewrûpayê organîze bike.
Divê em jibîr nekin, hilweşandina dîktatorîya Îslamîstên Îranê, hin ji bona pêşeroja Kurdistanê û hin ji bona herêmê pir girîng e. Zrdestîya ku Îranê li ser Kurdistanê û herêmê çêkirîye têt şikênandin û Kurd nefesek kûr û dirêj digirin.
Meşaleya ku keça Kurd Jîna Emînî vêxist û rê ji hemû netewên Îran re vekir, divê ev meşale bêxwedî nemîne.
Riataza[1]