Nivîskar û helbestvan Lazgîn Dêrûnî
Di sala 1964an de, li gundê Dêrûna Qulinga yê bi ser herêma #Tirbespiyê# ve ji dayîk bûye. Di sala 1991ê de, li zanîngiha Şamê, beşê bîrkariyê (Matêmatîk) bidest xistiye. Bîst salan karê mamostetiyê li dibistanên herêmê heta sala 2014an kiriye. Paşê tevlî malbata xwe koçî Ewropa bûye li welatê Swîsra dijî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
1-Dîwan1: Bi navê (Derd û derman), helbestên kurdî yên kilasîk in. Sala 2017an, hatiye çapkirin.
Pirtûkên wî yên destnivîs ev in:
1-Dîwan2: Bi navê (Awazên jiyanê) helbastên kurdî yên kilasîk in.
Gelek Gotarên bi zimanê kurdî û Erebî li ser rewşa Roavayê kurdistanê di malperên kurdî de belav kirine.[1]