Li Fransayê “Muzeya Albert Kahn” bi arşîveke nû derdikeve pêşberê xelkê. Di arşîva muzeyê de wêneyên bi reng yên ku destpêka sedsala 20’an hatine girtin, hene. Muze bi vê yekê berê xelkê dide rabihuriyê û dixwaze kesên li van wêneyan dinihêrin, li wê heyamê bifikirin û lê bihizirin. Ji lewre di arşîvê de derbarê hin welat û çanda wan de wêne û vîdeoyên balkêş hene. Muze bi projeya “The Archives of the Planet” ku hewl dide arşîvên kevn dijîtalîze bike, 70 hezar wêneyên kevn ên bi reng, bi qelîteyên baş derdixe pêşberî bîneran. Di nav van wêne û dîmenan de gelek jî li Kurdistanê hatine girtin. Li bajarên #Kirmaşah#, #Mûsil# û #Zaxo#yê gelek wêne û vîdeo hatine girtin. Her wiha dîmenên #Êzîdi#yên li Mor Yaqubê jî hatine girtin.
$12 wênegirên li dinyayê digerin$
Bankavanê Fransî, Albert Kahn sala 1908’an xwest mirovahiyê û her wiha civakên li dinyayê bi riya wêneyan bide nasîn. Wî ji bo vê yekê jî foneke mezin veqetand û gelek pere xerc kirin. Albert Kahn ji bo vê projeya xwe bibe serî, 12 wênegirên profesyonel wezîfedarkirin û ev 12 wênegir li dinyayê belav bûn. Ji bo vê projeyê wênegir li gelek welatan geriyan. Projeya Albert Kahn sala 1931’ê bi dawî bû. Ji ber ku rewşa borsayê ne baş bû Kahn jî sala 1929’an îflas kir. Wênegiran di nava van salan de gelek wêne girtin û li dinyayê bûn şahidên gelek bûyerên cihê. Helbet li gel girtina wêneyan, wênegiran têra xwe dîmen jî girtibûn. Koleksiyona ku van wênegiran ava kiribû, berfireh bû. Ji sala 1990’î heta îro Muzeya Albert Kahn koleksiyonê bi awayekî online nîşanê xelkê dida, lê ji ber malpera wan kevn bû û qelîteya wênayan jî ne baş bûn bala xelkê nedikişandin ser xwe.
$Arşîveke xurt û 70 hezar wêne$
Lê piştî xebatên dûr û dirêj niha Muzeya Albert Kahn malpera xwe nû kir û belgeyên ku wênegir girtibûn bi qelîteyeke baş ji nû ve derxist hemberî xelkê. Muzeyê arşîva xwe ji sedî 80’ê ji xelkê re vekiriye û xelk dikare bi awayekî online xwe bigihîne van wênayan yan jî belgeyên din yên ku di nava wan salan de hatine girtin. Yanî 70 hezar wêneyên di navbera salên 1908 û 1931’ê de hatine girtin, li ser malperê belav kirine. Lê zimanê malpera ku arşîv tê de hatiye bicih kirin, tenê Fransî ye, ev yek dike ku xelk zehmetiyê bibînin. Lê bi riya Google Translate, ev yek jî tê çareserkirin û xelk dikare bi rehetî ji çavkaniyê sûdê werbigire.
$Kurd bi cilûbergên xwe Kurdistan jî bi rengê xwe$
Dema min berê xwe da arşîva muzeyê, wêneyên ku li Kurdistanê hatine girtin bivênevê bala min kişandin ser xwe. Wêne û dîmenên li Kurdistanê hatine girtin derbarê çand û jiyana wî zemanî de gelek tiştan berbiçav dikin. Wêne û dîmenên Kurdistanê di sala 1927’an de hatine girtin. Li bin wêneyekî nivîsandine “#Jinên Kurd# ên ciwan” her wiha li bin wêneyekî jî nivîsandine “Kalemêrekî Kurd”, di her du wêneyan de jî Kurd bi cilûbergên xwe li pêş in û pirr lihevhatî ne. Li gel van wêneyan, wêneyên Çemê Dîcle û Zaxo jî balkêş in. Çend gundên ku ji wan re gotine gundên “Mar Yakoub” jî balkêş in. Yanî beşeke xurt a arşîvê jî li Iraqê hatiye girtin, li hin cihan yekser navê Kurdistanê bi kar anîne û li hin cihan jî Mezopotamya hatiye gotin. Li ser wêneyên “Mar Yakoub” Iraq hatiye nivîsandin, lê Manastira Mar Yaqûb li Nisêbînê ye û li Torê jî dêra bi heman navî heye. Wekî din bi heman navê manastirek li devera Qelemûn a Libnanê û deşta Nînovayê jî yanî li Başûrê Kurdistanê çend dibistanên bi heman navî hene. Em ji ber cil û bergan dikarin wiha texmîn bikin ku ev mirov ne dûrî Dihokê, lê li aliyê deşta ber bi Mûsilê ve ne. [1]