$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Têkoşer Garzan
Nav paşnav: Mûhammed Koyûmcû
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Azîze-Raûf
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Têkoşer li Êlihê li nava malbateke koçer ji dayik bû. Hevrêyê me têkoşer ku li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çîrokên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû. Bi destanên lehengiyê yên lê guhdarî dikir, roj bi roj bêhtir bû heyranê gerîla û timî dixwest rojekê bibe gerîla. Bi ciwantiyê re rastiya dijmin baştir fêhm kir, gihîşt wê baweriyê ku xeteriya qirkirinê ya li ser gelê me tenê bi têkoşîna gerîla dikare ji holê bê rakirin. Her çend ji aliyê hestewarî ve bi gerîla re dilsoz bû, ji ber şert û mercên ku gelê me tê de ye, bi tercîheke têgihiştî sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.
Li nava refên gerîla jî herî zêde kete bin bandora jiyana li çiyê û têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me. Weke milîtanekî jêhatî yê Apoyî ji her alî ve tevlî nava partiyê bû. Tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qada Garzanê wergirt û perwerdeya gerîlatiya bingehîn li vir qedand. Bi perwerdeya bingehîn a li Bakurê Kurdistanê tecrûbeya bi salan a gerîlatiyê wergirt. Piştre jî sala 2015'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û heta sala 2018'an li vê qadê kar kir. Li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû û tecrûbeya xwe ya leşkerî bi vî rengî di pratîkê de ceriband. Hevrêyê me Têkoşer xwe li gorî rê ûr êbazên serdema nû perwerde kir. Piştî her çalakiyê, kêmasiyên rû dan bi rengekî rast nirxand û her carê jî tecrûbeyeke nû bi dest xist. Hevrêyê me Têkoşer tecrûbeya xwe ya li qada şer bi hevrêyên xwe re jî parve kir û ev yek ji xwe kiribû wezîfeyeke bingehîn. Demekê li akademiyên leşkerî perwerde da, ji bo hevrêyên wî bibin milîtanên pêşeng ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve perwerde kir. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Heftanînê, vê carê derbasî Heftanînê bû, li vê derê bi erka fermandarê pêşeng tevgeriya. Li herêma Heftanînê jî gelek caran weke fermandarê baskê êrişê tevlî çalakiyan bû, pêşengî ji çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hate xistin. Piştre sala 2020'î bi israr û kelecaneke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû û têkoşîna xwe li vê qadê dewam kir. Hevrêyê me Têkoşer ku ne xerîbê pratîka Bakurê Kurdistanê bû, di demeke kurt de bû xwedî pratîkeke serketî û bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Bi dilsoziya bi hevrêyên xwe û berpirsyariya hêjayî wan bibe, bi dilnizmî her tim xwe kêm didît û bû yek ji mînakên şênber ên ked, wêrekî û jiyana bi durustî.[1]