#Ezȋzȇ Gerdenzerȋ#
Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Sala 1945an li bajarȇ Tbȋlȋsȇ( komara Gurcistanȇ) ez di malbeteke ji civaka ȇzȋdȋȇn peneber de, hatime dinȇ. Malbeta me beriya 200 salȋ, bi mecbȗrȋ, dev ji warȇ kal ȗ bavan berdidin, ji parȇzgeha Wanȇ derdikevin ȗ berȇ xwe didin Welatȇ Ȗris. Malbeta me li Ermenistanȇ, di gundȇ Cercerȋsȇ, li ber kavlȇ ziyareta beriya 2500 salȋ avakirȋ, cȋh ȗ war dibin. Salȇn 1930ȋ, dema tȇrorȋzma Stalȋn dijberȋ gundiyȇn feqȋr, malbeta me cȋhguhastȋ Tbȋlȋsȇ dibe. Sala 1941ȇ bavȇ min bi daxwaza xwe(çimkȋ gor qirara Stalȋn, lawȇn civakȇn kȇmhejmar nedişandin pȇşeniya şer) dikeve li nav Şerȇ Cȋhanȇ ya Duem. Ew pir mȇdal ȗ ordȇna ve tȇ xelat kirin. Ew piştȋ salekȋ şer kirinȇ xeter birȋndar dibe ȗ piştȋ rewşa wȋ piçekȋ baş dibe, wȋ paşde dişȋnin malȇ. Sala 1848an, piştȋ temamkirina xwendina xwe ya pedagogiyȇ, bavȇ min Ȋskoyȇ Semo li tev malbetȇ dizvire Ermenistanȇ. Ew çil salȋ zȇdetir mamosta ȇ dȋrokȇ bȗye. Dayka min, Kaza Arşak, deh zarok anȋbȗ dinȇ, mezin kiriribȗ, lema ew bi xelata stȇrka zȇrȋn hatibȗ xelat kirin. Em hevt bira bȗn ȗ sȇ xwȋşkȇn me hebȗn. Nixurȋ, zara here mezin, ez bȗm.
Min sala 1962an dibistana navendȋ ya gundȇ Elegezȇ temam kir.
Sala 1970ȋ min Ȗniversiteta Bijȋşkiyȇ ya Yȇrevanȇ xelas kir ȗ li bajarȇ Çȋmkȇntȇ de (Komara Qazaxistanȇ) wek xȋrȗrg – emelȋkar derbasȋ li ser xebatȇ bȗm.
Min tȇza zaniyariye ya doktoriyȇ li Alma – Ataȇ, sala 1978an parast ȗ hema wȇ salȇ Atestasiyona Here Bilind ya Moskvȇ navȇ doktorȇ zaniyariyȇ pȇşkȇşȋ min kir. Wek bijȋşk min 36 salan xizmeta gelȇn Yekȋtiya Sovyȇt ȗ yȇn Europȇ kir.
Wek xizmetkarȇ zimanȇ kurdȋ, literatura kurdȋ, çanda kurdȋ, min salȇn 1960an dest bi karȇ xwe kir. Min destpȇkȇn de helbest ȗ gotar dinivȋsȋ, kȋjan rojnama kurdȋ Rya Teze ȗ rojnama bi zimanȇ ermenȋ Apaga Bijȋşkȇ de dihatin çap kirin. Paşȇ min dest bi nivȋsara sarpȇhatiya, novȇla, romana kir. Hetanȋ niha pȇnc romanȇn min hatina çap kirin.
Bi kurtayȋ: Ezȋzȇ Gerdenzerȋ beriya her tiştȋ xizmetkarȇ zimanȇ kurdȋ, literatura kurdȋ, çanda kurdȋ ye, paşȇ wek bijȋşk xizmeta gel kiriye..[1]