Nivîskar Serdar Keleş
Serdar Keleş, di 08 -03 -1971 ê li gundê Bakirwan ê li devera herima Aliyan li Bakurê Çil Axa ji dayîk bûye. Bakirwan gundekî gelekî xweş e hemî av û dar û kehnî ne û lidora wê hemî bexçe û girik û zevîn e. Xwendina xwe ya seretayî li gund bi domahî kir. Paşê li bajarê #Qamişlo# bi cî bû û xwendina xwe ta bekaloriya li wir bidawî kir û sala 1990î li bajarê Dêrezorê xwendina kolêja Tendirustî Baskê Tirêjê xwend. Di wê salê de ew û pênc hevalê xwe ji xwendinê bi tawana karê konevanî hatin dûrkirin. lê piştî du salan careka dî ew hatin vegerandin û xwendina xwe bi dawî kir. Ji wê demê ve ta 2015an li Nexweşxana Qamişlo ya niştimanî digel hevjîna xwe bi hev re kar dikirin. Çar zarokê wî hene: (Saman- Ariya-Hêlîn- Hêwa).
Ji piçûkaniya xwe de, ji tembûr û çêkirina wêneyan hez dikir. Gelek taployên wî hene yê Zeytiyan bi nivîsoka resas yan kûmirî (Fehim). Lê helbest û stran pirtir bala wî dikişand. Di sala 1986an de, dest bi nivisandina helbestê kiriye. Naveroka helbestên wî evînî, civakî û neteweyî ne.
Di sala 1988an de, romanek bi zimanê kurdî ya bi navê (Rêç) nivîsand. Du dîwanên helbestê hene. Di kovarên kurdî de helbest û gotarên xwe belav dike. Pirtûkek binavê (غابت عني الشمس) sala 1996an, bi Zimanê Erebî nivîsandiye.
Ew endamê Saziya Fêrkirin û Parastina #Zimanê Kurdî# bû ya ku sala 2006an hatibû damezirandin. Gelek simînar di warê ziman û dîrok û çanda kurdî de û kursê fêrkirina zimanê kurdî di malan de lidar dixistin. Gelek xelek li ser kurtejiyana navdêrên kurd çêkirine, ew jî wek pirtûkekê amade ye.
Di vî warî de, ew dibêje: Mixabin min piştgirî, guhdan û derfet nedît ku nivîsandinên min ronahiyê bibînin û berhemên min bên çapkirin. lê niha derfet çê dibe ku hin kes hene li rewşenbîr û nivîskaran xwedî derdikevin wek nivîskarê hêja mamoste Dilawerê Zengî ku nivîskaran li hev kom dike û roniyê dide li ser wan rûpelên wendayî ji kurtejiyana nivîskarên Rojavayê Kurdistanê û bi xelkê dide naskirin. Silav û rêz bo keda we mamoste Dilawerê Zengî, silav bo hemî kesên ku bi zimanê Dayikê, zimanê bav û kalan dinivisînin.[1]