$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çekdar Sefkan
Nav û paşnav: Cîhan Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Cemîle - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çekdar li Wanê di nava malbatek ku eslê xwe ji Bedlîsê ye, hatiye dinê. Hevrêyê me Çekdar di nava civakek polîtîk û welatparêz de mezin bûye û ji zaroktiya xwe ve partiya me PKK nas kiriye. Ji Tevger û têkoşîna gerîla hez kiriye. Hevrê me Çekdar mîna her ciwanek ku di jiyana azad û bi rûmet de israr dike, gumanên esas kirine. Hevrêyê me rewşa welat û gelê me ku rû bi rûyê dagirkeriyê ye, ferq kiriye. Polîtîkayên mêtingeran ên bişaftin û tunekirinê, di wî de bûye sedemê bertekên mezin. Li metropolên Tirkiyeyê zoriyên jiyana bi nasnameya Kurdî, veguherandiye hêrsek mezin. Gumanên hevrêyê me Çekdar ên bi sîstemê re, ew ber bi lêgerînekê ve biriye. Lêgerîn û rêbazên têkoşînê di nava Partiya me PKK’ê de dît û ji bo afirandina kesayeta wî bûye faktorek bingehîn. Hevrêyê me Çekdar li lêkolîn û xwendinên xwe dewam kiriye û bi xebatên ciwantiyê re zanebûnek diyar bi dest xistiye. Hevrêyê me Çekdar bala xwe daye ser pirsên ‘Çi Were Kirin, Çawa Bijîn û Ji ku derê Destpê Bikin’ û girîngiya têkoşîna bi çalak ferq kiriye. Weke her Kurdekî ku di bûyîna xwe de israr dike û li pey azadiyê ye, rû bi rûyê zext û destgîrkirinan maye. Hevrêyê me Çekdar fêm kiriye ku di nava sîstemê de li dijî dagirkeran têkoşîn zehmet e û bêyî têkoşîna çekdarî azadî nayê bidestxistin. Hevrêyê me Çekdar li dijî hemû rêbazên jiyana lîberal a sîstemê, berê xwe daye çiyayan ku gerîla lê wate dibîne. Ji bo xwe ji qirêjiyên sîstemê hemûyê paqij bike û ji bo pêşerojeke azad bi armanc û îdîaya pêkanîna erkên xwe, sala 2016’an tevlî nav refên gerîla dibe.
Hevrêyê me Çekdar li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyên bingehîn dibîne û girêdana azadiyê ya bi civakê re hîn baştir fêm kiriye. Zaniye ku heta ku civake azad nebe, kes azad nabe. Hewl daye ku paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’ê fêm bike û bixe nav jiyana xwe. Xwe ji gotina ‘Xwe Zanîn’ çareser kiriye û li ser rêya heqîqetê ku Rêber Apo xêz kiriye, bi gavên bi bawer meşiyaye. Sekneke dirûst, dilsoz, kedkar û fedakar li ser xeta Zîlanê weke mîlîtanek fedayî yê Rêbar Apo raber kiriye. Hevrêyê me Çekdar bûye pratîkek ku ji xwe zêdetir doza gelê xwe difikire. Hevrêyê me Çekdar xwe li gorî şert û mercên herî zehmet amade kir. Şehadeta ya zû em hevrêyên wî xemgîn kir û ji bo pêkanîna bîranîn û armancên wî hêze manewî daye me. Hevrêyê me Çekdar li ser şopa fermandarê mezin ê pêşeng Egîd û bi sedan şehîdên nemir meşiyaye, bû heqîqet û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de nivîsandiye. Hevrêyê me Çekdar jî ku yek ji şehîdên li ser şopa Rêber Apo destanên lehengiyê nivîsandiye ye, bûye lehengek ku kevneşopiya ‘Berxwedan Jiyan e’ didomîne.” [1]