Nav û Paşnav: Mistefa Seîd Ebdo
Dîroka Jidayikbûnê: 1976
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
=KTML_Bold=Kurtejiyan:=KTML_End=
Nivîskarê Kurd Mistefa Seîd Ebdo ku bi xwe eslê xwe ji bajarê Efrînê ye, vêga li Holendayê dijî û xemxurê gelek warên lêkolînî û bîdozî ye. Di sala 1976'an de li bajarê Demlya ya ser bi navçeya Efrînê ji dayîk bûye.
Ji berhemên wî ku heta niha hatine weşandin:
- Dîroka ereban ya hemdem û nû, çavkaniyeke ji xwendekran re.
- Kurd di ferheng û pirtûkên erebî de, xwendinek di kovara Hecelname de hatiye belavkirin.
- Ekrad Esyad Bîle Ciyad, romanek ji weşanên Erebî ya zanistî, li Beyrûtê bi hevbeşiya weşanên Ixtîlaf, Cezayêr, 2006.
- Destpêk û dawî di hezkirinê de, dîwana helbestê ji weşanên Kîfah, 2006, çapa duyem
- Sulasiyê, Xel El-Sebar, Nazêh E'n Sema El-Riyad, bi hevbeşiya pirtûkxaneya Medbolî ya Qahîrayê di sala 2007'an de hate weşandin.
Pirtûkên ku hîna ji weşanê re amade ne.
- El-Zalêmûn, komek çîrokên ji sê beşan pêk tên ew ê ji nav weşanên Kîfah der biçe.
- Pirtûka ji weşanê re qedexe, komek çîrok û gotar.
- Mêrê firotina efsaneyan, branşa têrkirina mirovî.
- Şêx Reşîd, çîrok, jînameya Waliyê Neqşbendî ya sergirtî ku ew ê ji bîrdanka wî li çand û wêjeyê zêde bibe.
Her wiha gelek xwendin û lêkoşînên wî tevî gelek çîrokên zarokan, şano û hinek xebatên televizyonê li benda weşanê ne. Jê zêdetir gelek sînaryoyên taybet bi kurtefilman. Nivîskarê kurd Mistefa Seîd Ebdo di van waran xwedî zanîn û lêkolînerike xurt ku gelek berhemên hêja û bijarte pêşkêş kirine. Zanyarî û kurteya li ber destê min ya li ser nivîskar ev e.
Çavkanî: Malpera Tîrêj Efrîn.
Wergera ji zimanê Erebî
[1]