Nav: Tengezar
Nasnav: Tengezarê Marînî
Navê Bav: Marîn
Dîroka jidayîkbûnê: #04-09-1959#
Cihê jidayîkbûnê: Tirbespiyê
$Jîname:$
Tengezarê Marînî, nivîskariyê di warê û helbestê de, bi zimanê kurdî dike. Di 04-09-1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (Komunikasyon, relation, rewanbêjî , Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Di gel Prof.Dr. Hartmut Griese, li zanîngeha Hannoverê û Duhokê kar kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Şarezayî di zimanên kurdî (Kurmancî-Soranî), erebî, engilîzî, Elmanî û Suryanî de heye. Di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de, li cih û welatên cuda de dinivîse
$Pirtûk ên çapkirî (Kurdî):$
1. Kilît, helbest, sala 1992/ Beyrût.
2. Çirûska Xewneke Bazdayî, helbest/ 1993 şam.
3. Evîna Leylan û Mijê, helbest 1998/ Hannover.
4. Şevnema şînê, helbest, 2001/ Hannover.
5. Nesrîna Qedexe ji bêcirriya te 2005/ Amed.
6. Kalo: Bêdengî nepara te ye(1 Helbest e) 2006/ Hannover.
7. Helbest ên rengîn, amadekirin û werger ji Elmanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006/ Duhok.
8. Pantelonê Şeytanî, Îtalo Kalvîno, ji Elmanî, 2008/ Duhok.
9. Zanista Rexneyî di navbera Tiyorî û Praktîkê de, Rexne, 2014/Duhok.
10. Çend berhevok ên tendurustiyê, mîna sîstema Tendurustiyê li Elmaniya, Memografî û penceşêra singê û Trauma (Xemnakî) û Derûnnasî.
$werger:$
1. Helbestên rengîn Erich Fried weşanxaneya êkîtiya
nivîserên kurd Duhok 2006
2. Pentelonê şeytan Îtalo Kalvîno weşanxana kovara Sivore
ya zarokan
3. 6 Belavok û pirtûkên li ser sîstema Tendurstiyê, li
Elmaniya ji bo navenda nojdariyê ya regezan 2010, 2011,
2012 .
$Pirtûk ên bi elmanî:$
1. Der Baum der Freiheit (Dara Azadiyê) Dokumentation, 1998/Hannover.
2. Funken des Nebel = Tîrêj ên Mijê, helbest, 2000/1 2002/2/ Hannover.
3. Was hast du gesagt= Te çi got, helbest, 2010/ Hannover
$Kar û Xebat$
Di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de Berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover/ Elmaniya. Berpirsê komîta kurdên Hannover, navenda rewşebîrî û ragihandinê. Berpirsê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Elmaniya.
[1]