=KTML_Bold=Kurdistan a Sor=KTML_End=
Komara Kurdistana Sor li ser nexşe dikeve, Bakurê Rojhilatê wê nexşeyê û bi perçeyê pêncem ê Kurdistana mezin tê hejmarkirin. Kurdistana Sor bibû xala ku Herêma Qerebaxê û Ermenistan ji hev du cuda dikirin
Li gor belgenameyên dîrokî Kurdên Kafkasyayê dikevine navbera her du rûbarên Kûr an Kûraû Rûbarê Eresê (Araz)ê ew şêniyên resen ê wê navçeyê ne û ne koçber in. yek ji wan dîroknasên ku lêkolînek derbarê Kurdên Kafkasyayê di sedsaliya 7-10ê de kiriye Arşak Poladiyen e. Ew îsbat dike ku Kurdên Kafkasyayê şêniyên resen ên wê erdnîgariyê ne. Dîroknasên Rûsî, Fransî û Yûnanî jî îsbat kirine ku dîroka nîştecêbûna Kurdan li Kafkasyayê vedigere bo 6 hezar salan berî niha, ew herêm heta sala 1827an jî di destê Kurdan de bûye û mîrên wan hebûne. Herweha heta sala 1813ê ku peymana Gulistanê di navbera Rûsya û Îranê de hate îmzekirin, ew navçe yek ji wan herêman bû ku Îranê daye Rûsyayê.
Di nava Kurdên ku li Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê dijiyan tenê Kurdên Azerbaycanê piştî şoreşa cotmeha 1917an a Rûsyayê yekîneyeke îdarî bi nave Uyezdî Kurdistan wate Herêma Kurdistan bi rêberatiya Gucî Qacî Off di sala 1923an de avakirin ku piştre weke Kurdistana Sor hate naskirin.
Li Kurdistana Sor xwendin û Nivîsîn bi bi alfabeya Kirîlîk bû, heta wê dema ku ew herêm hate hilweşandin, lê xwendina bi tîpên Latînî ji sala 1932ê heta çend salan berdewam bû.
Biryara damezirandina Kurdistana sor destpêkê di 7ê Hezîran a sala 1923an ji aliyê Komîteya diyarkirina sînorê Qerebaxa otonom û Kurdistanê bi wî awayî hat ragihandin:
1 - Kurdistana otonom were damezrandin
2 - Piştî ku sînorên Qerebax a Çiyayî ya otonom hatin diyakirin, divê navend û sînorê Kurdistanê jî were diyarkirin.
Di roja 16ê Hezîranê de komîteya navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê bi îmzeya sekreterê wê partiyê Sergey Kyrov biryara damezrandina Kurdistana Sor ragihand.
Sor sembol û nîşaneya Sovyetê bû, sor wateya Artêşeke bihêz bû, her ji ber wê Kurdistana Sor wateya Kurdistana Sovyetê bû.
Li gor daneyan sala 1925an ev yekîneya etnî- îdarî ji şeş herêm û 330 gundan pêk hatiye ku hemû şêniyên wê di nava 63 encûmenên gundan de hatibûn komkirin.
Li gor yekemîn serjimêriya giştî ya şêniyên komarên Sovyetê di sala 1926an de hejmara şêniyên wê yekîneya îdarî 51 hezar û 200 kes bûn wate Kurd %773.1 ya şêniyan û Azeriyan jî %26.3 û Ermenî jî 256kes bûn ku dibe %0.5 a şêniyan.
Weke mînak li Îdareyên Qereqişlaq %99.7 û li Kelbecar %99.8 , li Quturlî %99.9 li Kurd Hacî %98.6 û li Muradxanê jî %98.2 a hemû şêniyan Kurd bûn. Tenê li Qubadlî rêjeya şêniyên Azerî %98.9 bû û piştî wan Ermenî bûn ku rêjeya wan tenê %1 bû û Kurd lê nebûn. Lêkolînvan dibêjin ku Qubadlî bi mebest xistin ser Uyezdî Kurdistan ku hejmara şêniyên Kurdan li nevçeyê %100 bikin %73 û kêm bikin.
Komara Kurdistana Sor li ser nexşê de dikeve, Bakurê Rojhilatê wê nexşeyê û bi perçeyê pêncem ê Kurdistana mezin tê hejmarkirin. Kurdistana Sor bibû xala ku Herêma Qerebaxê û Ermenistan ji hev du cuda dikirin.
Ji aliyê desthilata bilind a Sovyetê li Moskowê biryara avakirina Kurdistana Sor hatibû dan pêwîst bû were cîbicîkirin. Bi nerîna darêjerên vê hizrê pêwîst bû ew yekîne bibe navendek giring bo belavkirina hizra Bolşevîkiyan di nava Kurdên li derveyî Sovyetê de.
Herweha dixwestin bi damezirandina herêma Kurdistana Sor, Kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ku wê demê Iraq û Sûriye di bin destê Brîtanya de bûn han bidin ku bibin alîgirên Sovyetê û li dijî wan welatan serhildanê bikin.
Lê bihêzbûna peywendiyên Sovyet û Kemalîstan li Tirkiyê, piştre jî peywendiyên dostanî li gel Îrana serdema Reza Şah pehlewî, bûne sedem ku Moskowa ji biryara xwe û vê siyasetê sar bibe û bendewariyên wê ji Kurdistana Sor kêm bibin.
Ew derfeteke zêrîn bû ku karbidestên Azerbaycanê li pey wê bûn heta rê nedin ku herêmek bi nave Kurdistan li ser wê erdê were avakirin.
Saziyên fermî yên Kurdistanê li bajarê Şûşê li derveyî sînorên Kurdistanê bûn, bi behaneya wê yekê ku li paytexta Kurdistanê Laçîn berê gundek hebû bi nave Evdalyar, ti avahî û bînayeka guncaw têde nebû ku bi kêrî wê yekê bê saziyên Hikûmetê têde bicîh bibin
Herweha li Azerbaycanê rê nedidan ku Kurd biçin li derve bixwînin, ev siyaseta Azerbaycanê bû sedem ku her sal Kurdên şêniyên Kurdistana Sor koç bikin û biçine navçeyên sovyetê û welatên din û her sal ku derbas dibû hejmara Kurdan kêm dibû û Azerî zêde dibûn.
Di dawiyê de karbidestên Azerî sûd ji biryareke Moskowê ya derbarê ji nû ve rêkxistina yekîneyên îdarî wergirtin û navê Kurdistanê li ser nexşeya Azerbaycanê rakirin.
Sala 1930an desthilatdarên partî û dewletê li Moskowê ew biryar pejirandin.
Piştî wê siyaseta bi Azerîkirina Kurdan destpê kir, ya ku hêsankariyeke zêdetir bo vê biryarê kir ev bû ku ola Kurd û Azeriyan yek bû, herweha beşek ji Kurdan her ji dema damezirandina Uyezî Kurdistanê de bibûn Azerî ziman, li ser astê civakî jî bi ser çend eşîran de dabeş bibûn ku karê Azeriyan gelek hêsan û sanayî bibû.
Di salên 1937-1938an de beşek ji Kurdan bi zorê ji Azerbaycan û Ermenistanê bo Qezaxistan, Uzbekistan û Kirgîzistanê hatin veguhestin (Surgunkirin). Sala 1944an jî careke din bi zorê ji Gurcistanê bo Kazaxistan û Uzbekistanê hatin veguhestin.
Piştî sala 1929ê û rûxana Herêma Kurdistana Sor, heta wê dema ku Sovyet hilweşiya, siyasetvan û rewşenbîrên Kurd hevdîtin bi gelek ji serkirde û desthilatdarên partiya komunîst kirin û daxwaz kirin ku careke din herêma Kurdistana Sor were damezirandin, lê mixabin hewlên wan bê encam bûn.
Piştî hilweşîna Sovyetê û bi taybet piştî şerên Azerbaycan û Ermenistanê li ser komara Nagorne – Qerebax, Kurdên Kafkasiya ketine ber pêla nasyonalîstî ya Ermenî, Azerî û Gurciyan û di nav komarên berê yên Sovyet, Ewrupa, Amerîka û Australia de belav bûn.
Piştî hilweşîna Sovyetê û di dema şerê Azerbaycan û Ermenistanê li ser Qerebaxê de ku wê demê 20 hezar Kurd li Ermenistanê hebûn, roja 15 Gulana 1992ê partiya Xelq Cebhesî li Azerbaycanê hate ser deshilatê û biryar dan ku bê şer ji Herêma Laçînê derkevin. Dema ku wan dest ji Laçînê berda siyasetvan û rewşenbîrên Kurd berê xwe dane Laçînê û destpêkê di 9 Hezîranê de Tevgera Azadiya Kurdistanê damezirandin û di 10ê heman mehê de herêma Kurdistana Sor bi rêberatiya Wekîl Mistefayev avakirin, ku endamên wê rêveberatiyê 19 kes bûn, ew herêma ku Laçîn paytexta wê bû ji çend bajarên weke Kelbecar, Gubedlî,Cebrayîl û Zengîle pêk hatibû.
Piştre daxwaz ji Kurdan hate kirin ku vegerin welatê xwe, lê mixabin nakokî di navbera Endamên Komeleya Yekbûnê de peyda bû, ku wê demê ew komele yek ji saziyên herî bihêz a Kurdan bû. Nakokî li ser wê yekê bû ku beşek ji endamên komeleya yekbûnê digotin eger Azerbaycan otonomiyê bide me emê razî bin lê eger Ermenistan bide me em razî nabin.
Eger heye ku ew endamên Komeleya yekbûnê Kurdên Misilman bin ne ku Êzdî. Mebesta wan jî ew be ku Azerî Misilman in û baweriya me bi wan tê û bi Ermeniyan nayê. Di ware mezhebî Kurdên Azerbaycanê Misilmanên Şîe ne, lê Kurdên Ermenistan û Gurcistanê ji bilî beşeke kêm ku Sunnî bûn, ên din tevde Kurdên Êzdî bûn.
Herweha Mistefayevdi vê mijarê de dibêje ku dijayetî kirina PKKê li gel damezirandina Kurdistana Sor û wergirtina çek û pereyan ji Azerbaycanê sedemeke din a têkçûna Kurdistana sor e. Tevî ku Ermenistan amade bû wê Herêmê damezirîne, mixabin ji ber wan nakokiyan û ne vegeriyana Kurdan bo welatê xwe, ew derfeta zêrîn ji dest derket û hemû hewlên Wekîl Mistefayev û hevalên wî bê encam man.
Çavkanî
Kurdên Azerbaycana Sovyetê: Serbora jinavbirina kêmîneyeke netewî – Dr.Cebar Qadir
Pirtûka Kurdistana Sor nivîsîna Harûn Yilmaz, Ismet Şerîf Wanlî, Danyel Muler
Hevpeyvîneke malpera Rûdawê li gel Wekîl Mistefayev
Belgefîla Rûdawê derbarê Kurdistana Sor
Wîkîpediya
[1]