Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,985
Նկարներ 106,356
Գրքեր 19,330
Կից փաստաթղթեր 97,306
Տեսանյութ 1,399
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Konferansa Lozanê, Kurd û Kurdistan
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê

Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Konferansa #Lozan# ê, Kurd û Kurdistan
#Îsmaîl Beşîkçî#

Tirk konferansa Lozanê weke tapoya Tirkiyê dibînin, lê konferansa Lozanê ji bo kurdan koletî anî. Ji bo gelên Asûrî û Siryanî jî rewş bi heman awayî ye.
Konferansa Lozanê bo Kurd û Tirkan ne wek hev tê şîrovekirin.
Tirk konferansa Lozanê weke tapoya Tirkiyê dibînin, lê konferansa Lozanê ji bo kurdan koletî anî. Ji bo gelên Asûrî û Siryanî jî rewş bi heman awayî ye.
Ev peywendî dikarin bi wî awayî bêne şîrovekirin,
Ji naverasta sala 1922an pê ve, dewletên rojavayî û di ser hemûyan de jî Brîtanya ku serkeftiyên şerê yekem bûn, ku bi temamî dest ji hikûmeta Osmaniyan berdan, piştî kongreyên Erzerom û Sêwasê bi lezûbez TBMM (Meclîsa Gelê Mezin a Tirkiyê) ku li Enqereyê desthilat girtibû destê xwe vexwendin Lozanê. Kurdên ku du salan berî wê û di sala 1920an de nûnerê wan li Sevr ê beşdar bûn nehatin vexwendin. Di meha Nîsanê ya sala 1920an de yek ji sedemên herî mezin ên avakirina vê meclîsê, ev bû ku mehekê berî wê Îngilîzan nûnerên meclîsa herî dawiyê ya Osmaniyan belavkiribûn û meclîs hilweşandibûn, nûnerên ku ji vê cuda bibûn tevlî TBMMê bûn.
Wê demê cografiya Kurdan ku herî zêde Kurd lê dijîiyan û di bin desthilata Împratorya Osmaniyan de bû, sînorên wê li Başûr heta Silêmaniyê, ji Bakur heta Qefqasan ji Rojava heta Rojavayê rûbarê Firatê û ji Rojhilat heta beravên gola Wanê dirêj dibû. Ev erdnîgarî ne kêmî wê erdnîgariyê bû ku Tirk têde piranî bûn, nifûsa wan jî her bi qasî ya Tirkan bû.
Vê demê piştî ku navê Tirkiyê li ser BMMê hate zêdekirin êdî navê wê bû TBMM. Heta dema konferansa Lozanê li derveyî hikûmeta TBMMê ti hikûmeteke din nebû û tenê hikûmeta meclîsê hebû. Li Lozanê tevahiya navçeya Anatolya, Ermenîstan û Beşeke mezin a Kurdistanê li ser vê meclîsê hate tapokirin piştî sê mehan di cotmehan 1923an de dewleta Tirkiyê hate avakirin. Her çiqas li ser navê wê gotina Komarê jî hate zêdekirin lê ji bo Kurdan çi statûyek nehate diyarkirin.weke sedem di nav vê nivîsê de em ê du maddeyan behs bikin.
Pirsgirêka Sereke çî ye?
Pirsgirêka sereke ya Kurd/Kurdistan, parçekirin û parvekirina Kurdan û Kurdistanê ye. piştî şerê yekem ê cîhanê ev qonax û pêvajoya herî giring e li rojhilata navîn û Mezopotamya bakur çêbe. Li her perçeyekê li hember Kurdan û Kurdistanê siyaseta tine kirina Kurd û Kurdistanê li ser erdê û di dil, ziman û mejiyê Kurdan de hatibû meşandin. Weke mînak ev siyaseteke ku li Tirkiyê bi biryardarî û bi berdewamî tê meşandin. Eger ew yek di hin qonaxan de lawaz jî bibe lê weke mînak di serdema desthilata tak partiyê de bê çi tawîzekê (Berdêlekê) berdewam kir.
Piştî şerê yekem ê cîhanê Ereb jî hatibûn perçekirin, lê Ereb bi awayekê hatibûn perçekirin ku dewletên cuda avakirin. îro ji Kendava Besra heta Farsê, tevî Erebên Filistînê 22 dewletên Ereban hene. Ji ber wê naverok û armanca perçekirina Ereb û Kurdan cuda ye
Rêkeftina Sykes-Picot
Di nîsana 1916an de di navbera hêzên wê demê yên empiryalîst, Birîtanyaya Mezin û Fransayê de rêkeftineke veşartî bi navê Sykes-Picot hate kirin. Piştre Qeyser ê Rûsya jî tevlî vê rêkeftinê bû. ev rêkeftina veşartî di şoreşa cotmeha 1917an de ji aliyê Trotsky ve hate eşkerekirin. Piştre Bolşevîkan xwe ji vê rêkeftina veşartî vekişand. Tevî wê yekê Înglîz û Fransayê piştî şerê yekem ê cîhanê kar kirin ku ew rêkeftina veşartî were cîbicîkirin. Navçeya Bakurê Mezopotamya ya di bin destê împratorya osmaniyan de û erdên wan ên li Rojhilata Navîn wate (Erda Kurdistanê) di navbera Brîtanya mezin û Fransayê de hatin parvekirin.
Her yek ji Iraq, Urdin, Filistîn bûn para Brîtanyayê û rêveberiyên manda (Întîdab an jî Qeyûm) hatin avakirin, herweha her yek ji Sûriye û Libnan jî ketin bin destê Fransayê û rêveberiyên qeyûm li wan welatan jî hatin avakirin, em dikarin wan rêveberiyan weke kolonî jî binav bikin.,
Bi nerîna min pirsa herî giring û sereke ku em dikarin li vir bikin ew e ku Çima Kurdistan nehatiye damezirandin?
Tevî ku wê demê li Başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûd Berzincî ji Îngilîzan re dibêje: Ez Şahê Kurdistanê me, min weke Şahê Kurdistanê qebûl bikin. hêzên empiryalîst jî ne tenê Kurdistaneke serbixwe, lê heta Kurdistaneke koloniyalî jî ava nekirin.
Kurd û Kurdistan bi hevkarî û hevahengî û yekxistina hêzên di navbera Hêzên Empryalîzim, Brîtanyaya Mezin û Fransa û du dewletên qedîm ên Rojhilata Navîn, Tirk, Ereb û Farsan de hatin parçekirina û parvekirin. Di vê qonaxê de nabe ku em lawazî û şaştiyên Kurdan jî berçav negrin. Di mijara kertkirin, perçe perçe kirin û dabeşkirinê de divê em wan peywendiyan jî berçav bigrin. Ji bo cîbicîkirina rêkeftina Sykes-Picot di navbera Brîtanya û Fransayê de çend hevdîtin hatin kirin. Di civîna destpêkê de wisa bû ku navçeyên Barzan û Behdînan tevî Sûriyê bidin Fransayê. Ew perçekirin û dabeşkirin di pêvajoyeke taybet re derbas dibe, destpêkê bi awayê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hatiye dabeşkirin, piştre başûr di navxwe de jî hatiye perçekirin û dabeşkirin. Lê weke li serê jî me behis kir, tevahiya Başûr kete bin desthilata Brîtanya ya Mezin de.
Ev qonaxa girêdayî Kurd û Kurdistanê, ji plan heta cîbicîkirinê di qonaxekê de ye ku her netewe(milletek) hewil dide ku xwe îsbat bike û hebûna xwe biparêze û bixe meriyetê. Û mafê wan tê parastin
Divê em bizanin ku li Yekîtiya Sovyetê Lenin, Stalin, Trotsky û, li Amerîka jî serok Wilsoon, bergirî li wê yekê dikirin ku netewe bixwe dikarin çarenivîsa xwe diyar bikin. lê di vê qonaxê de ti caran Sovyet li gel Kurdan nebû. herdem piştevaniya siyaseta wan kesan kiriye ku Kurd û Kurdistan kertkirin, perçe kirine û dabeşkirine. Ew tê wateya ku her ji destpêkê ve ew awayê ku netewe mafê xwe pê diyar dikin, di bingeha xwe de seqet e. di bingeha pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de ev qonax heye. Bi rêkeftinekê, kete bin parastina rêkeftinnameyek navdewletî de. Ev qonaxa dijî kurdan di serdema komeleya gelan de bûye.
Neheqiya herî mezin ji aliyê komeleya Gelan ve li Kurd û Kurdistanê hate kirin. Ji wê demê û pê ve li hin caran li navçeyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yên Kurdisanê serhildan hebûye. Tevahiya wan bi hevkarî û hevahengiya di navbera dewletên navçeyê û alîkariya siyasî, leşkerî û aborî ya dewletên empryalîst bo wan dewletên navçeyê ku me behsa wan kir hatine tepeserkirin. Komeleya Gelan piştî şerê yekem ê cîhanê ji bo avakirin û bihêzkirina aştiya navnetewî hatibû avakirin. Komeleya Gelan nekarî wê yekê bike û rê li ber derketina şerê duyem ê cîhanê bigre. Lê hewlên avakirina aştiya navdewletî di dema şerê duyem ê cîhanê de jî berdewam bû. Di encama wan hewlan de di sala 1945an de Komeleya Netewên Yekgirtî hate avakirin.
Piştî avakirina Komeleya Netewên Yekgirtî li rûyê cîhanê de gelek guhertin hatin kirin. Lê ti guhertinek di rewşa Kurd û Kurdistanê de nehate kirin. Rewşa kertkirin, Perçekirin û dabeşkirina Kurd û Kurdistanê weke xwe berdewam kir. Em dikarin nedana Statûyê bi Kurdan di nava du maddeyên sereke ên li xwarê de binirxînin.
1-Nêrîna şaş a ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, Meclîsa Tirk û Kurdan e
Her kes li Lozanê kete bin bandora belavkirina vê nerîna şaş de ku hikûmeta BMM, Hikûmeta hevpar a Kurd û Tirkan e
Ev tiştên li xwarê bûne sedema wê têgihêştina şaş.
a-) Îsmet Inonû tevî ku weke nûnerê sereke yên TBMMê tevlî konferansê bû eger bi esla xwe Kurd be jî lê çi peywendiya wî li gel Kurdan nebû lê dîsan weke şêwirmend hate şandin.
Şandiyê Amedê Zulfû Tigrel, mirovê taybet û hevkarê Ittihatçî û Kemalîstan bû, dema ku di konferansê de mafê axaftina wî hat got ez nexweş im û li hotelê derneket û mafê xwe yê axaftinê dabû İsmet Înonû.
b-) Ew peyama ku ji Kurdistanê ve bo konferansê hatibû şandin û gotibû Em li gel Tirkane piraniya wan ji aliyê waliyan ve hatibû amadekirin û şandin.
Wê demê di dawiya 1922an de weşana ti rêkxistineke Kurd nebû ku nûneratiya Kurdan dikir.
Du–sê salan berî wê saziyên weke Komeleya Pêşxistina Kurdistanê û kovara Komeleya Jîn wê dema ku Îngilîz li Stenbolê desthilatdar bûn hatibûn girtin û qedexekirin.
c-) Tevî belavkirina têgihêştina şaş a ku TBMM meclîsa hevbeş a Tirk û Kurdane û birin çend kesên Kurd weke nûnerên Kurdan bo meclîsê, lê dîsan rewşenbîrên Kurd bi taybet nûnerên Cemiyeta Tealiya Kurd ku hatibû girtin dizanîn ku ew tenê xapandine lê ewqas derfet û îmkan li ber destê wan nebû ku dengê xwe bigihînin cîhanê, herweha piraniya wan ji ber metirsiya ku li ser jiyana wan û canê wan hebû bi neçarî reviyabûn cihên din û xwe veşartibûn.
d-) yek ji sedemên din ên bingehîn ên wê rewşê jî helwêsta şaş a welatên rojavayî li ser mijara Ermeniyanê bû di navbera salên 1878 heta-1923an de ango 45 salan berdewam kir.
Di dema navbera Sevr û Lozanê de ji Derya Spî heta Derya Reş projeya Ermenistan a Mezin di rojevê de bû ku Bakurê Kurdistanê wate (Wîlayatî Sitte) (Şeş Wîlayet) li xwe digirtin.
Wilayatî Sitte yan şeş welayetên ku behsa wan hate kirin her yek jî Erzerom, Sêwas, Memuretûlezîz an Xerpêt, Amed, Bedlîs û Wanê li xwe digre. Gelek tişt hatin kirin ku digotin wê Kurdistan bibe Ermenîstan, ji ber wê, nabe em jibîr bikin ku Kurdên Musilman li şûna ku bi Ermeniyên Kirîstiyan re tev bigerin, li gel Turkmanên Musilman tev geriyane.
2- Hevdîtinên du alî yên Îngilîz û Kemalîstan
Di destpêkê de di asteke mezin de hevdîtin di navbera nûnerê Brîtanya Mezin (Îngilîzan) ê li konferansa Lozanê Curzon û endamê sereke yê şanda hikûmeta TBMM Îsmet Înonû de hatiye kirin.
Eger rewşa Kurdan raste rast nehatibe gotûbêjkirin jî lê dema ku behsa wilayeta Musil û mafê kêmîneyan hatiye kirin behsa mafê Kurdan hatiye kirin lê Tirkan dirûşma xapînok a Tirk û Kurd bi hev re ne û weke hev in û yek in bikaranîne.
Îsmet Înonû li Lozanê herdem behsa yekîtiya Tirk û Kurdan kiriye.
Herdem li hember gotinên Lord Curzon ên derbarê Kurdan de wisa axiviye. Lê dema ku hê du sal derbas nebûne û di sala 1925an de û di dema şoreşa Şêx Seîd de tê gotin ku her kesê li Tirkiyê dijî Tirk e û tenê Tirk dikarin daxwaza mafê xwe ye etnîkî bikin. Weke tê zanîn konferansa ku di 11 cotmeha 1922an de destpê kir di 4ê sibata 1923an de bidawî hat û şanda Tirkiyê vegeriya Enqerê. Piştî wê di 17 sibata 1923an de kongreya aborî ya Izmîrê hate sazkirin, Kapîtalîzim ango sermayedarî hate qebûlkirin û gelek îmtiyaz dane hêzên biyanî.
Di yekê nîsana 1923an de meclîsa yekem ku hîn demokrat bû hat hilweşandin û hilbijartina meclîsa duyem destpê kir ku deng bide Lozanê. Konferansa ku di 23 Nîsana 1923an de careke din hate sazkirin di 24ê tîrmeha 1923an de bi rêkeftinê bi dawî bû. Rêkeftin ji aliyên endamên meclîsa duyemîn ku ji aliyê Mistefa Kemal ve hatibû danîn hate pejirandin. Derbarê hevdîtinên ku di nava wan sê mehan (23 nîsana 1923 heya- 24 tîrmeha 1923)an de hatine kirin pir kêm zanyarî dane raya giştî. Herweha derbarê hevdîtinên ku di (4êSibata 1923ê heta 23 Nîsana 1923) di navbera Tirk û Îngilîzan de hatine kirin çi zanyariyeke me tine. Pirsa sereke ew e Îngilîz û Tirkên ku heta duh dujmin bûn û li hev nedikirin, herweha Înonû û Curzon ku bi tundî bersiva hev didan çawa li hev kirin?. Zelale ku ev rêkeftin destpêkê li ser rewşa Kurdan û Mijara Mûsilê (Ku bo demekê paşxistin), li ser bîrên petrolê bû. Çima xala ku di rêkeftina Sevr de dibêje ku eger rewş guncaw be statûya Kurdan tê avakirin, çima di rêkeftina Lozanê de ji hole hate rakirin.
Derbarê vê mijarê de em dikarin bêjin: Wê demê Iraq ji sê wîlayetên Musil, Bexda û Besrayê pêk dihat.
Musilê, Herêma niha ya Kurdistanê, Hewlêr, Silêmanî, Duhok tevî kerkûkê ji Şingalê heta Xaneqînê ew navçeyên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin jî li xwe digirt
Brîtanyaya mezin dixwest Musilê bixe ser Iraqê ku nû ava kiribû, ji ber ku di sala 1908ê de li Kerkûkê petrol hatibû dîtin û petrol ji bo pîşesaziya Brîtanya maddeyeke xam a pir giring bû.
Mistefa Kemal jî digot ku bavên me 400 salan ev navçe birêve birine, ev der ya me ye, yên Tirkiyê ne û dijî plana Brîtanyayê derdiket
Di vê mijarê de di navbera Mistefa Kemal û Îngilîzan de krîzeke siyasî, dîplomasî derket. Lê di dawiya sala 1923an de ev kirîza siyasî dîplomasî hate çareserkirin.
Dibe ku Mistefa Kemal ji Brîtanya mezin re wisa gotibe: Em ê xwe ji Mûsilê vekişînin lê nabe hûn bersiva ti daxwaziyeke Kurdan a derbarê xweserî û rêvebirinê de bidin.
Ev xal giringe Weke mînak Brîtanya Mezin, ji Botswana heta Ghana, ji Hindistanê heta Kenyayê Bi avakirina rêveberiyên xweser hemû koloniyên xwe birêvebirine.
Di wî warî de rêveberina koloniyên Îngilîzan ji rêvebirina koloniyên Fransayê cuda ye.
Take navçeya ku Brîtanyayê rêveberiya xweser têde ava nekiriye Kurdistan e. bi nerîna min ew jî weke bersivdana daxwazên Mistefa Kemal e.
Rêvebiriya navçeya Kurdistana Iraqê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê
Di sala 2003ê de Amerîka destwerdana serbazî li Iraqê kir, di encama wê destwerdanê de sala 2005ê li Iraqê destûreke nû hate nivîsandin. Li gor destûra sala 2005ê ya Iraqê Herêma Kurdistana Iraqê hat avakirin. Tekez Herêma Kurdistana Iraqê statûyeke. Lê ev rêveberî têrê nake ku nûnerên Kurdan li saziyên navdewletî yên weke Netewên Yekgirtî û Konferansa Îslamî de hebin. Di wan saziyan de tenê dewletên nûneratiyê dikin ji nêzîk ve tên naskirin. Ji ber wê pêwîste ew sazî bibe dewlet, ji bo ku bibe dewlet jî hemû şert û merc guncaw in. Bi rêya giştpiriyê raya zêdeyî %90 a xelkê bidest xistiye.
*
Dema ku di nava Kurdan de behsa dewletê tê kirin, di nava hin Kurdan de nerînek pêş dikeve ku dibêjin dewlet nebaş e pêdiviya Kurdan bi dewletê nine.
Ev nerîn ne ya Kurdan e ew nerîna Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye yan nerîna aliyekê ye ku dixwaze kurdan herdem weke kole bihêle.
Dema ku dewlet vê nerîna xwe bi Kurdan dide gotin, ew ne ji bo Kurdan, ew bo wan dewletan serkeftin û qazanc e.
Eger dewleta we nebe hun nabin xwediyê çi tiştekî, çi îradeyeke siyasî û çi saziyekê. Heta hûn nikarin muzeyekê jî ava bikin, heta hûn nikarin goristanên xwe jî çêkin.
Divê bizanin ku li Başûrê Kurdistanê, Kurdan, ev sazî û taybetmendî tenê di dema hikûmeta herêma Kurdistanê de wate dema ku xwe birêve dibin de bidest xistine.
Encam û Daxwazî
Sed sal berê, di 1923an de bi îmzekirina rêkeftinnameya Lozanê neheqî û zilmeke dîrokê li hember Kurdan hate kirin û bûne yek ji gelê herî mezin ên bê dewlet ên cîhanê
Kurdistan perçe bû û bûye koloniyeke di navbera dewletan de, tevî ku qerebûkirina wê yekê ne mumkine lê di roja me de, civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî neçarin ku tiştekê bo Kurdan bikin.
Bakurê Kurdistanê ku di bin destê Tirkiyê de ye, Rojhilatê Kurdistanê ku di bin destê Îranê de ye, Rojavayê Kurdistanê ku di bin destê Sûriyê de ye Kurdên Qefqasê ku di bin destê Azerbaycan û Ermenistanê de ne xwediyê çi mafekî netewî nînin.
Weke tê zanîn Başûrê Kurdistanê ku hê jî di bin destê Iraqê de ye xwedî mafê federaliyê ye. Divê bilez kar bê kirin bo dewletbûna Federaliya Başûr, divê Başûrê – Rojava serxwebûnê werbigrin.
Xebata ku li Başûrê – Rojava tê kirin ku beşek di bin desthlata Sûriyê de ye û beşek jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, di rewşeke ne diyar de ye.
Li Rojhilatê Kurdistanê ku di bin destê Îranê de ye, di bin desthilata hikûmeteke Îslamî de ye ku her roj ciwanên Kurdan tên bidarvekirin.
Li bakurê Kurdistanê jî ku hejmara herî zêde ya Kurdan lê dijîn. Divê Kurd bilez xebatê bikin bo bidestxistina mafê xwe yê netewî û demokrasî.
Tê zanîn ku bandor û roleke mezin a civaka navdewletî ya wê demê (Komeleya Gelan) û rêkeftina Lozanê sedema sereke ne ku Kurd di vê rewşa niha de ne.
Kurd dixwazin di xebatên ku li pênc perçeyên Kurdistanê didin meşandin de, saziyên navdewletî yên vê serdemê li gel xwe bibînin. Ev deyneke Kurdane li ser civaka navdewletî û cîhanê ku dive li Kurdan vegerînin.
(*) Di amadekirina vê daxuyaniyê de hevdîtina me li gel lêkolînvan Celal Temel rol û bandoreke mezin hebû, ez spasiya mamosta Celal temel dikin.
(**) daxuyanî pêşkêşî Konferansa Sed saliya peymana Lozanê hat kirin ku di 27 û 28ê gulana 2023an de ji aliyê Centera Kurdistani Diaspora Confereration li bajarê Lozan ê Swîsre hate sazkirin .
[1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 19 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 13-05-2024
կապված նյութեր: 51
Գրադարան
Հոդվածներ
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-05-2023 (1 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Քրդական հարց
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Թղթապանակներ: Լոզանի պայմանագիր
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 10-05-2024
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( زریان سەرچناری ) կողմից 14-05-2024
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 19 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,985
Նկարներ 106,356
Գրքեր 19,330
Կից փաստաթղթեր 97,306
Տեսանյութ 1,399
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 1.156 երկրորդ (ներ).